NAVENDA NÛÇEYAN- Erdogan ji ber hêviyên dagirkirina Efrîn di demeke kurt de ku her roj wê demê dirêjtir dike, li Bakurê Sûriyê bi belafiran topbaran dike û li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê stranan û çalakiyan qedexe dike û hwd, lê bi van hewildanan heta niha ji ber berxwedaniya ku ber bi çave armanca Tirkiyê pêk nehatiye.
Ji destpêka Êrîşa li ser Herêma Efrînê gelê Kurd bi her awayê piştpiriya xwe ji Efrîn nîşan didin, çi çalakî be çi jî Hunerî be.
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di destpêka ragihandina operesyona dijî Efrînê de got ’’Dê artêşa Tirkiyê bi alîkariya Artêşa Azad di 3’ê saetan de Efrîn rizgar bikin’’.
Di çarçoveya êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê di 20’ê çileyê de operesyona artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên girêdayî wê hate destpêkirin, operasyona dagirkirinê di roja xwe ya 19 an de hêjî didome. Artêşa Tirkiyê li dijî sivîlên Efrînê di roja destpêkê de bi armanca tirs xistina nava civakê 72 belafirên dewleta Tirkiyê Herêma Efrîn bombebaran kir. Beramberî topbarana belafirên Tirkiyê û kiryarên hovane ên li dijî sivîlan berxewdana gelê Efrînê ta roja îro tevî hemû dijwariyan didome.
Artêşa duyemîn ya NATO’ yê li hemberî berxwedana gelê Efrînê neçar ma
Hate destnîşan kirin ku Tirkiyê da ku operasyona xwe li dijî herêma Efrînê rewa, hêsan û pêkan bike di her milî de kar da meşandin, lewra propoganda ji artêşa Tirkiyê re ku hêzeke ya NATO ye her wiha pêşedanên xwe yên leşkerî û çekên di destê xwe de nîşan da. Her wiha Serokê AKP serdana dewletên Ewropayî û yên NATO’yê kir û ev yek bi armanca piştgiriya operesyona dijî Efrînê bigre. Li gorî çavkaniyan di heman demê de bermahiyên Artêşa Azad û yên Mertala Firatê ku wê bi xwe avakiribû berhev kir ku Erdogan bi pereyan komên çekdar qezenc kir da ku projeyên xwe yên guhertina demografiya bakurê Sûriyayê pêk bîne.
Ji aliyê Tirkiyê ve hate ragihandin ku komên çekdar yên beşdarî operasyonê bûne hejmara wan nêzî 22 hezra çekdar e. Hêjayî gotinê ye ku tevî vê hejmara mezin ji komên çekdar, ji artêşa Tirkiyê û çekên NATO yên pêşketî ku niha Tirkiyê bikartîne, nikarîbû di nava 10 rojan de derbasî Efrînê bibin. Li gorî çavkaniyên leşkerî ji Herêma Efrîn hate eşkere kirin ku ji ber berxwedaniya dijwar ya gelê Herêma Efrînê û bersivdayîna Hêzên QSD’ê Tirkiyê nikare pêşve biçe. Derdikeve holê ku operasyon li gorî ku Erdogan jêre hesab kiribû ne hate meşandin. Erdogan destpêka soza rizgarkirina Efrînê di 3’ê saetan de dabû, lê piştre bû 3’ê roj û niha dibêje ku dibe operesyon bi mehan dirêj bike.
Tirkiyê bûye pêkenok
Ji ber binkeftina operesyona Tirkiyê ya li ser Efrînê, di civaka navdewletî de bû cihê pêkenokê. Di vê derbarê de daxuyaniyên dewletan derdikevin holê ku Tikriyê bê cidiyet bûye. Di nava civka Bakurê Sûriyê de jî Tirkiyê bûye pêkenok ku Artîstê Kurd ê bi navê Bavê Teyar kurte fîlimekî komîk li ser xapandina AKP’ê ji Mertala Firatê re amade kiriye.
Li Tirkiyê helwest nîşandan qedexeye!
Ji ber berxwedana dijwar ya ku gelê Erînê nîşan dide, ev bû sedema ku li ser sosyal medya û malperên torên civakî bibe cihê nîqaşê û bibe berxwedana her deverê, bi vê yekê li her deverê ji bo Efrînê û li dijî destwerdanên Tirkiyê çalakî têne lidarxistin. Lê tenê li Tirkiyê helwest nîşandan û nêrîna xwe parvekirin derbarê operesyona dijî Efrînê qedexeye. Hate ragihandin ku hejmarek zêde ji kesên ku nêrîn parvekirine ji aliyê polîsên Tirk ve hatine binçavkirin. Hate eşkerekirin ku 449 kes li Tirkiyê hatine binçavkirin, her wiha 124 kes ji ber çalakiyên ku li Tirkiyê lidarxistine û têde daxwaza rawestandina komkujiyên ku Tirkiyê li Efrînê der heqê sivîlan de pêk tîne hatin girtin.
Hikûmeta AKP’ê ne tenê di asta binçavkirina kesan de ma
Hikûmeta Tirkiyê ku lazime serwerî her tiştî be di asta binçavkerina mirovan de ne ma. Hate ragihandin ku mûdaxeleya jiyana civaka Tirkiyê gihişt asta qedexekirina stranan. Strana hûnermend Sefqan Orkêş a bi navê ‘’Nêçîra Roviyan’’ ku ji dema weşandina wê di 23’ê çileyê de li ser YouTub ê ji aliyê 158 hezar û 700 kesî hate temaşekirin, li Tirkiyê ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hate qedexekirin. Pêve girêdayê hikûmetê ji rêveberiya YouTube re daxwaz rêkiriye ku weşana vê stranê bide sekinandin. Komenterên ku li ser vê yekê nêerînên xwe parvekirine destnîşan kirin ku qedexekirina stranê girêdayê rewşa pskolojiya ya leşkerên Tirkiyê û komên girêdayê wê ne ku bê moral dibin.
Strana Nêçîra Roviyan ku bi gotinên Beşîr Mele Newaf hatiye amadekirin, ji bo operasyona li ser Efrînê ji aliyê hunermend Sefqan ve di 23 çileyê de hate weşandin. (https://www.youtube.com/watch?v=N6dPESm4-qk).
07.02.2018
Rojev24