NAVENAD NÛÇEYAN – Serokê partiya karkerên kurdistanê ‘’PKK’’ Abdulah Ocalan salvegera wî ya 19’mîn di zindana Êmraliyê ya li Tirkiyê de ye. Ev yek ji aliyê KCK û Kongira star hate şermezarkirin.
Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê têkildarî komploya 15’ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî weşand ,
Komploya navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de dest pê kir, di 15’ê Sibata 1999’an de bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd bi encam bû. Rêber Apo 19 sal in di esaretê de ye û di bin tecrîdeke giran de ye. Rêber Apo bi fikr û helwesta xwe ya 19 salan ne bi tenê ji bo gelê Kurd, rê nîşanî hemû mirovayetiyê dide. ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ Li ser vî esasî em şehîdên bi rêz û hurmet bi bîr tînin, û komploya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şermezr dikin
Ji Kongra Star daxuyanî
Koordînasyona Kongra Star Komploya 15’ê Sibatê wiha anî ser ziman ‘’Komploya navnetewî ya 15’ê Sibatê ku bi dîlgirtina Rêber APO di Îmraliyê de bi encam bûye, di salvegera wê ya 19’emîn de em bi hêrseke mezin şermezar dikin û hêzên komploger lanet dikin. Em şehîdên xwe yên ku li hemberî rastiya komployê bi dirûşmeya ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ xwe li derdora Rêbertiya me kirin xelekek ji agir bi rêzdarî û deyindarî bibîr tînin.
Bangewaziya KCK’ê û Kongira Star
Ji aliyêkê dine ve KCK û kongira star Di sala 19’an a komployê de gotin ‘’ku ew bang li tevahiya gelê xwe û mirovahiya demokratîk dikin, bi taybetî bang li jin û ciwanan dikin ku di xeta azadiyê ya Rêber Apo de cihê xwe di nava têkoşîna afirandina mirovahiya azad, Rêbertiya azad, Kurdistana azad û Rojhilata Navîn a demokratîk de bigirin. Li ser vê bingehê banga kirin ku têkoşîna mirovahiya demokratîk a li dora Berxwedana Efrînê bê geşkirin.″
Rojev24