LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Bi dîmen- Tirkiyê hewil dide navenda bajarê Efrîn dorpêç bike

Bi dîmen- Tirkiyê hewil dide navenda bajarê Efrîn dorpêç bike

NAVENDA NÇEYAN – Di encama berdewamiya hovîtiya artêşa Tirkiyê li ser Efrînê 6 kes ji ber topbarana navenda Efrîn ku piraniya wan zarokin birîndar bûn.

Duh di saetên şevê de navenda bajarê Efrînê ji aliyê Artêşa Tirk ve hate topbaran kirin di encamê de 6 kes birîndar bûn.

Duh di 20 sibatê de di saet 12:20 an de navenda bajarê Efrînê li kolana Velat ji ber topbarana artêşa Tirk agir bi malên sivîlan ket û di encamê de 6 kes birîndar bûn ku di nav de 4 zarok hene.

Li gorî ku hate ragihandin navên birîndaran wiha ye:

Rexed El Ebdo (8 sal)

Omer Fewaz El Ebdo (10 sal)

Awaş Mistefa Casim (35 sal)

Fewaz El Eebdo (41 sal)

Ebdilrehman Fewaz El Ebdo (10 sal)

Cûma Fewaz El Ebdo (14 sal)

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku ji ber lewaztiya pêşveçûna artêşa Tirk û komên girêdayî wê sivîl têne hedef girtin, lewra artşa Tirk û komên girêdayî wê rojane bi hovîtî û binpêkirina yasayên navdewletî cihên siîlan û cihên giştî topbaran dike, li gorî çavkaniyên ji Efrînê hate destnîşan kirin ku Tirkiyê bi topbarana xwe cihên giştî ên sivîlan talan dike û bi temamî dirûxîne.

Duh ji aliyê serokomarê Tirkiyê Erdogan ji ber derbasbûna Hêzên Gelêrî Efrîn û parastina sînor ragihand ku wan riya wan girt û ewê navenda bajarê Efrînê dorpêç bikin da ku tevgerê asteng bikin.

21.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً