LEZGÎN
الرئيسية / Jin / ‘Jina serhildêr dê pergala desthilatdar têk bibe’

‘Jina serhildêr dê pergala desthilatdar têk bibe’

NAVENDA NÛÇEYAN- Hevseroka PYD’ê Eyşe Hiso derbarê êrîşên li ser Efrînê de diyar kir ku dê bi berxwedanek bêhempa planên qirkirina li ser Kurdan vala derkeve û wiha got:”Jina serhildêr dê pergala desthilatdar têk bibe û li Efrînê serkeftin dê bibe ya Gelê Kurd.”

Êrîşên Tirkiyeyê yên li hemberî Efrînê ketin roja 32’emîn. Di encama êrîşên li ser Efrînê de gelek sîvîlan jiyana xwe ji dest dan gelek jê birîndar bûn. Derbarê êrîşên li ser Efrînê de Hevseroka Partiya Yekîneyên Demokratîk Ayşe Hiso anî ziman ku Efrîn bi rihê seferberiyê li ser piyan e û têkoşînek ku di cîhanê de olan dide tê kirin.

‘Kes nikare kirasê desthilatdariyê li me bike’

Eyşeyê diyar kir ku şikestina hêz û îradeya Gelê Efrînê ne hêsan e û wiha berdewam kir :”Li Efrînê berxwedanek mezin tê meşandin û li dijî vê berxwedanê cîhan matmayî maye. Ji ber ku dewleta tirk bi hemû çekên xwe yên giran ev 32 roj in ku êrîşî Efrînê dikin lê nikarin pêşve biçin. Şervanên azadiyê û gelê Efrînê hemû planên wan bi têkoşîna xwe vala derdixînin. Kes nikare kirasê desthilatdariyê li me bike û axa me dagir bike. “

‘Bi rihê jina azad têkoşîn tê meşandin’

Eyşeyê bal kişand ser girîngiya yekîtiyê û wiha domand: “Efrîn bi rihê seferberîyê li ser piyan e. Li Efrînê bi rihê jina azad têkoşîn tê meşandin. Şervan, dayik hemû bi yêk rihî tevli berxwedana serdemê bûne. Rihê jina kurd a berxwedêr hiştiye ku hemû jinên heremê wek Ereb, Tirkmen beşdarî berxwedana serdemê bibin. Gelê Efrînê bi tevgera yekîtiyê bersiveke herî xurt dide dewleta tirk.”

Jina serhildêr buye çembereki ji agir û axa xwe diparêze!

Eyşeyê di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna jinê û got:”Erdogan xwest projeya Netewa-Demokratîk têk bibe lê belê berxwedana jina kurd a ku ji axa xwe qut nabe di asta pêwîst de bersiv da û kesên ku êrîşî Efrînê kirin negihaştin armanca xwe. Jinên Kurd xwedî vîn û nasnameyek dewlemend in loma kes nikare îradeya jina Kurd bişkîne. Dewleta tirk dê nikaribe destkeftiyên Gelê Kurd desteser bike.”

‘Nefesa gelan projeya netewa demokratîk e’

Eyşeyê bal kişand ser girîngiya netewa demokratîk û wiha dewam kir:”Armanca êrîşên li ser Efrînê ew bû ku projeya netewa demokratîk têk bibin. Projeya netewa demokratîk civakê azad dike, nefesa gelan e.”

‘Em ê bi rihê 8’ê Adarê tekoşîna xwe bidomînin’

Eyşeyê di dawîya axaftina xwe de wiha got:”Em ê bi rihê 8’ê Adarê tekoşîna xwe bidomînin. Em ê weke jin bi rihê berxwedana serdemê ve 8’ê Adarê pêşwazî bikin. Em ê hemû rojan bikin roja 8’ê Adarê, bi vi awayî, bi rihekî hevpar tekoşîna azadîyê bidin meşandin. Jina ku pêşengiya azadiyê dike wê bi ser bikeve. Dê tu astengî û dagirkerî nikaribe pêşî li têkoşîna jina azad bigire. 8’ê Adarê em ê li ser pîya bin û hemû rojan bikin roja 8’ê Adarê. Dê aştî û azadî bi destên jinê li cîhanê pêk bê.”

20.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Rûsya û Turkiye li ser Idlibê û Bakurê Sûriye negihştin formekê

NAVENDA NÛÇEYAN- Hikûmeta Rûsyayê ragihand, ew razî nînin Turkiye “herêma aram” ya ku li nav …

اترك تعليقاً