LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Êrîşên dewleta Tirk û DAIŞ li ser sivîlên Fedraliya Bakurê Sûriyayê

Êrîşên dewleta Tirk û DAIŞ li ser sivîlên Fedraliya Bakurê Sûriyayê

NAVENDA NÛÇEYAN- Ev demeke ku dewleta Tirkiyê li Efrîn û DAIŞ li Reqa êrîşan li ser sivîlên Fedraliya Bakurê Sûriyayê dikin. Êrîşên herdû aliyan ji 2’ê Sibatê ta 7’ê Sibatê hatine begekirin.

Di 2 .2.2018 an de

Artêşa Tirkiyê gundê Basûfanê yê navçeya Şêrawa topbaran kir.

Artêşa Tirkiyê û komên girêdayî wê bi çekên giran gundê El-Hoşeriyê û Cat yê bakur-rojhilatê Minbicê topbaran kirin, di encam de ziyanên madî gihaşin mal û milkên sivîlan.

Balafirên Artêşa Tirkiyê herêma Racoyê bombebaran kir, her wiha balafirên keşfê li asîmanê herêmê geriyan.

Balafirên şer û helîkopterên kopra yên artêşa Tirkiyê li derdora gundên Cela û Canga yên navçeya Raco bombebaran kir.

Di encama şerê li aliyê Kevirê Ker ê navçeya Racoyê erebeyeke leşkerî ya artêşa Tirkiyê hate rûxandin û leşkerên Tirk û çekdarên li derdora erebeyê jî hatin kuştin û hineke din jî birîndar bûn.

gundê Celemê di encama topbaran û bombebarana rojane ya Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê de, gelek ziyan dît.

Di encama bombebarana riya di navbera navenda navçeya Bilbilê û gundê Qestel Miqdad ji aliyê balafirên Artêşa Tirk ve, ciwanekî bi navê Mihemed Mihemed Horo 17 salî birîndar bû.

Li derdora gundê Hemamê yê girêdayî navçeya Cindirêsê şerên giran di navbera şervanên QSD û artêşa Tirk û çekdarên girêdayî wê de rû dan. Her wiha balafirên şer ên artêşa Tirk derdora gundê navborî bombebaran kir.

Şervanên QSD`ê li derdora gundê Xelîl ê navçeya Şiyê, çalakiyek li dijî artêşa Tirk û çekdarên girêdayî wê lidar xist. Di encamê de, du panzêr û erebeyeke leşkerî hatin rûxandin.

Welatiyê bi navê Şeban Xelîl ê 24 salî di encama topbarana artêşa Tirkiyê li ser gundê Xelîlka yê navçeya Bilbilê de birîndar bû.

Artêşa Tirkiyê çend top avêtin gundê Zorava yê girêdayî navçeya Tirbespiyê yê kantona Qamişlo. Di encamê de zerar gihîşt mal û milkên welatiyan.

Şervanên QSD`ê êrîşa çekdarên dewleta Tirkiyê li deriyê bajarê Girê Spî şikand û di encamê de 4 çekdar hatin kuştin.

Di 3 .2.2018 an de

Di encama topbarana artêşa Tirkiyê li ser gundê Çeqela yê girêdayî navçeya Şiyê de, du welatiyên sivîl bi navên Mihemed Ehmed 60 salî, Fatime Mustefa 50 salî birîndar bûn.

Artêşa Tirk fûzeyên Ketyûşa avêt gundê Hec Hesna yê girêdayî navçeya Şiyê. Her wiha goristana Şehîd Seydo ya li herêma Cindirêsê topbaran kir.

Li gundê Elî Kera yê girêdayî navçeya Bilbilê şerê di navbera şervanên QSD′ê û Artêşa Tirk de derket. Di encamê de 5 kuştî û 6 birîndarên leşker û çekdar yên girêdayê Tirkiyeyê hene.

Li derdora gundê Xelîl ê girêdayî navçeya Şiyê, di navbera şervanên QSD û artêşa Tirk û çekdarên girêdayî wê de şerên giran rû da.

Artêşa Tirkiyê gundên Erebwêran, Dîkmedaş û Girê Baflûne yên girêdayî navçeya Şera yê kantona Efrînê bi awayekî dijwar topbaran kir.

Artêşa Tirk li gundê Sûsikê ya Girê Spî dema erebeyên sivîlan derbas dibû bi çeka doçka êrîş kirin. Di navbera QSDê û hêzên Tirkiyê de şer derket, di encam de 4 çekdar hatin kuştin.

Şervanên YPJ`ê li gundê Heftaro ê navçeya Bilbilê tangekek artêşa Tirk rûxand.

Di 4 .2.2018 an de

Di encama topbarana dijwar a artêşa Tirk li ser gundê Zeytûnak a navçeya Şera de welatiyekî sivîl bi navê Ehmed Mihemed Horo (77 salî)şehîd bû.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê êrîşî gundên Bilîlka û Şêxruzê kirin, şervanên QSD`ê êrîşa wan têk birin û li herêmê şer rû da.

Artêşa Tirkiyeyê û komên girêdayî wê ciwanên gundê Til Betal ku piraniya şêniyên wê Kurd in revandin.

Di 5 .2.2018 an de

Artêşa Tirk navenda herêma Cindirêsê û Raco da ber topan.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê Navenda Heyva Sor a Kurd a li herêma Racoyê topbaran kirin.

Di encama topbarana artêşa Tirk li ser xaçerêya navenda herêma Cindirêsê de, welatiyekî sivîl bi navê Îsa Îsa ê 67 salî birîndar bû.

 Artêşa Tirk dibistan û cihên perwerdeyê jî bombebaran kir.

 

Li gundê Dîkmedaş ê Şera di navbera şervanên QSD û artêşa Tirk û çekdarên girêdayê wê de şerên giran rû dan , di encama şer de çekdar û leşker hatine kuştin.

Li derdora gundê Şêxurzê yê navçeya Bilbilê di navbera şervanên QSD û artêşa Tirk û çekdarên girêdayî wê de şerên giran rû dan.

Li gundê Şediye yê girêdayî navçeya Raco ya Efrînê 9 leşker û çekdar hatin kuştin.

Şervanên QSD`ê li girê gundê Bêkê yê Bilbilê tangek artêşa Tirk rûxandin û li heman eniyê de çalakiyeke din lidar xist û di encamê de 5 leşkerên Tirk hatin kuştin.

Li derdora herêma Cindirêsê tankeke Artêşa Tirk ji aliyê tîma Firtona ya YPJ′ê ve hat îmhakirin. Her wiha gundên Hemamê û Axcelê yên girêdayî Cindirêsê topbaran kirin.

Di 6.2.2018 an de

Şerên giran di navbera şervanên YPG û artêşa Tirk û çekdarên girêdayî wê de li gundê Hec Bîlal rû da, di encamê de şervanan gundê navborî bi temamî ji artêşa Tirkiyê û çekdarên wê paqij kir.

Artêşa Tirk gundên Erebwêran, Umera, Meydankê û Çama yên navçeya Şera topbaran kir.

Artêşa Tirk careke din Goristana Şehîd Seydo ya herêma Cindirêsê topbaran kir.

Artêşa Tirk ji qereqola Reyhanlî ya Bakurê Kurdistanê gundên Çeqela Jêrîn û Çeqela Navîn ên girêdayî navçeya Şiyê topbaran kir.

Artêşa Tirk û çekdarên girêdayî wê gundê Sindiyankê yê herêma Cindirêsê topbaran kirin.

Artêşa Tirk û çekdarên girêdayî wê top avêtin kampa koçberan a Etmê ya Idlibê. Di encamê de hejmarek ji welatiyên koçber birîndar bûn.

Gundê Hec Bilêl ê girêdayî navçeya Şiyê ji aliyê hêzên QSD bi temamî ji artêşa Tirk û çekdarên girêdayê wê hate paqijkirin.

Di encama topbarana artêşa Tirk li ser gundê Kotana ya navçeya Bilbilê jinek bi navê Emîne Xelîl Horo birîndar bû.

Di operasyona paqijkirina qada Şêxurzê yê Bilbilê de, çekdarekîgirêdayê artêşa Tirkiyê dîl hate girtin û panêzreke artêşa Tirkiyê kete destê şervanên YPG`ê.

Di 7.2.2018 an de

Artêşa Tirk dibistana Şehîd Celal a dikeve navenda navçeya Meydankê hedef girt, di encamê de gelek ziyan gihîşt dibistanê.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê goristana Şehîd Seydo û gundên Kefer Sefra û Baflûrê topbaran kirin. Her weha li derdora girê Bîrqedarê jî şer di navbera şervanên QSD′ê û artêşa Tirk de qewimî.

Şêniyên gundê Çema yê girêdayê navçeya Şera diyar kirin ku artêşa Tirk û komên girêdayê wê mizgefta gund û xaniyên sivîlan hedef digirtin.

Artêşa Tirk tekane stasyona avê ya Kantona Efrînê ku avê zelal dike, hedef girtin.

Êrîşên DAIŞê li ser sivîlên Reqqa yê

Di 3 .2.2018 an de

Li Reqayê mayînek çeteyên DAIŞ‘ê ku berê çandibûn, bi welatiyekî bi navê bi navê Selman El-Ebûd (47) teqiya.

Di 7.2.2018 an de

Di encama teqîna mayîna ku çeteyên DAIŞ`ê li Reqayê çandibûn de, du welatiyên sivîl bi navê Abdullah Îsa (33) û Ehmed El-Cerah (23) bi giranî birîndar ketin.

10.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً