HESEKÊ – Hêzên Asayîşa Rojava li Kantona Hesekê erebeyek serbarî teqemeniyan piştî kontrol kirina wê hate bê bandor kirin.
Li gorî çavkaniyên heremî hate ragihandin ku serê vê sibehê li taxa Miftî ya kantona Hesekê ya bi ser herêma Cezîrê ve erebeyek serbarî teqemeniyan hate girtin. Hate ragihandin ku erebeya hate kontrol kirin cureya Teksî rengê Spî bû ku li pêşiya dikaneke a bazirganiyê li ser kolana gitştî hate dîtin.
Çavaniyan ragihand ku ew erebe 3 roj in li ser kolanê hatibû bi cih kirin, ji ber gumana bi erebeyê ji aliyê kesên dikanên kolanê aghdarî ji Asayîşa bajar re hate kirin. Ji aliyê Asayîşê ve ew erebe hate kontrol kirin û hate zanîn ku ew erebe ji bo teqandinê hatibû amadekirin. Hêzên Asayîşê dest bi tedîbrên rakirina teqemeniyan ji erebeyê kirin û teqîna plankirî hate bê bandor kirin.
20.02.2018
Rojev24