NAVENDA NÛÇEYAN- Di 10’ê Sibatê de li Der’a, Homis û li gundewarê şamê belafirên Îsraîlî 12 noqteyên leşkerî yên rejîma Sûrî hedef girt.
Di 10’ê Sibatê de belafirek Îsraîl derkete ser esmanê Sûriyayê û li 12 noqteyên Rêjîma Sûrîyayê li Der’a, Homs û gundewarê Şamê, da. Hat gotin ku ev noqteyên leşkerî yên Îranî bûn. Lê belafir rastî bersivdayina rêjîma Sûriyeyê hat. Di encam de belafira Îsraîl a F-16 kete xwarê û heta niha derbarê rewşa pîlot de agahiyek zelal nehat bidestxistin.
Rûsiya rê da Îsrîal
Wek tê zanîn ku “heremên kêmpêvçûn” ên wek e Dêr’a, Hûmis, Hema, Rojhilatê Xûta û herî dawî jî Îdlib ên li Sûriyeyê di bin çavdêriya Rûsiya, Îran û Tirkiyê de ne. Hat ragihandin ku Dêra ya li başurê Sûriyeyê û hêzên Rûsî noqteyên wê yên leşkerî hene û hat ragihandin ku ev yek jî tê wî wateyê ku bê erêkirina Rûsiya di hêla seha asîmanî êrîş nayê kirin. Ev yek jî bû sedema nirxandina Rûsiya rê daye balafirên Îsraîl ku êrîşên noqteyên hêza Hizbûllah a girêdayê Îranê û rejîmê hatiye xistin.
Bi van pêşketinan re şîroveya di polîtîkayên Rûsiyayê ya di dîrokê de xuya dike ku di polîtîkaya wê de itîfaq an jî hevalên demdirêj tune ye. Ev yek ji bo erêkirina êrîşa balafirên dewleta tirk a li ser Efrînê de jî xuya bû. Çewa tê zanîn ku ligel hin hêzên Rûsiya li ser sînorê Efrînê hebû jî lê destûr da balafirên şer a dewleta tirk a li ser Efrînê.
Planên Rûsiyayê li Sûriyeyê
Di 7 sal şerê li Sûriyê didom e de, hêzên navneteweyî Amerîka, Rûsiya û dewletên wek e Îran, Tirkiye jî di pêşbirka wê kî herî zêde axa Sûriyê bixe bin serweriya xwe. Di demên dawî de plana Rûsiya ya ji bo kêmkirina rola Îran, Amerîka û Tirkiyeyê ya li ser axa Sûriyeyê, ji bo Efrîn jî bixe bin serweriya Rejîmê ya ku berdevkiya Rûsiya ya li ser erdê dike, ji bo hêzên kurd hewceyê xwe bike, rê ji balafirên şer a dewleta tirk re vekir. Niha jî heman tiştî li başurê Sûriyê ya li ser Îranê jî dixwaze bike. Lewra tê gotin ku Rûsiya riya asîmanê ji Îsraîlê re vekiriye.
Hêjayê gotinê ye ku di 9’ê sibatê de Rûsiya rê da balafirên Îsraîl a li ser asîmanê Sûriyeyê û hişt ku noqteyên Îranê û hinekî jî rejîma Sûriyê bombebaran bike. Hat gotin ku armanc jê ewe bandora Îranê ya li ser Sûriyê kêm bike.
Xistina belafira Îsraîl
Piştî balafirên şer ên Îsraîl 12 noqteyên rejîma Sûriyeyê û Îranê da, rejîma Sûriyê bersiv da û balafirekî Îsraîlî xist. Hat diyarkirin ku ji sala 1980’ê û vir ve cara yekemîn e Sûriye balafirekî şer a Îsraîlî dixe xwarê. Hat diyarkirin ku dibe bi zexta Îranê rejîm vî balafirî aniye xwarê.
Noqteyên ku ji aliyê belafira Îsraîl hatin bombebarankirin
1- Balafirgeha Têfor li gundewarê Homsê.
2- Belafirgeha Abû Dimêr ya leşkerî li gundewarê Homsê.
3- Balafirgeha Mezê ya leşkerî.
4- Ciyayê Elmani rojhelatê Kiswa li başûrê Şamê.
5- Girê Ebu Saleb li başûrê Şamê.
6- Herêma Dîmas bakûr rojavayê Şamê.
7- Bajarê Medaya bakûr rojavayê Şamê.
8- Focê 16 rojhelatê Şamê.
9- Focê 104 ya li gungewarê Şamê.
10- Lîwa 156 li Til Elseba li hermêa Xibxab bakûrê Dera.
11- Focê 79 û 89 li bajarokê Cibab li herêma Xibxab ya bakûrê Dera.
12- Focê 175 li derdora bajarê Izra yê bakûrê Dera.
14.02.2018
Rojev24