LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Tirkiyê amadekariya 5 noqteyên çavdêriya li Idlibê dike

Tirkiyê amadekariya 5 noqteyên çavdêriya li Idlibê dike

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi êrîşên Dewleta Tirk bi piştgiriya komên radîkal li ser Efrîn ê, artêşa Tirk di çarçoveya heremên kêm pevçûn de amadekariya avakirina 5 noqteyên çavdêriyê li Idlibê dike da ku hebûna xwe rawa bike.

Di demeke ku mûdaxeleya artêşa Tîrkiyê li ser xaka Sûriyê zêde bûye û êrîş û peymanên ku Tirkiyê li Efrîn û Idlibê pêk tîne, proje û planên Tirkiyê roj bi roj li herêmê eşkere dibin. Li gorî çavkaniyan hate ragijhandin ku Tirkiyê niha amadekariyên avakirina 5 noqteyên ewlekarî û çavdêriyê li Idlibê dike, çavkanî da zanîn ku Tirkiyê bi vê yekê fermiyet û rewabûnê dide dagirkeriya xwe ji Sûriyê re û ev yek di bin perdeya encam nameya Astana 6 e ku li ser avakirina noqteyên çavdêriyê di nav heremên kêm pevçûn de ku Idlib jî di nav de ye pêk tê.

Li gorî dezgehên ragihandina Tirkiyê hate zanîn ku dewleta Tirk di 26 çileyê de bi gereke şopandin û çavdêriyê bi panzêrên xwe cara yekem li başûr rojhilatî Idlibê radibe, tevî ku Tirkiyê li bakur rojavayî Idlibê xwedî du bargehan e, lê hate eşker kirin ku Tirkiyê dixwaze xwe li Sûriyê berfireh bike da ku hewil bide serweriya xwe li komên Islamî radîkal feriz bike ji ber ku Tirkiym bi van koman bingeha xwe wê êi Sûriyê ava bike.

Li gorî ku hate zanîn heremên ku artêşa Tirkiyê bi panzerên xwe çavdêrî kiriye heremên gundewarê başûr rojihlatî Idlibê ye, di heman demê de heremên li nêzî belafirgeha Ebû El Zihûr geriya ye ku niha ew belafirgeh di bin kontrola Rêjîma Sûriyê de ye piştî ku hate îdaa kirin pevçûn di navber wê û Desteya Tehrîr El Şam de rû rû dabûn.

Ji aliyekî din ve jî çavkaniyên ji wê heremê tekez kirin ku karwana Tirkiyê ku ji 4 erebeyan pêk dihat ber bi çiyayê “Azo” ve diçû, di heman demê de derbasî gundê “Tewîl El Helîb” rojavayî belafirgeha Ebû El Zhûr bi 10km bûye, çavkanî diyar kir ku ew karwan heta demekê li wê deverê dimîne û piştî wê ber bi sînorê Sûriyê û Tirkiyê ve paşveçû.

Li gorî ku hate zanîn Tirkiyê dixwaze 5 noqteyên çavdêriyê avabike û ew noqte jî wihane: Qibtan El Cebel, Fedwa û Selwa, ev noqte di navbera komên opozisyona Sûriyê û Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê de ne, her wiha van noqteyan li deriyê Bab El Hewa yê sînorî û li bajarokê Andan ku ev jî beamberî heremên Rêjîma Sûriyê ye avabike.

Hate destnîşan kirin ku karwanek ya artêşa Tirkiyê ji aliyê Rêjîma Sûriyê ve li bajarokê El Hadir başûr rojhilatî Idlibê ve hate armanc kirin, hate eşkere kirin ku ew karwana leşkerî ya Tirkiyê ji 100 erebeyên ku serbarê panzeran,tankan û topavêjan pêk dihat. Karwana leşkerî derbaesî gundê Kefer Losîn bû û ber bi bajarokê El Hadir ve çû, lê ji ber armanckirina Rêjîma Sûriyê ji karwan re bi paşve vekişiya, hate zanîn ku ji bo parastina karwanê leşkerî yê Tirkiyê belafirên F16 mûdaxle kirin û heta bajarokê El Etarib parastina karwan hate kirin.

02.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً