LEZGÎN
الرئيسية / Jin / Efrîn dê bi Berxwedana xwe û yekîtiya gelan bi ser keve

Efrîn dê bi Berxwedana xwe û yekîtiya gelan bi ser keve

NAVENDA NÛÇEYAN- Jinên Ermenî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar kirin û diyar kirin ku dê Efrîn bi berxwedana xwe û yekîtiya gelan bi ser bikeve.

Êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê ku di 20’ê Çileyê de dest pê kiribû ket roja 30’an. Di encama êrîşan de gelek sîvîlan jiyana xwe ji dest dan, gelek cihên dîrokî hatin hilweşandin, her wiha nexweşxane û dibistan jî hedef hatin girtin. Di encama êrîşan de Ermenî yên ku li Efrînê dijîn jî hatin kuştin. Ji malbata ku Ermenî ne sê kesên bi navê Şemsa Mûsa (57), Roşêr Gonês (18), Henîfa Gonês (16) jiyana xwe ji dest dan. Jinên Ermenî êrîşên li ser Efrînê şermezar kirin û anîn ziman ku ew ê jî li dijî van êrîşana serî hildin û serî natewînin.

‘Efrîn hêviya gelên aştîxwaz e’

Jina Ermenî Xatûn Mardo diyar kir ku ew ê xwedî li Efrînê derkevin û got:”Em êrîşên dewleta Tirk ên li ser Efrînê şermezar dikin. Di dîrokê de li Tirkiyeyê Ermenî hatine kuştin û dixwazin vê yekê li Efrînê jî dubare bikin. Lê Efrîn hêviya gelên aştîxwaz e loma em dev ji Efrînê bernadin.”

‘Li Efrînê ew ê serkeftin a hemû gelan be’

Xatûnê anî ziman ku Efrîn warê gelên berxwedêr e û wiha dewam kir: “Bi salan e ku li dijî gelê Kurd êrîşên dijwar tê kirin. Lê gelê Kurd qet bejna xwe li ber van êrîşana netewand û li Efrînê ew ê serkeftin a hemû gelan be. Em jî wekî jinên Ermenî bi serkeftin û berxwedana Efrînê re ne.”

‘Divê saziyên mafên mirovan bêdengiya xwe bişikînin’

Xatûnê wiha dawî li axaftina xwe anî:” Ev êrîşên li ser Efrînê tê meşandin, êrîşek li ser hemû gelê herêmê ne loma divê em bibin yek û axa Efrînê biparêzin. Em bang li saziyên navneteweyî dikin da ku bêdengiya xwe bişkînin û li hember komkujiyan bisekinin.”

‘Em ê piştgiriya gelê Efrînê bikin’

Dayika bi navê Fatma Kêvo ku ew jî Ermenî ye wiha hestên xwe anî ziman: “Dewleta Tirk Fermana Ermeniyan rakir, niha jî dixwaze li Efrînê wan tune bike. Ev êrîşên ser li Efrînê erîşên li ser tevahî Bakurê Sûriyeyê ne. Em vê yekê qebûl nakin û em ê piştgiriya gelê Efrînê bikin.”

18.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً