LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Erdogan Efrînê ji kê rizgar dike?

Erdogan Efrînê ji kê rizgar dike?

NAVENA NÛÇEYAN- Ji destpêka êrîşa li ser Efrînê sivîl tên armanc kirin. TSK’ê vê yekê bi zanebûn dike da ku demografiya heremê biguhere.

Wek tê zanîn di 20’ê Çileyê de Sererkanê Tirkiyê Hulusî Akar êrîşa li ser Herêma Efrînê ya bi piştgiriya komên çete yên girêdayên Mertalê Firatê aşkere kir.

Ji destpêka êrîşa dewleta tirk a li Efrînê herî zêde sivîl û penaber dibin hedefa bombebaranan.

Ji aliyekî ve ku hêzên navdewletî li hemberê van êrîşan bêdeng dimînin, ji aliyê din ve jî ji gelek heremên Federaliya Bakûrê Sûriyê ji bo piştgiriyê bidin berxwedaniya gel û hêzên QSD’ê berê xwe dan Efrînê. Ji ber vê yekî gelên Şengalê, herêma Cizîrê, Kobanê û Minbicê, taybet tevgera ciwanan çalakiya meş a heta Efrînê û ji 7 salî heta 70 salî jî bi wesayîtan çûn Efrînê û tevlî meşa bêhempa ya li navenda Efrînê pêk hat bûn.

Îdeayên Erdogan: Em dê Efrînê ji terorê paqij bikin

Serokê Giştî ya AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan ku ji bo aliyên nijatperest qayil bike, bi daxuyaniyekê armanca xwe ya êrîşa li ser Efrînê aşkere kir û got ku hedefa wan ew e ku “terorê ji Efrînê paqij bikin” e.

Ev daxuyani û armanca sixte ya Erdogan a êrîşa ser Efrînê ku di roja xwe ya 18’mîn de didome, 129 sivîl hatine qetilkirin û bi sedan kes jî birîndar bûne, radixe berçavan. Tê gotin ku bi hedefgirtina sivîlan dewleta tirk dixwaze gelên li herêma Efrînê koçber bibin û piştî ew hewildana xwe ya dagirkirina Efrînê bi ser bixe, hin welatiyên herêma Şehba yên girêdayên Mertalê Firatê li wir bi cih bike. Lê li hemberê ve hewildan û daxwazî, gelê Efrînê ji gund, navçe û bajarê Efrînê dernakevin û roj bi roj tevlî berxwedaniya şervanên QSD’ê yên di çeperên şer dibin.

Ev armanca Erdogan ku dixwaze gelê heremê koçber bibin û demografiyê biguherîne, Rojnameya Hurriyet a girêdayê dewleta Tirk di 4’ê sibatê de ragihandibû. Li gor nûçeya rojnameyê ku çavkaniya agahiyên wî îstîxbarata MİT’ê ye, diyar kiribû ku dê Tirkiye li ser sînor û herêma Şehba yên di bin qontrola Mertalê Firatê de kampên penaberî de yekîneyên niştecihî yên ji 3 milyon û nîv karibe bihewîne ava bike. Tê gotin ku bi vê yekî tê xwestin ku di şuna gelê Efrînê hin kesan bînin bicih bikin û wan wek e niştecihên heremê bidin nîşandan.

06.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً