LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / ENKS’ê biryara ji koalîsyona opozisyonê venekşe girt

ENKS’ê biryara ji koalîsyona opozisyonê venekşe girt

NAVENDA NÛÇEYAN – ENKS bi hevdîtinên xwe yên sê rojan li herêma Kurdistanê bê biryara vekşandina ji nava kolaîsyona Sûriyê ku êrîşî Efrînê dike derket.

Di berdewamiya civînên Encumena Niştîmanî Kurdî li Sûriyê ENKS’ê li Herêma Kurdistanê hate ragihandin ku duh piştî danustandinên sê rojan civîn bê biryara veqetandina ji Koalsyona Sûriyê bi dawî bû.

Di 19’ê sibatê de Encûmena ENKS ku şandeya wê ji Mihemed Ismaîl, Fûad Elîko, Ibrahîm Biro, Hewas Egîd, Fesla Yûsiv, Feysel Yûsiv, Namet Dawid, Ebdilsemed xelef biro, Ebdilbasit hemo, Kamîran haco, Tahir Sifûk û Ebdilhekîm beşar pêk dihat ku hemû endamên komîteya Siyasî û Navendî yên ENKS ê ne li Hewlêrê civiyan.

Hate ragihandin ku şandeya ji 12 kesan pêk tê li Hewlêrê bi serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî re hevdîtin pêk aniye. Derbarê xalên hevdîtina sê rojan de Nûnerê ENKS di desteya Siyasî ya Koalîsyona Sûriyê Hewas Egîd eşkere kir ku hevdîtin li ser rewşa Rojava, têkiliyên diplomasî yên ENKS bi welatên Emerîka, Fernsa, Birîtanya û Finlenda yê, her wiha derbarê helwesta ENKS beramberî Koalîsyon Sûryê bû.

ENKS beriya ku biçe hevdîtinan li herêma Kurdistanê

Ji destpêka êrîşên dagirkeriya li ser Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve û komên girêdayî wê ên bi navê ASA’yê ku bi ser hikûmeta demkî ya Opozisyona Sûriyê ve diçe rojane sivîlên Efrînê qetil dikin ku heta niha bi qasî 458 sivîl ku piraniya wan zarok û jinin bûne qurbaniya van êrîşên hovane.

ENKS wekî partiyekî kurdî cihê xwe di nava koalîsyona Opozisyona Sûriyê de ku niha êrîşî Efrîn dike digre, lewra ji aliyê endam her wiha hin berpirsên ENKS ve bertekên li dijî opozisyonê derketin holê wekî seroka Şepêla Pêşeroj Narîn Metînî ku di 21 çileyê de bi daxuyaniyekê ku tê de ENKS bi êrîşa li ser Efrînê tohmetbar kir vekşiya. Di berdewamiya van istîfayan de ji aliyê endamên komîteyên heremî û xwecehî yên ENKS de bi daxuyaniyekê 38 endaman istfaya xwe ragihandin.

Li gorî çavkaniyan hate zanîn ku berpirsên di nava ENKS’ê de sedema vekşandina xwe bi rola ENKS û nerîna wê ya dijberî doza gelê Kurd re anîn ziman, ku wan berpirsan diyar kirin ku di pêvajoyekî wiha de hîn ENKS bi kolaîsyona Sûriyê re ye.

Hinceta ENKS li Bakurê Sûriyê çi bû?

Li gorî daxuyanî û helwestên ENKS dihate ragihandin ku ew li dijî sîstema Rêvberiya Xweseriya Demokratîk li Bakurê ne, ji ber ku gelek ji endamên wê di zindanên wê de ye. ENKS di daxuyaniyên xwe de girtina endamên xwe yên ku wekî qaçaxçî dixebitîn û xwedî têkilî bi MÎT a Tirkiyê re bûn hatine girtin bi girtiyên siyasî bi nav dikir. Piştî lêpirsîn û girtina doza wan kesan hatin berdan. Di vê derê de rola ENKS ya dijber nehate guhertin û derket holê ku ew hincet bûn.

Piştî eşkere kirina têkilya hin endamên ENKS wekî Izet Kurdî ku ji Efrînê ye bi MÎT a Tirkiyê re ku çawa artêşa Tirkiyê pêşwazî dike, hêjayî bi bîr anînê ye ku Izet Kutdî beriya demekê di zindanê de bû û ENKS ew bi girtiyê siyasî bi nav kiribû.

ENKS li Herêma Kurdistanê çi kir

Piştî hevdîtina şandeya ENKS li herêma kurdistanê helwest û nerîna wê hate guhertin. ENKS di dema ku daxuyaniyên li Rojavayê Kurdistanê de dida qutbûyîna xwe ji koalîsyonê dixiste rojevê her wiha helwetsa wê ya li beramberî Tirkiyê jî hişk bibû. Piştî hevdîtina bi serokê berê yê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî re derket holê ku ENKS helwesta wê nerm bûye.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Hewas Egîd ve hate dayîn de derket holê ku ENKS bi eynî daxuyaniya emê goftugoyan bi koalîsyona Sûriyê re bikin derket. Tişta ku derdikeve holê helwesta ENKS li herêmê ji ber zextan ve hatiye gunertin. Li gorî girêdan û nerînên ENKS ku ji herêma Kurdistanê digre pêk tê û ev di daxuyaniya seroka şepêla pêşeroj a veqetiyayî Narîn hate ekşere kirin ku Narîn eşkere kir ku ENKS biryra wê ne di destê wê de ye û ew li bendeya Herêma Kurdisdtanê û Tirkiyê ye.

Di roja 34 an de ji dagirkeriya Tirkiyê li ser Efrînê de ji aliyê serokatiya Herêma Kurdistanê ve daxuyaniyek a red kirina van êrîşan ne hatiye dayîn. Ev têkilî û hevsengiyên di navbera herdu aliyên Tirkiyê û herêma Kurdistanê de derdixe holê.

Herî dawî hate eşkere kirin ku Erdogan bi itîfaqa bi Nîçirvan Berzanî re li ser heremek 3 goşe a tampon ku di nav de Bakur, Başûr û Rojav de heye hatiye lihevkirin.

Nûnerê eşkere yê Tirkiyê di nav ENKS de

Yek ji nûnerên eşker yê Tirkiyê di nav ENKS de Endamê Komîteya Derve ya ENKS Siyamend Haco ye. Di dema destpêkirina êrîşan li ser Efrîn ji aliyê Siyamend Haco ve daxuyaniya bila Hêzên YPG ji Efrînê vekşe û radestî Tirkiyê were kirin hate dayîn. Bi vê dijberiya Haco sînordar nema lewra di 16 sibatê de bi kongirekê li Stenbolê Haco di bin navê PKK/PYD û YPG semîner da.

Tabûra Meşel Temo li Efrînê çi dike

Di nav êrîşên Tirkiyê li ser Efrînê e tabûra bi navê Meşel Temo ku di destpêka şoreşa Sûriyê de li kêleka komên ASA’yê hate avakirin, tevlî êrîşa ser Efrînê bû.

Li gorî belge û çavkaniyên taybet hate eşkere kirin ku Tabûra Mişel Temo ya ku girêdayî Şepêla Pêşeroj e bi dîmen endamê wê ê bi navê Mehmûd Mehmûd ku ji Tirbespiyê ye tevlî operasyona li ser Efrîn bûye û di destpêka şoerşê de di şerê Serê Kaniyê de du birayên wî ku di nav Cebhet ElNusra de bûn hatin kuştin. Hate eşkere kirin ku ev kes di dema kuştina birayên wî de berê xwe dide Ewropa û piştre vedgere Tirkiyê û cihê xwe di nava vê tabûrê de digre.

(Rênas Mihemed)

22.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً