NAVENDA NÛÇEYAN – Yek ji sedemên êrîşên dewleta Tirkiyê li ser Efrînê pêşandana leşkerî ya çekên di destê wê de ye, li gorî ku hate zanîn Tirkiyê xwestiye di vê operasyopnê de çekên ku ji NATO’yê girtiye li Efrînê nîşanî hemû cîhanê bide, lewra hate destnîşan kirin ku çekên ku hîn Tirkiyê bikar ne aniye li Efrînê pêşandan dike, ku bi vê yekê Efrîn ê kiriye qada ceribandinê ji bo çekên xwe.
Hate eşkere kirin ku operasyona Tirkiyê ku di 20 çileyê de li dijî Herêma Efrînê bi navê Şaxê Zeytînê destpêkiriye di roja xwe ya 11 an de didome lewra ji aliyê Tirkiyê ve bi awayekî hovîtî û bê pîvantiya şer û artêşbûyînê hemû cure çekên di destê wê de ku hêjî bikar naniye li Efrînê diceribîne, hate destnîşan kirin ku çekên ku Tirkiyê li Efrîn bikartînê ji fozeyên herarî, belfirên keşfê yên bê mirov, kîmawî Nobal û hwd sivîlan qetil dike, ku herî dawî li gorî zaniyariyan heta niha zêdeyî 60 sivîl şehîd bûne û 163 jî birîndar bûne.
Operasyonek leşkerî ya Tirkiyê ku li dijî Herêma Efrîn ê ya bakurê Sûriyê pêk tîne derfetek giring e ji bo lêkolîn û ceribandina çekên xwe û li dijî Hêzên Sûriya Demokratîk nîşan bide.
Hindek ji çekên ku Tikriyê li Efrînê bikar tîne, wiha ne:
Bi hevkariya Kûreya Başûr hatiye lipêşxistin, rengî Leopard ya Elmaniya dide ku topên bi meznahiya 120mm davêje ku heta dûrbûna 3 kîlometr e tê avêtin.
Ev panzêr curbecur tê bi karanîn ku kompaniya Otokar ya Tirkî çêkiriye, her wiha ev panzêr serbarî sîstema parastinê, cekên navîn û cekên giran, sîstema dîtina bi şev, sîstema dîtina di nav dûmenê de ye. Dikare 12 kesan û giraniya bi qasî 24 Ton rake.
Ev panzêr serbarê pergala parastinê ye, dikare 9 kesan rake. Bi leza 110 kîlometr e tevdigere, her wiha taybetî ji bo cihên zehmet û herî û gol hatiye çêkirin.
Yekemîn belafir bê mirov ku dikar moşkan hilde, pêşesaziya herêmî Tirkî ye. Bê navber dikare 24 saetan li esman bigere, dikare armncan ji dûrahiya 8km û bi yekser pêk bîne. Di operasyona berhevkirina gahiyan de û çavdêriyê de risteke aktîv dilîze.
Çeka duyemîn piştî belafirên F16 xwedî bandor e, armanc belî kirin dighêje 40 kîlomtir , dikare 6 moşekan di deqeyekê de bavêje. Her wiha di 30 çîreyekan (sanî) de dikare cihê xwe bughere.
Dikare wêneyên rast û belî bi kalîte bigre û di tevahiya erdnîgarî de dixebite, û xwedî hêza ku wêneyên ku digre veşêre û ev bi rêya tîrêja jêrî Sor de (IR radition) e.
Di Yekîneyên operasyonan de a hêzên (Derek) tê bikaranîn, dikare bi dirêjahiya 1200 metre armanc bike, giraniya wê 6,5kg e. Dîtina şevê bi rêya tîrêja Leyzer dike.
Armancê heta 8 kîlometr e digre, dikare mertalan derbas bike û dişewitîne. Her wiha bi rêya sîstemên Teknîkî tê tewcîh kirin.
Ev rokêt antî mertal e li dijî hemû mertalan bi roj û şev tê bikar anîn, her wiha di şertên hewayî de jî tê bikara anîn û dikare armancên veşartî eşker bike.
Sîstema parastinê ye ku dikare sîstema dijber belav bike û lê bide, bi sîstemek mertalî 360 radeyê kar dike, her wiha di rewşên berf, baran û rewşên awarete de tê bikaranîn.
Ev Helîkopter lezbûna wê di satekê de 280 km e, bi bilindahiya 6000 m difire. Ew bi biryareke ji kompaniya Tosaş hatiyê çêkirin. Bi topavêjên reşaş îyara 20 mm, 8 moşkên antî mertal her wiha 4 qadên leyzerî ku her yek 4 moşkên radike serbar e. Ev cure yekemîn car li Herêma Efrînê hatin bikaranîn.
31.01.2018
Rojev24