LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Bi Dîmen- Artêşa Tirkiyê navenda Sêwî û gaziya armanc digire

Bi Dîmen- Artêşa Tirkiyê navenda Sêwî û gaziya armanc digire

NAVENDA NÛÇEYAN- Di encama topbara dewleta Tirkiyê li ser Efrînê gele ziya gihişt mal û milkên welatiy. Her wiha di encama topbarana duh de navenda Sêwiya û 6 kes ji malbatek Ereb birîndar ketin.

Piştî derbasbûna mehekê ji operesyona li dijî Efrînê ji aliyê Dewleta Tirkiyê û komên çekdar yên girêdayê wê ku ne çar mane li hemher berxwedana gelê Efrînê. Tirkiyê rêbazê belavkirina tirsê bi avetina Fûz û topbarana li ser gel de dimeşîne bi armanca valakirina herêmê.

Navenda komeleya Sêwiyan hate topbarankirin

Dewleta Tirkiyê duh navenda herêma Efrînê topbaran kir. Di encama topbaraê de navenda komeleya ‘’ Melak ‘’ hate topbarankirin. Ev komele ku xwedî li sêwî û gaziya derdikeve. Her wiha bi erka fêrkirina zarokên ker û lal radibe.

Rêveberê komeleya Melak Ehmed Bekir ragihand ku’’ nêzî 4 fûze li nêzî komeleye ketin. Ev komele bi karê sêwî û gaziya radibe. Di vê kolanê de navendên leşkerî tune ye giş sivîlin. Topbaran bû sedema hiweşandina pencereyên koleyê. Her wiha di encam de 3’ê zarok birîndar ketin ew rakirin nexweşxaneyê.’’

Bekir di berdewamiya axaftina xwe de bang li rêxistinên navnetewî û UNICEF kir ku bi erka xwe ya parastina sivîl û zarokan de rabe.

Çi bibe bila bibe em ji axa Efrîna xwe bernadin’

Hate eşkerkirin ku di topbara dewleta Tirkiyê de li ser navenda Efrînê zirar gihişt mal û milkên sivîla. 7 erebeyên sivîla hatin şewitandin û rûxandin.

Pêve girêdayê Mihemed Emîn koçberê navçeya Qestel Cindo ye got ku ew ji ber belafirên artêşa Tirkiyê malbata xwe koçî navenda herêma Efrînê kir. Lê cardî rastî êrîşan tên tevî ku ti noqteyên leşkerî tine ye. Hwe wiha da zanîn ku ‘’bila Erdogan di wê baweriyê de be ku çi bibe bila bibe em qet ji axa Efrîna xwe bernadin.’’

di encama topbaranê de malbatek Ereb birîndar ketin

Hete eşkerkirin ku di topbarana dewleta Tirkiyê li ser Efrînê malbatek Ereb hatin armanc kirin. Ev malbat di navber gundê Turindê û taxa Eşrefiyê de bû, 6 kes ji vê malbatê birîndar ketin, navên wan wiha ne:

Rexde Fewaz El-Ebid 8 salî ye

Omer Fewaz El-Ebid 10 salî ye

EbdElruhman Fewaz El-Ebid 10 salî

Coma Fewaz El-Ebid 14 salî

Ewaş Mustefa El-Casêm 35 salî

Fewaz El-Ebid 41 salî

22.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً