EFRÎN – Endamên ASA’yên ku ji aliyê Tayyîp Erdogan ve wek e “Artêşa Netewî” tên pênasekirin careke din derket holê ku tu artêş nîne li holê tenê dizekên mirîşkan û elokan heye. Ji ber vê yekê jî pirsa “Ma qet ji dizekên mirîşkan artêş çêdibe?” dide pirsîn.
Serokê Giştî ya AKP’ê Tayyîp Erdogan ji kesên ku di bin navekê qet li wan nayê “Artêşa Sûriya Azad” re wek e “Milî Kuvayiye” an jî “Artêşa Netewî” pênase dike, berê de jî dihat zanîn ku talanker, diz, tecawizker, revandina zarok û jinan dikin, lê ji aliyê hin kesan ve (dewleta tirk) ji bo meşrukirina van kiryarên wan wek e “Di şer de tiştên wisa dibin, mafê xwe yên ganîmet girtinê pêk tînin” pêşkeş dikirin.
Lê ev rastiyeke û ji aliyê hemû pispor û lêkolînvanên Rojhilata Navîn (ev alîgirên dewletan jî di nav de) van komên di bin navê “Çekdar” de komek jixwe re ava kirine û di bin navê “Artêşa Sûriya Azad” de dixwazin hebûna xwe bidomînin, baş dinasin û her platformî de tê ziman.
Yanî tê gotin: “Li holê ne artêşek azad heye ne jî Kuvayî Miliye heye. Li wir tenê dizên mirîşkan hene. Her wiha ew rihên di şerê Sûriyê de têk çûyî hene. Ev artêşên têkçûyîne. An go cihekî ku di her cebheyî de winda kirine. Şensek dawî dane wan ji wan re gotine ‘yan herin di Efrîn de bi cih bibin an jî dê paşeroja we tarî ye’. Li wir ASA yek tune ye. Komên dewşirma El Qaîde, dewşirma DAIŞ, El Nûsra hene. Ne azadî, ne Sûriye ne jî artêşek heye. Komek çeteyan heye. Serî li talaniyê didin. Mirîşkan didizin. Zeyta zeytunan didizin. Berhemên şûnwaran (cihên dîrokî) didizin. Diçin li Kilîsê difiroşin. Ma Kilîs çima ji rojnamevanan re hatiye girtin? Ji ber ku li wir dizî tê kirin.”
Yanî kurt û kurmancî ‘Artêşa Netewî’ ya Erdogan dizek in!
Komên Artêşa Azad (ASA) ku ji aliyê Serokê AKP’ê Tayyîp Erdogan ve wek e “Kuvayî Milliye” an jî “Artêşa Netewî” hat pênasekirin, ji aliyekî ve sûcên şer ên giran pêk tînin, ji aliyekê din ve jî mal û mulkên xelqê didizin. Endamên ASA yên ku ketibûn çend gundên ser sînor gelek mirîşk û elokan dizîn, bi kamerayan jî vîdeoya wan hatibû kişandin. Balkêş e ku ASA wek e DAIŞ dibêjin “Dizîkirina mal û mulkên kurdan helal e”.
Dîsa li nêzî gundê Şêxûrzê, endamên ASA’yê ku xwestibûn di çiftlika mirîşkan (medcene) mirîşkan bidizin, di encama operasyona şervanên QSD’ê ve 15 kes hatin kûştin. Vê bûyerî ragihandina dewleta tirk pir mezin kirin û xwestin bibêjin “QSD bi çekên ji aliyê Amerîka ve dane wan endamên OSO yê kûştine” bidin nîşandan. Lê piştre derketibû holê ku ev endamên ASA’yê berê de jî çewa mirîşk û elokan didizîn, dîsa jî xwestibûn mirîşkan bidizin û bibin Kilîsê bifiroş in.
Jixwe derewa ‘çekên kîmyewî’ bikar anîn ragihandina wan bixwe derxist holê!
Derbarê îdeaya QSD çekên kîmyewî bikaraniye de, nûçegihanê Yenî Şafak a wek nêzî ASA’yê tê naskirin, hemû ragihandinên xwe derewand. Bîlgen, da zanîn ku nûçeyên ku endamên ASA yên tên gotin bi çekên kîmyewî birîndar bûne ne rastin û destnîşan kir ku çekên kîmyewî Artêşa Tirk avêtiye û ew ji vê agahdar bûn, “Ji ber vê yekî jî divê ragihandinên me pir tevlîhev nekin, bêdeng bin baştir e.” Jixwe QSD jî daxuyanî dabû ku Artêşa Tirk û ASA li hin noqteyan kimyasal bikaranîne û ji ber vê yekî karibûn ketibûna hin girên heremê.
10.02.2018
Rojev24