LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Fermandarên ASA’yê ji aliyê Tirkiyê ve têne siyoqast kirin

Fermandarên ASA’yê ji aliyê Tirkiyê ve têne siyoqast kirin

NAVENDA NÛÇEYAN- Endam û fermandarên ASA’yê li Idlibê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve têne siyoqast kirin.

Hate eşkere kirin ku ev demeke nêzî 20 rojin rojane rêveberên komên çekdar yên ku navê Aetêşa Azad li xwe kirine li Idlib ê û gundewarê Helebê ji aliyê grupên ne nas ve têne hedef girtin.

Roj bi roj têkliyên dewleta Tirkiyê bi komên çekdar yên li Sûriyayê derdikeve holê. Derkete holê têkiliya komên ku li Idlibê bi cih dibin ên bi navê‘’Tehrîr El Şam, Ehrar El Şam, Feyleq El Rehman û hwd’’ bi dewleta Tirkiyê re heye. Ev yek di dema ku Tirkiyê termê pîlotê belafira Rûsî ya ku li Idlibê ji aliyê Tehrîr El Şam ve di 3’ê Sibatê de hatibû xistin de hate tekez kirin, lewra ji aliyê Tirkiyê ve termê pîlot radestî Rûsyayê hate kirin.

Operasyona li dijî Efrînê ya ku ji aliyê dewleta Tirkiyê û komên girêdayê wê yên bi navê Mertala Firatê di 20’ê Sibatê de hate destpêkirin û ev bi armanca dagirkirina Efrînê bû.

Bi derbasbûna 29 rojan ji operasyona dijî Efrînê hewldanên Tirkiyê li hemberî berxwedana dijwar a gelê Efrînê û hêzên wê têk çû. Ji ber vê yekê dewleta Tirkiyê komên girêdayê wê li Idlibê ber bi Efrînê ve kişand weke komên bi navê ‘’Nûe Edîn El Zinkî, Feyleq El Şam, Feyleq El Rehman, Ceyş El Islam, Ceyş Idlib El Hur’’. Hate ragihandin ku ev yek bû cihê aciziyê û nakokiyên di nava berpirs û endamên hin koman her wiha di nava gelê Herêmê de jî ev acizî û hêrs derkete holê. Li gorî agahiyên herî dawî ev yek bû sedema derketina xwepêşandanan li dijî vê operesyonê. Xwepêşandêran daxwaz ji van koman kirin ku herêma Idlibê ji Rêjîma Sûriyayê biparêze li şûna ku şerê Kurdan bikin.

Hêjayî bi bîr anînê ye ku ji aliyê Rêjîma Sûriyê û hevalbenda wê Rûsya ve rojane kîmyasal li ser heremên Sûriyayê bi taybet Idlib ê û Xûta Rojhilat ve tê barandin.

Derketina endam û fermandarên komên çekdar yên li Idlibê dijî biryara dewleta Tirk a bi zorê tevlîbûna wan ji opersyona dijî Efrînê re û derketina xwepêşandanan li Idlibê, hate eşkere kirin ku ev yek bû cihê bertek û bê dengkirina Tirkiyê ji wan kesan re ji ber vê yekê dewleta Tirk dest bi tesfiye kirina di nava wan de kir. Herî dawî derkete holê ku kesên bi navê Ebû Elcûd ku berpirsê ewlekariya yê şaxê Tehrîr Elşam e û Bîlal Sado ku endamê Tehrîr El şam e hatin kuştin, her wiha fermandarê tabûra Aqrebat li gundewarê bakurê Idlibê Ebdilrehman faor hate hedef girtin û niha birîndar e, ev kuştin û hedef girtin di demekê ku ev nakokî derketin e çêbûye.

 

Di parvekirina kuştina van kesan de tê gotin ku ji aliyê komên ne nas ve an jî ji ber şerê serweriyê têne kuştin lê li gorî ku çavkaniyên herêmî dane eşkere kirin ev kes ji aliyê Tirkiyê ve ji ber dijberiya wan a siyaseta Tirkiyê û bikaranîna wan hatine kuştin.

17.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً