LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li Senatoya Fransayê tevlîbûna banga piştgiriya Efrînê zêde dibe

Li Senatoya Fransayê tevlîbûna banga piştgiriya Efrînê zêde dibe

NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Senatoya Fransayê Olîvîer Loenhardt, ji bo hikumeta Fransayê destekê bide Efrînê dest bi kampanya îmzeyan kir. Heta niha 41 senator tevlî kampanyayê bûne.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên ji bo dagirkirina Efrînê, kampanya li Senatoya Fransayê dewam dike.

Kampanya ji aliyê endamê Koma Ewropayê ya Civakî û Demokratîk a Senatoyê Olîvîer Leonhardt ve hate destpêkirin û heta niha 41 senator tevlî bûne.

Di bangawaziyê de tê bibîrxistin ku Kurd li dijî çeteyên DAÎŞ’ê têdikoşin û heta niha bi hezaran şervanên Kurd jiyana xwe ji dest dane. Bal li ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê hate kişandin û hat ragihandin ku 800 hezar Kurd, Ereb û gelên din ên xwecihî yên li Kantona Efrînê di rewşeke xetere de ne.

Hat destnîşankirin ku êrîşên Erdogan û rejîma wî binpêkirina hiqûqa navneteweyî ye û bang li Fransayê, Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê hate kirin ku ji Tirkiyeyê bixwazin ku êrîşên xwe yên li ser Efrînê tekez rawestîne.

Çav li rê ye ku hejmara senatorên mohra xwe datînin binê bangawaziyê roj bi roj zêde bibe.

Senatorên heta niha mohra xwe danîne binê bangawaziyê:

Stéphane Artano, Saint-Pierre-et-Miquelon

Viviane Artigalas, Hautes-Pyrénées

Esther Benbassa, Paris

Maryvonne Blondin, Finistère

Jean-Pierre Corbisez, Pas-de-Calais

Nathalie Delattre, Gironde

Nassimah Dindar, Réunion

Rémi Féraud, Paris

Jean-Luc Fichet, Finistère

Bernard Fournier, Loire

Jean-Marc Gabouty, Haute-Vienne

André Gattolin, Hauts-de-Seine

Fabien Gay, Seine-Saint-Denis

Eric Gold, Puy-de-Dôme

Guillaume Gontard, l’Isère

Jean-Pierre Grand, l’Hérault

Véronique Guillotin, Meurthe-et-Moselle

Benoît Huré, Ardennes

Patrice Joly, Nièvre

Mireille Jouve, Bouches-du-Rhône

Roger Karoutchi, Hauts-de-Seine

Eric Kerrouche, Landes

Joël Labbé, Morbihan

Françoise Laborde, Haute-Garonne

Olivier Léonhardt, l’Essonne

Claudine Lepage, Senatora Fransiyên li derveyî welat

Marie-Noëlle Lienemann, Paris

Jean-Jacques Lozach, Creuse

Monique Lubin, Landes

Didier Marie, Seine-Maritime

Rachel Mazuir, l’Ain

André Reichardt, Bas-Rhin

Sylvie Robert, Ille-et-Vilaine

Laurence Rossignol, l’Oise

Jean-Pierre Sueur, Loiret

Sophie Taillé-Polian, Val-de-Marne

Rachid Temal, Val-d’Oise

Jean-Louis Tourenne, Ille-et-Vilaine

Jean-Pierre Vial, Savoie

Jean-Pierre Vogel , Sarthe.

16.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً