LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Îsbata ku çeteyên DAIŞ’ê bi dewleta tirk re êrîşî Efrînê dike!

Îsbata ku çeteyên DAIŞ’ê bi dewleta tirk re êrîşî Efrînê dike!

EFRÎN – Di demekî ku nîqaşa têkiliyên dewleta tirk a bi DAIŞ’ê re berdewame, du birayên di nava çeteyên DAIŞ’ê de ne niha di xeta navçeya Şiyê ya Efrînê de bi komên ASA re di êrîşan de cihê xwe digirin.

Dewleta tirk bi taybetî Serokê Giştî ya AKP’ê Recep Tayyîp Erdogan û hikumeta AKP’ê têkiliyên wan ên xûrt bi çeteyên DAIŞ’ê re bi gelek belge, wêne û dîmenan hatiye îsbatkirin, ligel daxuyaniyên rayedarên hikumeta AKP’ê ya tu têkiliyên wan bi DAIŞ’ê re nîne tê dayîn, di êrîşa ser dagirkirina Efrînê de, dihat îdeakirin ku gelek çeteyên DAIŞ’ê bi komên Artêşa Azad (ASA) ya girêdayê dewleta tirk re di êrîşa dagirkirinê de cihê xwe girtin e.

Serokê AKP’ê Tayîp Erdogan û Artêşa Tirk (TSK) ku ya ASA’yê wek e “Artêşa Netewî” an jî “Kuvayi Millî” pênase dike, ligel vê yekî jî nakokî, metirsî û bê baweriya wan a li dijî hev, dikin û nakin di ser erdê de nikarin pêşveçûnekî pêk bînin.

Artêşa Netewî’ ya Erdogan çeteyên DAIŞ’ê ne

Di demekî ku nîqaşa têkiliyên dewleta tirk a bi DAIŞ’ê re berdewam e de, du birayên ku 3 sal di nava DAIŞ’ê de ne niha li gundên dora navçeya Şiyê ya Efrînê bi komên ASA re di êrîşên dagirkirinê de cihê xwe digirin. Navê her du birayên DAIŞ’î Mustafa û Abdurahman Ecelî ku navê bavê wan Abdulah, navê dayîkê Fatma, eslê xwe ji gundê Şimêrin a girêdayê Ezazê ne.

 

          Mistefa Eclî                                                         Ebdilrehman Eclî

Tê gotin ku gelek çeteyên DAIŞ’ê jî cihê xwe di nava komên ASA yên girêdayî dewleta tirk de digirin. Bi vê yekî jî careke din îsbat bû ku têkiliyên dewleta tirk a bi DAIŞ’ê re qût nebûye û hat nirxandin ku jixwe ji ber ev êrîşa li ser Efrînê ji bo rihê DAIŞ’ê zindî bê hiştin û tola Kobanê, Minbic, Reqqa û Dêra Zorê bê girtin tê kirin e.

20.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً