NAVENDA NÛÇEYAN – Îsraîlê piştî ku vê sibehê balafireke wan ji aliyê Sûriyeyê ve li Girên Golanê hate xistin, li dijî baregehên artêşa Sûriyeyê dest bi êrîşên hewayî kir. Sûriyeyê jî ragihand ku ew dê bersiva êrîşên Îsraîlê bidin.
Hêzên hewayî yên Îsraîlê vê sibehê tesbît kirin ku Navgîneke Hewayî ya Bêmirov (NHB) ya Îranê li nav axa Sûriyeyê ketiye û li ser vê yekê êrîşên hedefên Îranê yên li Sûriyeyê kir.
Televîzyona Rêjîma Sûriyeyê gotibû ku “Pergala hewayî ya Sûriyeyê balafireke Îsraîlê xisti.”
Piştî van bûyeran hêzên hewayî yên Îsraîlê li dijî baregehên artêşa Sûriyeyê dest bi êrîşan kir. Li ser van êrîşan rêveberiya Sûriyeyê daxuyanî da û ragihand ku ev êrîşên Îsraîlê dê bê bersiv nemînin.
Di vê derbarê de ji aliyê Berdevkê Artêşa Israîlê ve Evîxay Ardayî hate ragihandin ku çeka hewayî ya Isaraîlê 12 hedef li Sûriyê daye ku ji nav wan 3 cihên enerjiya parastina hewayî yên Sûriyê ne û 4 hedefên din girêdayî Îranê ne. Artêşa Israîlê ragihandibû ku piştî xistina belafira wan, dest bi topbarana hedefên Îranî li bargeha lekşkerî ya Îranê kir.
10.02.2018
Rojev24