NAVENDA NÛÇEYAN- Wezareta Xezîneyê ya DYA’yê roja înê sê şirket û kes di nav de kemwelatiyekî Tirk de jî heye ku bi tometa alîkariya rêxistinên terorî. Her wiha belafirên bê mirov û amûrên wê firotiye DAIŞ’ê û, wan xiste lîsteya terorê de.
Wezareta Xezîneyê ya Yekîtiya Dewletên Amerîkayê (DYA), ragihand ku hemwelatiyê dewleta Tirk Yûnûs Emre Sakarya û şîrketa wî ya Elekronîka Profesyonelan xistiye lîsteya Terorîstên Kurewî Yên Wek e Taybet Hatine Diyarkirin. Di daxuyaniya wezaretê de, hat diyarkirin ku Yûnûs Emre Sakarya bi riya şîrketa xwe ji DAIŞ’ê re ji bo belafirên hewayî ya bê mirov amûr û lawaziman peyda bike, alîkariyê kiriye.
Di daxuyaniyê de, hat destnîşankirin ku Şîrketa Elektronîk a Profesyonelan a li Tirkiyeyê, “Ji bo peydakirina amûrên teyara hewayî ya bê însan ji DAIŞ’ê re wek e şîrketek parawan xizmet kiriye.”
Wezareta Xezîneya DYA’yê, diyar kir ku şîrketa navê wê tê gotin, di nava 6 mehên destpêka sala 2016’an de ji DAIŞ’ê re 500 hezar dolar amûrên wesayîta hewayî ya bê mirov tedarik kiriye.
Her wiha Wezareta Xezîneyê, ragihand ku ji Filîpiniyan Abdulpatta Escalon Abubakar û ji Somaliyê Muhammed Mire Alî Yusuf jî bi hinceta piştgiriya maddî dane DAIŞ’ê wan jî xistine heman lîsteyî.
Şîrketa Abubakar û Yusuf jî xistine lîsteya reş, hat destnîşan kirin ku destdanîne ser hemû mal û milkên wan ên li Amerîkayê û ji bo hemwelatiyên Amerîka bi van kesan re hevkariya ticarî nekin qedexeyî hatiye danîn.
11.02.2018
Rojev24