NAVENDA NÛÇEYAN- Endama Eniya Rizgariya Gelê Filîstînê Leyla Xalid got ku hikumetên Îsraîl ûTirkiyeyê li hemberî gelê Filîstînê û kurdan, heman polîtîkayên serweriyê disepînin.
Eniya Rizgariya Gelê Filîstînê Leyla Xalid ku di salên 1970’yî de di nav çalakiyên revandina balafira Isriylî de bû. Her wiha cihê xwe di nava gelek çalakiyan cûda de girt. Xalid wek endama Eniya Rizgariya Gelê Filîstînê û Rêveberiya Netewî ya Filîstînê tev li Kongreya Mezin a 3’yemîn a HDP’ê bû. Xalid destnîşan kir ku coşa kongreyê bandoreke mezin lê kiriye û got: “Di serdemeke ku gelek endamên wê di girtîgehê de ne, lidarxistina kongreyeke bi vî rengî tiştekî muazam e.”
‘Kurd jî, Filîstînî jî çek hilgirtin çimkî em gelên bindest in’
Xalid, di axaftina xwe de di kongreyê de gotibû polîtîkayên ku Îsraîl û Tirkiye disepînin û tiştên ku gelê Filîstînê û kurd bi wan re rû bi rû mane wek hevdu ne. Xalid wiha behsa wan tiştên kir: “Serwerî serwerî ye. Li her derê cîhanê dişibe hevdu. Riya HDP’ê riyeke aştiyane û demokratîk e. Ji bilî vê gelê kurd çek hilgirtiye. Ji bo me jî heman tişt heye. Me jî çek hilgirt, Çimkî em gelên bindest in; em tim bi çewisandinan re rû bi rû mane. Herdu gel jî bi polîtîkayên ku Îsraîl li ser me disepîne, polîtîkayên Tirkiye li ser kurdan disepîne re rû bi rû ne. Komkujiyan pêk tîne, çalakgeran digire, niha bi hezaran mirov girtîne. Îsraîl jî heman tiştî li ser gelê me pêk tîne.”
‘Baweriya me bi Tirkiyeyê nayê’
Xalid, da zanîn ku ew peyamên hikumeta Tirkiyê yên wekî “Em li gel gelê Fîlîstînê ne” yên ji bo raya giştî ne, ne cewherî ye û wiha domand: “Têkiliyên Tirkiye û Îsraîlê bi hev re hene. Tirkiye behsa piştgiriya xwe ya Fîlîstînê dike. Lê têkiliya Îsraîl û leşkerên wê bi hev re hene. Divê qeydên xwe ji Îsraîlê bibire. Ên ku li dijî dagirkeriyê piştgiriyê didin gelan, her dem têkiliyên xwe ji desthilatdaran qut kirine. Têkiliyên leşkerî yên Tirkiyeyê bi Îsraîlê re hene. Ev di asta herî jor de ye. Piştî komkujiya Mavî Marmarayê, li şûna ku hikumetaTrkiyeyê balyozxaneya xwe paşve bikêşanda, bila hemû têkiliyên xwe ji Îsraîlê qut bikira. Hîna jî pîlotên leşkerî yên Îsraîlê li Tirkiyeyê perwerdê dibînin.”
‘Ev dagirkeriye’
Xalid, destnîşan kir ku bi hefteyane operasyonên TSK’ê yên li ser Efrînê di rojeva Rojhilata Navîn de ye û wiha domand: “Ev operasyona dagirkeriyê ye. Tirkiye dixwaze Efrînê dagir bike. Berî her tiştî çi karê Tirkiyeyê li Sûriyê heye? Çima? Di encamê de Sûriye welateke cîran e. Berî şer û krîzê Sûriyeyê deriyên xwe ji Tirkiyeyê re vekirî bû. Niha jî leşkerên Tirk bi artêşa xwe re li Sûriyeyê şer dike. Mafekê wî yê wiha tune ye. Dibêjin ew li dijî terorê şer dikin, lê li wir ew bi xwe terorîst e. Ji ber ku hiqûqa navneteweyî îhlal dike, desthilatariya Sûriyeyê îhlal dike û niha jî sivîlan qetil dike. DAIŞ û El Nusra êrîşî sivîlan dikin. Em weke Eniya Rizgariya Gel a Fîlîstînê dagirkeriya Tirkiyeyê ya li ser Sûriyeyê şermezar dikin.”
‘Erdogan dixwaze xwe bike sûltan’
Xalid rexneyên tund li polîtîkayên hikûmata AKP’ê yên li Rojhilata Navîn kir û domand: “Tirkiye dixwaze xwe li Rojhilata Navîn hêzdar bike. Ji Iraqê heta Misirê û herêma di navberê de dimîne. Tirkiye dixwaze demografiya xwe berfireh bike. Di heman demê de ji polîtîkaya Îsralê ya Rojhilata Navîn re dibe alîkar. Niha jî armanca wan ya sereke ew e ku Sûriyeyê dabeş bike. Tirkiye para xwe dixwaze. Çimkî Erdogan dixwaze bibe sultan û dixwaze Tirkiyeyê veguherîne Împartatoriya Osmaniyan.
14.02.2018
Rojev24