LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Enqere ji Efrînê vala vegere dê çi bibe?

Enqere ji Efrînê vala vegere dê çi bibe?

NAVENDA NÛÇEYAN – Êrîşa TSK’ê ya li ser Efrînê di roja 16’an de berdewam dike. Tişta Enqere xwest bi dest nexist. 16 rojin ji sînor derbasî Efrînê nebûye. Tirkiye bi vê operasyonê hem di ezmûna leşkerî û hem jî di ezmûna kurevî ya polîtikayê re derbas dibe. Pirsa ‘”Ger ku Enqere vê ezmûna Efrînê derbas neke û destvala vegere dê çi bibe? li benda bersîvê ye.

Operasyon û êrîşa TSK’ê ku di 20’ê Çile de dest pê kir, di roja 16’an de berdewam dike. Tirkiye plan kiribû ku di nava hefteyekê de Têkeve Efrînê û encam bistîne. Lê 16 roj derbas bû hêj sînorê Efrînê derbas nekiriye û li ser sînor şer dike. Tirkiye bi hêzên paramiliter piştî 20 şûnde li ser sînorê Sûriye şer dike. Şerê TSK’ê û hêzên paramîlîter ji aliyê hemû cîhanê ve bi baldarî tê şopandin. Bi taybetî ji ber di vî şerî de herî zêde mirovên sivîl tên kuştin û mirov bi zorê ji cih û warên xwe tên koçberkirin, alozî zêde dibe. Ev qada şer bûye wekî qada ezmûna leşkerî û polîtîkayên Tirkiye. Hêzên navneteweyî bêtir bi feraseta bertekên “asta kêm”, “temaşe bike bibîne” pêş dixe. Piştî encama vî şerî şirîk û hevkariya muttefikan dê ji nûve bê diyarkirin.

Yek ji endamê Tevgera Taybet ê Tirkiye yê berê “Pisporê leşkerî” Metin Gurcanli, beriya operasyona Efrînê dest pê bike di hesabê Twitterê de got “Afrîn qada 40×30 km. ye. Ger ku Rûsya destûr bide TSK û ASA dê di nava hefteyekî de di dawî bibe. Piştî wê çend rojan li ser hev nexşe hatin parvekirin. Li ser van nexyeyan sanaryo hatin nivîsandin û amadekirin. Lê niha tempo ket. Serokwezîr Bînalî Yildirim di destpêka operasyonê de bi 15 xalan ferman da çapemeniyê û xwest li gorî fermana wan tev bigerin. Lê her çend çapemenî ji fermana wan derneket jî tê bihîstin û dîtin ku nakokî û aloziyên di navbera TSK û ASA de ku encamê bi dest naxin zêde dibe.

Pisporên leşkerî dest bi piran kirin

Pisporên leşkerî ku di destpêkê de hêz dan hikûmetê û operasyonê di 25’ê Çile de nûçegîhanê Ajansa Çîn a Fermî Xinhua yê Enqereyê Zheng Jinfa got “Ev operasyon tenê li dijî kurdên bûne xwedî hêz nayê meşandin, di heman demê de dixwaze hêza xwe li herêmê bide nîşandan.” Rojek şûnde Cîgirê Enstîtuya BDT’ê yê Rûsya û pisporê leşkerî Vladimir Yevseyev got: “Artêşa Tirk ku kêmî hefteyekî şer kir li Efrînê asê ma. Ev mînaka herî xerab a operasyona leşkerî ye” û diyar kir ku ASA ku Tirkiye wê wekî mertal bikar tîne nikare şer bike. Berê jî çavkaniyên kurd bi dehan caran diyar kiribû ku nikarin li dijî Efrînê şer bikin.

Piştî êrîşa li dijî Efrînê dest pê kir Nûçegîhanê Ajansa Nûçeyan a Federal a Rûs (RIAFAN) Kirill Romanovskiy 5 caran çû Sûriye di 30’ê Çile de di malpera Sputnikê de got Enqere nikare operasyonê bimeşîne û wekî “Meşa sivik” bi nav kir.

Rûsiya xwest Kurdan jî û tirkan jî bibîne

Yek ji çavkaniyên Leşkerî yên kurd diyar gotinek rayedarê Rûsya ya “Em amadekariyên we dizanin, ji ber wê me sehaya hewayê vekir” parve kir. Ev daxuyanî xuya adike ku ji bo Enqere jî derbasdar e. Di 26’ê Çile de li Moskova ji aliyê RİA Novostî ve civîna maseya grover hat lidarxistin. Pisporên Rûs bi berfrehî mijar girtin dest. Di vê civînê de xwestin Hêza Enqere ya li Rojhilata Navîn û hêza kurdan bibînin.

Êdî nûçe nabin bersiv

Di heman rojê de Fermandarê Tumena Murat Sultan ê ASA Albay Ahmet Osman ji Rojnameya Îngiliz Timesê re axivî û got: “Ji ber şertên xerab ên hewayê şervan nikare şer bikin. Hêzên PKK’ê kozikên xwe zexm dikin. Sekvanên wan û çekên teknolojiya bilind di destê wan de hene. Gelek mayîn li ser xeta eniyê çandine.” Çawîşê pispor Alper Akpunar, ku birîndar bû li mala xwe pirsên rojnamegeran bersivand û got: “Me 3 rojan top avêtin wan. Lê tenê em 200-300 metre li ser sinor pêşve çûn.

2 roj şûnde yek ji fermandarê operasyonê Serbaz Onur Ozdogan ku birîndar bûbû, li nexweşxaneyê got: “Serbaz Oguz Kaan û Çawîşê pispor Mehmet Muratdagî ez danîm ser sedyê û xelaz kirim, piştre ew şehit bûn.” Piştre medya hawiz dest bi dayîna agahiyên nakok kirin.

Pûtîn konseya Ewlehiyê kom kir

Rûsya ku ji Kurd û Tirkan re got ‘ez we bibînim’ piştî hefteyekê dest bi nirxandina operasyonê kirin. Serokê dewleta Rûsya Vladimir Putin, endamên daimî yên Konseya Ewlehiyê kom kir û rewş nirxand. Her çend encama civînê aşkere nebû jî tê gotin ku li hemberî kurdan poşman bûne.

Navê wê çepera wê û dema wê tê guhertin

TSK ku rojane û saet bi saet hêjmara kuştiyan dide û navê “Şaxa Zeytûnê” li operasyonê kiriye, piştre navê “çember, hilal, kelepçe, kiskaç” li operasyonê kirin. Operasyona ku ji 4 milan derxistin 8 milan, çepera wê her diçe tê guhertin û emrê wê jî roji bi roj hat guhertin. Operasyona ku ji bo sê saetan des pê kir, piştre derxistin hefteyekê û herî dawî niqaşên ji bo meh û demsala havînê jî tên kirin. Enqere ji bo rewşa Efrînê binirxîne ji nûve kom bû.

Agahiyê parî parî parve dikin

Piştî bertekên siyaset, kolan, muxalif zêde bûn, medya hawiz dest bi agahiyên nakokî kir. Nivîskar Okan Muderrisoglu, di qunçiknivîsa xwe ya Sabahê de got “Di civîna 17’ê Çile ya Lijneya Ewlehiya Neteweyî” de her çend fikar derketin holê jî Serokomar Tayip Erdogan got “Çi hewçe be dê bê kirin” û ferman da. Piştî vê biryara Serfermandariyê jibo seha Sûriye ji şer re vebe bi Rûsya re dest bi muzakereyan kirin. Li hemberî DYA seknek zelal nîşan dan.” Muderrisoglu, got “Divê em diplomasiya plana pişt jî binirxînin. Dema em bên sahayê wisa tev li hev ke ku…”

Niviskarê Rojnameya Yenîçag Ahmet Takan jî di nivîsa 31’ê Çile de rewşa ASA bi gotina “Mîllî û herêmî” her tişt danî holê û got: “Serokê AKP’ê R. Erdogan, di koma partiya xwe de ASA şiband Kuvayi Milliye. Ev şibandinek xerab e. Ne pêkan e em Kuvayi Milliye wekî ASA û ASA’ jî wekî Kuvayi Milliye nas bikin.”

Hat zanîn ku Rûsya, DYA, Fransa, Misir, Almanya, Îran, Suriye û gelek welatên din li vir çavdêrî kirin û leşkerên Tirkiye şopandin û test kirin.

Di 16’ê Îlona 1998’an de Fermandarê Hêzên Bejayî Atilla Ateş li ser sînorê hatayê gotibû “Divê em Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Sûriye derxin. Sebra me nema.” û gef li Suriye xwar ku bi tangan têkeve Sûriye.

Tirkiye piştî 20 sal şûnde bi hêzên paramiliter derbakî Efrînê bû. Ger ku niha destvala vegere dê di asta navneteweyî de hêza xwe ya kurevî winda bike. Dê ji mudaxaleyên derve re bê parastin bimîne. Rewşa operasyonê ji aliyê Îran, Sûriye, Rûsya û DYA ve ji nêzîk ve tê şopandin.

Xuya ye ku dê Berxwedana Serdemê ya Efrînê encama vê testa Tirkiye diyar bike.

04.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً