NAVENDA NÛÇEYAN – Ji bo şermezar kirina kiryar û hovîtiya dewleta Tîrk û komên terrorist, bi sedan ji tevgerên jin, tevgerên giştî û rêxistin bi slogana em li pey şehîd Avesta û Barîn in çalakî lidarxistin.
Bi dagirkeriya artêşa Tirk herêma Efrînê bi hemû cureyên hovane rojane li heremên Bakurê Sûriyê her wiha li Ewropa û her çar parçeyên Kurdistanê gel dadikevin qadan û bi çalakiyên curbecur dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrîn şermezar dikin.
Her dawî ji aliyê Komên terorî ve yên nûnertiya Islamiyeta radîkal dikin ku bi navê Artêşa Azad têne binavkirin ji ber binkefrtina xwe di dîmenekê ku 30 çileyê de belavkirine li gundê Qirnê yê navçeya Bilbilê yê Efrînê bi bê rêzî li termê şervaneke Jin tê kirin, şervana YPJ ê bi nasnav Barîn Kobanê ye.
Lewra ev yek bû sedema bertekeke dijwar ku dengê wê li her deverê veda, ji aliyê her dezgehên ragihand, tevger û rêxistinên Jin û giştî ve wekî karekî hovane û bê pîvan hate nirxandin.
Îro di 3 Sibatê de di saet 11 an de ji aliyê komeleya Jinên Rewşenbîr li Herêma Cezîrê û Desteya Çand û Huner meşeke bi sedean bi tevlîbûna hemû tevgerên jin ji mamoste, Diplomat, Hêzên Asayîş her wiha Kongira STARve meş ji pêşiya navenda çanda û huner ya navçeya Amûdê a Kantona Qamişlo ve heta qada jina Azad berdewam kir , meş bi silogana Bijî Berxwedaniya Jin û em hemû Barîn Kobanê ne hate lidarxistin.
Ji aliyê Desteya Çand û Huner ya Herêma Cezîrê ve Bêrîvan Xalid axaftin pêşkêş kir, Xalid anî ziman ku ew dixwazin bi bedena Jin berxwedaniya me têk bibin, lê em bedena Jin pîroz dibînin û ev yek bi zaebûn ji aliyê komên teror ve hatiye kirin û ev cihê şermezariyê ye.
Her wiha ji aliyê Komeleya Jinên Rewşenbîr li Herêma Cezîrê ve Rena Awed ve axaftin hate kirin , Awed di axaftina xwe de got ku em bi berxwedaniya Efrînê re ne û em bang li hemû azadîxwazên mirovatiyê û aşîtiyê dikin ku bê deng nemînin.
Di dawiya meşê de siloganên Em bi Efrînê re ne, Serkeftin ya me ye, kes nikare vîna me bişkîne bi dawî bû.
Her wiha li bajarên Herêma Cizîrê û Ewropayê ji bo Şehîd Barîn hêrsa jinan derkete holê, di vê çarçoveyê de bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Ciwan a herêma Dêrikê bi sedan kes li dijî hovîtiya artêşa dagirker a Tirkiyeyê û komên terorîstên ên girêdayî wê ku destdirêjî li cenazeya şervana YPJ‘ê kiribûn meşiyan.
Ji aliyê Encumena Eşîreyan ve jî li Kantona Qamişlo di rêya daxuyaniyekê de hate gotin ku termê Şehîd Barîn Kobanê temsîliyeta rûmeta mirovatiyê ye.
Her wiha da ku buyera Şehadeta Şehîd Barîn vedenga wê gihişte Yûnenistanê lewra ji aliyê jina ciwan a bi navê Nadya Beşar ve şanoyek a Şehîd Barîn bi bedena xwe çêkir, tê de wekî terma Şehîd Barîn hate kirin.
04.02.2018
Rojev24