LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / YPG’ê li odeya operesyona dijî Efrînê çalakiyek lidarxist

YPG’ê li odeya operesyona dijî Efrînê çalakiyek lidarxist

NAVENDA NÛÇEYAN- Di 17’ê Sibatê de şervanên YPG’ê li dijî odeya oprasiyona artêşa Tirkiyê û komên çekdar yên girêdayê wê yên bi navê Mertala Firatê, li navçeya Qirixane ya girêdayî welayeta Hatay ya Tirkiyê, çalakiyek pêk anî. Li gor daxuyaniya YPG’ê ku di çalakiyê de 7 leşkerên Tirk û çekdar di nav de hatin kuştin û hin ji wan birîndar bûne.

Ji destpêka operesyona dweleta Tirk li dijî Efrîn û ta beriya şehadeta Barîn Kobanê şervanên YPG ê û YPJ ê di çarçoveya parastinê de bûn û ti êrîş li dijî dewleta Tirk û komên girêdayê wê ne anîne. Lê ji ber ku Artêşa Tirkiyê û çekdarên wê hemi rê û rêbazên qirêj di şerê Efrînê de, her wiha li dijî gelên sivîl çekên Kîmyasal, belafir û tankan bi kar anî, êdî hêzên QSD, YPG û YPJ neçar man ku di nava Tirkiyê de çalakiyan lidarxînin ta ku AKP hişiyar bibe li ser van komkojiyên li dijî sivîlan û baş nasbike ku ti car dê Efrîn û hermên kurdî nekeve destê wan de. Di heman demê de çalakiya şervanan ji bo tolholdana şehîdên berxwedana Efrîn Avêsta Xabûr û Barîn Kobanê bû .

Ev cara duyemîne ku şervanên YPG’ê derbeyên giran li herêmên bin serweriya Tikiyê û komên çekdar yên girêdayê wê pêktîne. Çalakiyek li Ezaz ji aliyê şervanên YPG pêkhat û têde 4 tankên komên çekdar hatin rûxandin. Çalakiya li Hetayê çalakiya duyemîne ku li odeya operesyona li dijî Efrînê pêk hat.

Ev çalakiyana berxwedan û îradeya şervanên YPG û QSD’ê derdixe holê ku ewê ta dawî şerê herî giran, parastina rûmet û xaka xwe bikin û ewê ti car tola Barîn û Avêsta nahêlin lê tersî wê bi cesareta Barîn û Avêsta çalakiyên xwe lidarxînin û dijmin têkbibin.

di heman demê de ne tenê ev herdû çalakî pêk hatine lê li ser erdê jî rojana berwedana Efrînê li pêşiya tevayî cîhanê xuya dike û navê berxwedana serdemê lê hatiye kirin ya ku wê dawî li dagirkeriyê bîne û azadiyê raghîne. Bi vê berxwedanê hemî hevsengî hatin guhertin ji ber ku ti kesî bawer nedikir ku berxwedanek bi wê dijwariyê rû bide û ti hêz wê nikaribe xwe li ber artêşa NATO ya duyemîn xwe bigire. Lê ev 31’mîn rojin ku Efrîn li ber xwe dide û tersî wê derbeyên giran li artêşa Tirkiyê dixe.

Di îradeya Avêsta Xabûr û berxwedana Barîn Kobanê û Fîdaya Arîn Mîrkan de berxwedana li Efrîn dehan xurtir bû ji ber ku li Efrîn tenê tiştek ji hêzên QSD, YPG û YPJ’ê heye ewe bawerira wan bi Şehîd, Gel û serokê wan Abdulah Ocalan û li gor vê baweryê berxwedanek bê hempa didin meşandin û soza tekoşînê didin.

(CIWAN BARAN)

19.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً