LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Armanc yekîtiya Sûriyê ye lewra karwanek din diçe Efrînê

Armanc yekîtiya Sûriyê ye lewra karwanek din diçe Efrînê

NAVENDA NÛÇEYAN – Bi daxuyaniyên herdu aliyên Rêveberiya Bakurê Sûriyê û Hikûmeta Sûriyê armanca yekîtiya xaka Sûriyê bûye sedema şandina yekîneyên gelêrî ji Efrînê re.

Ji aliyê ajansa Sana ya Hikûmeta Sûriyê ve hate ragihgandin ku karwanek din a hêzên gelêrî ên bi ser artêşa Sûriyê ve ji bo bersivdayîna dagirkeriya Tirkiyê û komên girêdayî wê derbasî kantona Efrîn bû.

Bi vê yekê ajansê diyar kir ku grûpên nû ên hêzên gelêrî di riya Heleb-Nibil de derbasî Efrînê bûne, ev karwan piştî derbasbûna 24 saetan li ser derbasbûna karwanê beriya wî ji Efrînê re pêk hat. Hate tekez kirin ku ew grûpên gelêrî li seranserî sînorê Efrînê biu Hêzên YPG/YPJ û QSD re bicihbûne. Di dîmenên ku hatin weşandin de helwesta hêzên glêrî derdikeve holê, yekîniyan ragihandin ku ewê bersiva êrîşên Tirkkiyê bi YPG re bidin û silogana ku Sûriyê yeke nîşaneya şandina wan karwana ye.

Di derbasbûna karwanê yekemîn ê hêzên gelêrî ji Efrînê re bi taybet grûpa ragihandinê rastî topbaran artêşa Tirk hat ku diencamê de 2 kes jiyana xwe ji dest dan û 5 ji wan birîndar bûn

Derbarê sedema derbasbûna van hêzana ji Efrînê re hate destnîêan kirin ku ew ji bo xaka Sûriyayê ewê parastina Efrînê bi Hêzên YPG re bikin.

Ji aliyê endamê Komîteya Têkiliyên Derve yê Partiya Yekêtiya Demokratîk Salih Muslim ve hate ragihandin ku derbasbûna van hêzan û peymana bi Hikşmeta Sûriyê re tenê leşkerî ye.

Her wiha derbarê vê mijarê de ji aliyê Hevseroka Desteya Federaliya Bakurê Sûriyê ve hate ragihandin ku dagirkirina Efrînê tê wateya parîçebûna Sûriyê bi giştî, lewra ev xeterî ji aliyê Hikûmeta Sûriyê ve hate dîtin û bi erka xwqe ya parastina sînor rabin.

22.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً