NAVENDA NÛÇEYAN- Gelê Helebê û Herêma Efrînê berê xwe dane navenda navçeya Meydankê.
Bi hezaran gelê Şexmeqsud Helebê û bajarê Efrînê berê xwe dane bajarokê meydankê ya navçeya şera a Efrînê.
Gelê Helebê û kantonên Şehba û Efrînê ku alên YPG, YPJ û QSD`ê rakirin, bi karwanekî ku bi sedan erebeyan pêk dihat, berê xwe dan naveçya Meydankê.
Gelê navçeya Meydankê bi coş li benda gelê Helebê û Efrînê ye. Li navçeyê dê çalakî were li darxistin.
Hêjayî gotinê ye ku ji destpêka êrîşa dagirkira ser Efrînê ve ji aliyê heremên Bakurê Sûriyê ve çalakî ji bo piştgiriya Efrînê têne lidarxistin her wiha şandeyên din ji parçeyên cuda tevî xeterî û topbarana bê navber berê xwe didin Efrînê û bi silogana Efrîn ne bi tenê ye ew çalakî didomin.
20.02.2018
Rojev24