NAVENDA NÛÇEYAN- Li navçeya Qileban a Şirnexê hêstirên ku ji aliyê leşkeran ve hatibûne desteserkirin, “bi merc” hatine berdan.
Li gundê Mêrgeh a Qilebanê, 4 hêstirên hemwelatiyekî, bi tometa qaçaxcîtiyê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatine desteserkirin.
Xwediyê hêstiran hemwelatiyê bi nave (C.A) serdana qereqolê kiribû lê leşkeran jê re gotibûn, “Hêstirê we niha girtî ne. Lêpirsîna wan berdewam dike. Piştî ku karê wan xilas bibe emê bişînin Serdozgeriya Qilebanê.”
Piştî ku ev buyer di ajansan de bû nûçe, leşkeran hêstir radestê xwedanê wan kir lê jê re gotin: “Hê jî karûbarê lêpirsîna wan xilas nebûye. Heta karûbarên wan xilas nebe nefiroşin. Bi vî şertî em radestê te dikin.”
Piştî vê nûçeyê parlamenterê HDPê yê Şirnexê Aycan Îrmez mijar radestî parlamentoyê kir û ev pirs ji Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu kirib; “Lêpirsîna hêstirên girtî gihiştiye kîjan qonaxî?”.
21.02.2018
Rojev24