LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Ji gelê Efrînê peyam: Em ji Efrîna xwe koç nakin

Ji gelê Efrînê peyam: Em ji Efrîna xwe koç nakin

EFRÎN – Di bin topên artêşa Tirk de hemwelatiyên Efrînê bi hestekî wêrekî dibêjin ku em dev ji warê xwe bernadin, di mesacên ku hatin dayîn de zarok jî dibêjin Erdogan çi ji welatê me yê aram dixweze, em dixwazin biçin dibistanên xwe.

Ji nava şer û dengê topan, ji nava lîstikên zarokan, ji nava germahî û rûndikên dayikan ji Kantona Efrîn ya Bakurê Sûriyê peyama emê dev ji Efrîna xwe bernedin hate dayîn.

Dewleta Tirk bi peymanên dagirkirina Efrîn ê ku di civînên wekî ku bi nav dikin Riyad, Astan û Cinêv û herî dawî jî Soçiyê her yek ji artêşa xwe ya TSK û bermahiyên komên çete yên bi têne bi nav kirin Mertala Firatê ku ew bi xwe yên Artêşa Azad in, di 20 Çileyê de dest bi operasyona dagirkirina Herêma Efrînê di saet 4 an de kirin, operasyona artêşa Tirk û komên çete yên girêdayî wê di roja xwe ya 16 an didome.

Di çarçoveya operasyona dewleta Tirk li ser Herêma Efrîmê cihên sivîlan bi taybet kampe ku girseyek mezin ya gel lê kom dibe, cihên pîroz, cihên dîrokî û cihên çavkaniya pêdiviyên rojane wekî firin û bendav bi topên fûzeyan û belafiran têne topbaran kirin.

Li gorî nexweşxaneya Avrîn ya Herêma Efrîn ê hate ragihandin ku heta niha ji ber topbaran û êrîşên artêşa Tirk û komên çekdar yên girêday wê 127 sivîl şehîd bûne her wiha zêdeyî 200 sivîl î jî birîndar bûne, li gorî nexwexaneyên hate eşker kirin ku piraniya van sivîlan jin û zarok in.

Di vê derbarê de hemwelatiyên Erfrîn ê dane zanîn ku topbarana artêşa Tikr sivîlan armac dike û piraniya topên têne avêtin li cihên mîna kampeyan e ku girseya gel lê kom dibe têne avêtin.

Hemwelatiyên Efrîn bi mesaca em ê dev ji Efrîna xwe bernedin û emê li kêleka Hêza xwe YPG/YPJ şer bikin hate dayîn.

Jina ciwan a bi navê Dilşan Elî ku ji Kirzlê cûymê ye anî ziman ku wekî ku ragihandina Tirkiyê dibêje ew ne cihê esekeî hedef digre ne rast dibêje û ev top li zarok û kesên bi temen mezin dikeve, di nav axftina xwe de Dilşan anî ziman ku Tirkiyê dixwaze gel koç bike û bi vê yekê ji nişkave li zarokên ku li kolanê dilîzin dide her wiha Dilşan destnîşan kir ku tu kar ê Erdogan li welatê wan tune ye û got: Em li vê derê di aramiyê de bûn,lewra em bang li bengewaziyên aştiyê dikin ku êrîşên Tirkiyê rawsetînin û emê dev ji Efrînê bernadin heta ku temen xwîna me be jî.

Dayika bi navê Gulîzar ku ji Hacika ye derbarê kiriyarên Efrdogan de got ku Erdogan her kesî li Efrîn ê hedef digre û diyar kir ku ew dema di kampê de bûn rastî topên artêşa Tirk hatin û dayika Gulîzar got ku her çiqas Erdogan bê navber topan bavêje jî, lê em natirsin.

Zarok jî di nav topbarana li Efrînê û windahiyên ku her yek ji wan bav, dayik û hevalên xwe wida dikin dijîn bê ku wateyê bidê nê, zarokê bi navê Henîf ku ji Girzîlê ye bi zimanekî ji xwe bawer û têgihiştî anî ziman ku Erdogan çi ji welatê me dixwaze ? , Henîf diyar kir ku ew ji dibistana xwe ji ber topên Tirkiyê mehrûm mane.

Di nav daxuyanî û helwestên ku gelê Efrînê ji Tirkiyê re nîşan dide ewe ku Erdogan ji welatê wan çi dixwaze her dem tê kirin.

04.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً