EFRÎN – Nîqaşa gelo dê Artêşa Rejîma Sûriyê were Efrînê hêj berdewam dike de, tê gotin ku dewleta tirk û ASA riya ku dê karwanê leşkerên a dê were Efrînê topbaran bike.
Êrîşên balafir û topbarana dewleta tirk û komên Artêşa Azad (ASA) ya li ser Efrînê berdewam dike û li hemberê wê jî berxwedaniya mezin a gel û şervanên YPG/YPJ û QSD’ê nahêle pêşve werin. Di van rojên dawî de ku tê gotin dê Rejîma Sûriyê leşkeran bişînin Efrînê, li gor agahiyên ji çavkaniyên nava komên ASA’yê de wê dewleta tirk riya ku dê karwanên leşkerên rejîma Sûriyê bi balafir û topavêjan, bombebaran bike.
Leşkerên Rejîmê dê ji heremên di bin çavdêriya Rûsiya bên topbaran kirin!
Li gor agahiyan, ev topbarana ku dê bê kirin dîsa wê ji baregehên leşkerî yên dewleta tirk a ji herêma Şêx Berekat, Selwê û Çiyayê Şêxkiras a Idlibê ku di bin çavdêriya Rûsiya de ye bê kirin.
Tê zanîn ku ev herêm di civîna Astana 7 de biryara “heremên kêm pêvçûn” hatibûn îlankirin, di bin çavdêriya Rûsiya, Îran û Rejîmê de ne.
19.02.2018
Rojev24