LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Mehmûd: Wê yekîneyên leşkerî li ser sînor bi cihbibin

Mehmûd: Wê yekîneyên leşkerî li ser sînor bi cihbibin

NAVENDA NÛÇEYAN – Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel Nûrî Mehmûd derbarê derbasbûna  yekîneyên girêdayî artêşa Sûriyê Efrînê daxuyanî da.

Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd derbarê derbasbûna  yekîneyên girêdayî artêşa Sûriyê ya Efrînê daxuyaniyeke nivîskî da.

Daxuyanî wiha ye:

ʺPiştî mehekê ji berxwedaniya Efsaneyî ya hêzên me li dijî artêşa Tirk a dagirker û rêxistinên terorîst ên wekî Cebhet El-Nusra, DAIŞ û hwd, derbeyên giran li dagirkeran hatin xistin, yekîneyên me daxwaz ji hikumeta Sûriyê û artêşa wê kir ku bi erka xwe ya parastina Efrînê û  parastina sînorê Sûriyê li dijî dagirkeran rabe”.

Li ser vî bingehî, hikumeta Sûriyê erka xwe pêk anî û yekîneyên leşkerî îro ango di 20`ê Sibata 2018`an de rêkirin. Ev yekîne wê li ser sînor werin bicihkirin û tevlî parastina yekîtiya axa Sûriyê û sînorê wê bibinʺ.

20.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً