LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / TSK 26 rojin bi tang û topan êrîş dike, lê gavekê jî pêşve neçûne

TSK 26 rojin bi tang û topan êrîş dike, lê gavekê jî pêşve neçûne

EFRÎN – Hikûmeta Tirkiye ji bo kurd li bakurê Sûriyê negihijin hev, 26 rojin bi tang, top û balafirên şer bi şev û roj êrîş dike. Li aliyê din hewldanên siyasî û dîplomatîk dimeşîne. Lê niha gavekê jî pêşve neçûye. TSK û komên girêdayên wê ji bilî sehaya hewayê, li 5 xetên bejayî êrîşê gundewar, navçe û navenda Efrînê dike. Lê şervanên QSD’ê destûr nade gavekê jî pêşve biçe.

Êrîşa TSK û komên girêdayî wê ya li dijî Efrînê di roja 26’an de berdewam dike. TSK bi tang, top û balafirên şer ê hewayî û bejayî êrîşê axa Efrînê dike. Rûsya heta niha 2 caran sehaya hewa ji balafirên şer ên Tirkiye re vekir û balafir bê navber bombe dikin. Hikûmeta Tirkiye tevî hemû hêzên leşkerî, siyasî û diplomatîk 26 rojin heta niha nikare têkeve axa Efrînê.

Gel koç nake

Medya girêdayî îktîdara AKP’ê wekî ku welatiyên gundan koç dikin dide nîşan. Dîsa wekî ku şervanên QSD’ê cilên sivilan li xwe dikin ango xwe di nava sivîlan de vedişêrin nîşan dide û heta niha bi bombekirina gundan nêzî 200 sivîl hatin kuştin. Di şeva 20’ê Çile de bi 72 balafirên şer êrîş kir. Zêdetirê 100 noqteyên piraniya wan cihwarên sivîlan bû xist û xwest sivîl ji Efrînê koçber bikin. Lê gelê Efrînê tenê cihê malên xwe guhestin. Gundên mal û gundê wan tên bombekirin ji bo demborî cihê malên xwe diguherînin û derbasî gundê cîran dibin.

Gotin 3 seat lê 26 roj şer didome

Hikûmeta Tirkiye di serî de ji bo êrîşa ser Efrînê got dê di 3 seatan de bi encam bikin. Lê ji 3 saetan derbasî 3 rojan bûn û niha 26 rojin, encam bi dest nexistine û hêj gavekê pêşve neçûne. Ji xeynî êrîşên balafirên şer, niha ls 5 xetan êrîşên gundewarên girêdayên navçeyên Efrînê dikin. Niha ji tevahî 366 gundên Efrînê li 36 gundan şerê dijwar heye.

Li 36 Gundan şer bi dijwarî didome

Leşkerên TSK’ê û komên girêdayên wê di şerê bejayî de rastî bersîva xurt a QSD’ê tên. Şervanên QSD’ê bi zanebûn gund û hin noqteyên li ser girên heremê berdidin û bi şev jî terzê gerîlatiyê “lê dide û xwe vedikişîn e”, bi operasyonên taybet ji gund û noqteyan tên derxistin. Li gor neqşeyê tê gotin ji aliyê Rûsiya ve hatiye amadekirin ku dewleta Tirk weke pêşve hatine û gundan girtine nîşan dide. Lê di rastiyê de ev cihên tên nîşandan jî di navbêra TSK û şervanên QSD’ê de ne û vala ne, li van ciha pêvçûn berdewam dikin.

Li gund û xetên ku şer di navbêra QSD’ê û TSK’ê de didome wiha ne:

*Navçeya Cindêris: 1-Gundê DêrBelût, 2-Gundê Mihemediyê, 3-Gundê Nasiriyah, 4-Gundê Dokan, 5-Gundê Safariye, 6-Gundê HacIskender, 7-Gundê Quşlah, 8-Gundê ÇemalBêl, 9-Gundê IşkanXerbî.

*Navçeya Şiyêh(ŞêxHedîd): 1-Gundê Qerminliq, 2-Gundê Çeqela Jêrîn, 3-Gundê Çeqela Jorîn, 4-Gundê Souuldjouk, 5-Gundê XelîlKulku, 6-Gundê Memel Uşaxî, 7-Gundê Omer Uşaxî.

*Navçeya Raco: 1-Gundê TilKeşûr, 2-Gundê Adah Manli, 3-Gundê AlîBakkî, 4-Gundê BîlalKuy.

*Navçeya Bilbilê: 1-Gundê Şengal, 2- GundêBakUmasî, 3- GundêAlîkar, 4- Gundê Zehran, 5- GundêBalîKuy, 6-Gundê Kurni, 7-Gundê Mehmûd Weyasî, 8-Gundê Hay Oxlo, 9-Gundê ŞêxUmasî, 10-Gundê Mersawa, 11-Gundê Heftaro, 12-Gundê EL şêx Xerûz, 13-Gundê Omer Sîmo, 14-Gundê Salikanli,

15-Navenda Navçeya Bilbilê,

*Navçeya Şêranê: 1-Gundê Dîkmetaş, 2-Gundê Qstelê.

Dûrbûna Eniya şer ji navenda bajarê Efrîn eve:

-Ji eniya şer ya navçeya Bilbilê heya navenda bajarê Efrîn 24 km.

-Ji eniya şer ya navçeya Şêran heya navenda bajarê Efrîn 18 km.

-Ji eniya şer ya bakurî navçeya Raco heya navenda bajarê Efrîn 30 km.

-Ji eniya şer ya Başûrê navçeya Raco heya navenda bajarê Efrîn 25 km.

-Ji eniya şer ya navçeya Şiyêh(ŞêxHedîd)Şiyêh (ŞêxHedîd) 21 km.

-Ji eniya şer ya navçeya Cindêris heya navenda bajarê Efrîn 23 km.

14.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً