LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Bi artêşekî ku ji 20 hezarî pêk dihat çûn Efrînê bi 20 kesan vedigerin!

Bi artêşekî ku ji 20 hezarî pêk dihat çûn Efrînê bi 20 kesan vedigerin!

EFRÎN – ASA ku “Artêşekî” ji 20 hezaran kesî dest bi sefera Efrînê kir şunde tenê ekîbek ji 20 kesi ma. Du rojên dawî de Girê Xelîl, gundên Xelîl û Şêxurzê ji aliyê şervanên YPG/YPJ’ê ve paşde hat girtin, derdora Bilbilê û Hemamê jî hindik maye bi temamî bê paqijkirin. Niha Anqere difikire ku dê çi ji ASA’ya “Artêşa heremî û netewî” ya weke bermayên şer li Ezazê kom bûne bike.

Tirkiye ku bi “Artêşa ASA” ya ji 20 hezar kesî pêk dihat dest bi sefera Efrînê kir, li parastina rewa qelibî. Artêşa Tirk (TSK) ku bi pere, ruşwet, meaş, tazmînat, unvan û her cure piştgiriyê da Artêşa Sûriya Azad (ASA) yê lê dîsa jî nikaribû wan ber bi cebheya şer ve bide meşandin, ji nava van gruban “şervanên” herî hilbijêr dixwaze hêzên taybet bide avakirin.

Gundên ketineyê winda dikin

Li gor agahiyan, ligel hemû êrîşên balafir, ser erdê tang û top û bi hemû firqa çekên teknolojîk jî tenê ketibûn girê Xelîl, gundên Xelîl û Şêxûrzê di du rojên dawî de ji aliyê YPG/YPJ’ê ve paşde hatin girtin, TSK serweriya xwe ya Bilbilê û Hemamê jî winda kir.

‘Dîtin nikarin şer bikin dev jê berdan’

Li gor agahiyên ji çavkaniyên leşkerî yên parastina Efrînê dikin, TSK ligel hemû hewildan û piştgiriyan nikaribû di bejahiyê de endamên ASA’yê bide meşandin an jî bide şerkirin hêviya xwe ji wan biriye û ji nava wan hin kesên hatine hilbijartin komek taybet dide avakirin. Çavkanî, diyar dike ku ev hêza taybet jî nikarin xwe lê bigirin û her tim rastî heqaretan tên. Çavkanî, ev tişt gotin: “ASA’ya 20 hezar kes ku nikaribûn şer bikin, yekîneyên taybet ava kirin. Lê kesên berpirsiyarê vê yekîneyê tên naskirin û tecrubeya wan a şer tune ye. Ji ber vê yekî rojên dawî ku hêzên QSD’ê operasyonên taybet pêk tînin, gundên ku Tirkiye ketiyeyê yek bi yek paşde digire. Windayiyên mezin didin. Ji sererkanên xwe pir heqaretan dibihîsin û neçar dimînin bikevin pêvçûnan. Ji wan re tê gotin ‘madem hûn nikarin pêşde biçin qet nebe cihên we girtiye ji dest bernedin’. Ev jî windayiyên wan mezintir dike. Niha girê Xelîl, gundê Xelîl û Şêxûrzê paşde hat girtin. Li Bilbilê operasyona paqijiyê tê kirin. Nava Hemamê hate paqijkirin û hawirdorên wan jî hindik maye bi temamî bê paqijkirin. Gundên din ên dibêjin ‘em ketineyê’ jî jixwe di hêla leşkerî de qadên vala ne. Her du alî jî nakevineyê.”

‘JOH û POH amade tên sekinandin’

Hat destnîşankirin ku nûçeyên ku Tirkiye Tevgera Taybet a Cenderme (JOH) û Tevgera Taybet a Polîs (POH) û yekîneyên komandoyê sewqê heremê kirin rastiya xwe tune ye û hat gotin: “Ev hêzan jixwe li ser sînor dihatin sekinandin. Eger serkeftî bûna dê ev hêz operasyonên taybet bimeşandina. Lê bi ser neketin, îş berovajî zivirî. Êdî ji vê seatî û şûnde tu hêz û derfetên wan ên operasyonê nemaye.”

ASA li ku ye?

Çavkanî ragihand ku komek taybet a ji ASA’yê hatiye çêkirin jî ji bo piştre neyê gotin “Ka ev ASA li ku ye” ji aliyê TSK ve neçare bên parastin û wiha pê de çû: “Divê hin caran wan derbixin pêşberê kamerayan. Niha ev 20 hezar kes li Ezazê hatine komkirin û rawestandin. Niha Tirkiye kur kur difikire ‘ez çi bikim ji van’. Hesaba dê çewa ji wan xilas bibe dike. Ewqas kes li cihekî hewandin dê zahmet bibe. Dê nakokiya wan her roja biçe zêdetir bibe. Tirkiye di vê mijarî de riyekî digere lê jê dernakeve. Ji ber vê yekî ye Tayîp Erdogan dîplomasiya ji Amerîka re dibêje Minbicê veke, ji Rûsyayê re jî dibê Îdlibê veke, dimeşîne.”

Divê balafira duyemîn a Rûs nexistibûna!

Çavkaniya leşkerî, anî ziman ku Tirkiye di qada Sûriyê de hemû qartên di destên xwe de hindik maye winda bike û bibîrxist ku di 24’ê cotmeha 2015’an de bi xistina balafirê şer a tîpa Rûs Su-24 a Rûsyayê sehaya azmanî ya Sûriyê dabû girtin, 4 roj berê jî li herêma kêmpêvçûn a li Îdlibê ku di bin qontrola Tirkiyeyê de bû xistina balafirê şer tîpa Sukhoî-25 a Rûs jî plana Îdlib a Anqereyê vala derxist.

Hêza wî ya bazartiyê bike nemaye

Tirkiye ku berê bi Rûsya û rejîmê re bazartiya “Ez dikarim ji El Nûsraye re bibêjim xwe vekişîne, ji bo wê jî bihêlin ez bikevim Îdlibê. Ez dikarim hemû hêzên girêdayên min a ji Guta ya başurê Şamê dikeve vekişînim ji bo vê jî ji min re korîdor vekin, an jî bihêlin ez di deriyê sînor a Îdlibê de bibim xwedî gotin” dimeşand. Lê bi xistina balafirê şer a Rûs re vê şensê xwe winda kir. Herî dawî hevpeymana wan a “Ha ji te re Îdlibê lê Efrînê bide min” bi berxwedana bêhempa ya YPG/YPJ’ê re ev hevpeyman jî xira bû. Çavkaniya leşkerî dibêje ku “Dê êdî wek e berê nebe” û diyar kir ku xistina balafirê Rûs, pêşketinên li başurê Heleb û Îdlibê, nakokiyên di navbêra El Nûsra û komên Nûreddîn Zenkî û Ahrar El Şam de, pêvçûnên bi rejîmê re, ev hemû pêşketin ya Tirkiyeyê gav bi gav derveyê formulê dihêle.

Tevgera Azadî: Ji me re firq nake em dê her berxwe bidin

Rûsya ya ku ji Tirkiyeyê re qada hawayî ya balafiran vekir, piştî xistina balafira wan a li Îdlibê têkiliyên xwe yên dîplomatîk a bi Tevgera Azadiyê re zêdetir kir û tê gotin ku ji nûnerên kurdan re gotin e “Em dikarin çi bikin” nuneran jî bersiva “Hêzên parastina Efrînê dikin, çavên wan ne li destê tu hêzî ne, her dê parastina xwe bikin. Ji kesî re jî hûn çima alîkariya me nakin, hawarî nakin. Çewa me li Kobanê bi ser ketin em dê di vir de jî bi ser bikevin” da ye.

07.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً