LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Gelo mirov dikare him welatparêz û him xayîn jî bibe ?

Gelo mirov dikare him welatparêz û him xayîn jî bibe ?

NAVENDA NÛÇEYAN -Ji êrîşa artêşa Tirkiyê a li ser Efrîn ê ENKS cardî bi rûyê xwe yê hevkarê dijimin derkete pêş. Ji destpêka bûyerên ku li Bakurê Sûriyê diqewimin û heta roja îro bi plan û proje li gorî dijmin tevgera ENKS hate eşkere kirin. “Êdî ENKS bû mînaka xiyaneta kurdan”.

Berjewendiyên kesayetî partiyeke ber bi her alî ve derdixe holê

Ji destpêka şoreşa Sûriyê de tevgerên kurdî ku xwedî nakokî ji dîrokê de ne hêvî hebûn ku ev nakokî ji holê werin rakirin, hêvî hebûn ku ew partî an jî tevger bi şoreşa ku hatiye destpêkirin xwedî helwestek nû bin an jî bikarinin derfeta heyî ji bo mafê gelê xwe qezenc bikin.

Armanca ku wan partiyan ji bo wê kar dikir “Dewleteke Kurdî” mîna her kesî be. Partîbûn an jî xwe di nav partiya xwe de sînordar kirin ev yek ji êşên ku kurd di despêka dîroka wan de tê kişandin heye û ev yek bû sedema hilandina wan partiyan û her car bi navekî nû derdiketin pêş, lê li gorî eynî zihniyet û armancan. Yek ji sedemên ku rê da ku ev êş kûr bibin berjewendiyên kesayetî bûn ku her kes xwest ku berjewendiyên xwe û piştre yên partiya xwe biparêze û bidest bixe, lewra ger ku mirov vegere dîrokê tê xuya kirin ku piraniya partiyên ku derdiketin holê bi navên malbatî bûn û ew partî endamên wê ji wê malbatê bi xwe bûn.

Da ku ew partî an jî kesayeta ku birêvedibir xwedî cih û mekanet be ber bi aliyekî ve diçû, lewra her partiyek bi kesayetên xwe nêzî hin aliyan dibû û bi vê yekê ew alî bi xapandin û bidestxistina mafê kurd ew partî ji xizmeta xwe re didan bikaranîn. Di roja me ya îro de mînaka vê cardî tê jiyîn ku Encumena Niştîmanî Kurdî li Sûriyê ENKS ji bo xeta dijberiya Kurd hatiye sazkirin.

Piştgiriya ENKS’ê ji Hêzên Radêkal ên ku êrîşî Şêx Meqsûd kirin

Di dema ku gelê Kurd û pêkhateyên dîtir li Şêx Meqsûd ê li hemberî kiryarên kesên nîjedperest li berxwedidan, gelê kurd wê demê ne hewjeyê çek û cebilxane bû, lê diva bû ku di nav hemû pêkhateyan de xwedî helwesteke netewî be. Tiştê ku di wê demê de dihat xwestin ku gelê kurd bibin yek û bi gelê Şêx Meqsûd bi sekine û piştgirtiyê bidin wan, lê tiştê derkete holê di şexsê “Ibrahîm Biro” ku serokê vê partiyê ye li Stenbolê piştgirî dan grupên Isalmî yê ku jin, zarok, kesên temen mezin kirin qurbaniyên berjewendiyên xwe. Bi vê yekê Ibrhîm Biro di rêya civîneke ku li Tirkiyê lidarxist helwesta xwe belî kirin û piştgiriya xwe ji artêşa bi navê ASA re diyar kirin.

Bi vê yekê di kolana kurdî de ev bo sedema ku ferq û cudatî di navbera kurdan de çêbibe, êdî baweriya gel bi ENKS ê êdî were şikandin û rûyekî ku kurd e lê bi mejiyekî Tirkî an jî Islamî derkeve holê. Ev yek bi ketîbeyên Kurdî ku bi navê Kurdan tevlî nava ASA’yê bûn derkete holê û bi navên (Neviyên Selah ElDîn û Maşel Temo ango Azadî û hwd di nav artêşa ASA de bûne xwedî roleke di nûneriya Kurdan de.

Peymanên girtî di civînên tarî de

Wek ku hat zanîn hewildana ENKS’ê jo destpêkê ve û heta niha ew bû ku bide diyar kirin ku ew nûnerê gelê Kurd e û ev yek di daxuyanû, civîn û çalakiyên wê de li pêş bû.

Bi vê yekê ENKS dixwest ku baweriya kolana Kurdî bi xwe bîne û her tiştê ku dike bi navê kurdan rewa bike, lewra ENKS di çarçoveya ku ferq di navbera wê û kurdan de tune ye tevger dikir.

Di plana ENKS ya vê tevgerê de di helwesta xwe de gihişt asta ku têkiliyên stratjîk bi rêjîma Sûriyê re avabike, lê ev peyamên girtî neketin xizmeta gelê heremê de, lê berovajî wê zirar gihişte gelê heremê û bi taybet gelê kurd. Her tişt xedî bedel e , lewra da ku kesayetên di nsv ENKS ê di gelek helwestan de ev yek derkete pêş, mîna girtina ciwanên kurd ji aliyê rêjîmê ve û lidarxistina civînên xwe di çargoşeya Ewlekariyê de, her wiha rêjîma Sûriyê jî derfet ji wan re avadikir ku rehet derbasî bajarê Qamişlo yê bibin, Bi vê yekê derdikeve hole ku bersmberî fonên ku ji Rêjîmê digrtin ku di belgeyan de hatin piştrast kirin projeyeke wiha hebû.

Teslîmkirina Belgeyan ji dijminê Kurdan re û di serî de dewleta Tirkiyê

ENKS di riya saziyên ragihandinê de wekî kenala ARK TV belgeyan li ser rêveberiya xweser û neqşeyên heremên Cizîrê ji dewleta Tirkiyê re dişîne.

Di mînakên ku gelek caran em pêşberş wê dihatin çawa ku kenalên girêdayî ENKS kordînat radestî Tirkiyê dikirin, herî dawî ji aliyê Ajansa ANHA’yê ve ku belgeyên axaftinên nûçegihanên Malpera Yekîtî Medya Alan Selîm weşandibû ku tê de cihên hêzên Leşkerî li Rojava bi Tirkiyê re parvekiribû.

Di berdewamiya têkiliya ENKS bi Tirkiyê re ku ji wan perspektîvan digrin hate eşkere kirin ku derbarê civînên ku ENKS’ê cihê xwe di nav hemû kongireyên çareseriya aloziya sûriyê de digirt û hêjî digre ne wekî şandeyek serbixwe û ne wekî parzvanekî mafê kurd , lê cihê xwe di nava dijiminê gelê kurd de digirt ku li aliyê opozisyona bi ser Tirkiyê ve bû. Herî zêde ev di şexsê Fûad Elîko ku heta niha jî xwe di Desteya Siyasî ya Koalîsyona Sûriyê de digre.

Ji destpêka bûyarên şoreşa Bakurê Sûriyê ve ENKS nasnamaeya gelê kurd winda kiriye, tevî ku hewildan hebûn ku ENKS vegere ji riya şaş, lê ji ber ku navenda biryara wê Inqera bû ji riya xwe vengeriya.  Di 20 çileyê de dewleta Tirkiyê û grûpên çete dest bi êrîşekî berfireh li ser Efrînê kirin.

Gelek aliyan piştgiriya berxwedaniya ku li Efrînê kirin nîşandan, lê gelê Efrînê li xwediyê xwe digeriyan li kurdan digeriya ku hêza xwe ji xwe bigre. Ereb ,Xiristiyan, Aşûr û Tirkmen bi yek dengî gotin Efrîn ne bi tenê ye.

Derbarê helwesteke kurdayetî ku ji aliyê ENKS derkeve holê nehate bihîstin tersî wê tişta ku li Efrîn diqewime bi suckirina rêveberiya wê heremê hate bi nav kirin.

Bi taybet ji aliyê kesayetên di nav koalîsyona Sûriyê ya opozisyonê de ne ku qaşo dibêjin em nûnerên Kurdan ne, helwesteke zelal derneket û heta niha ji aliyê hin endamên ENKS bi xwe rexne li ser wan rêverberan mîna Hewas Egîd, Ebdulhekîm Brşar û Fûad elîko tê kirin û êdî ew di rûpela kurdan de reş bûneJi aliyê van kesan ve helwesteke zelal derneket, herî dawî hate eşkere kirin ku ji aliyê hin endamên ENKS li herêma Efrnê ku hate belgekirin çawa endamên ENKS hevkariyê bi artêşa Tirkiyê re dikin û dagirkirina wan ji Efrînê re pêşwazî dikin. Lewar ev kes ji aliyê Hêzên Asayîşa Efrîn ve hatin girtin û niha di lêpirsînê de ne.

Wekî encam derdikeve holê ku piştî van bûyeran kurd li vê partiyê wekî mînka xiyanetê digrin, ji ber ku li gorî kolana kurdî ev kes bi qilifa ENKS bercewendî û projeya Tirkiyê li ser Kurdan qebûl dikin û pêk tînin.

(Sema Rênas)

11.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً