LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Bi wêne – Tevî topbarana artêşa Tirk berxwedaniya gelê Efrînê lidare

Bi wêne – Tevî topbarana artêşa Tirk berxwedaniya gelê Efrînê lidare

EFRÎN – Di bin topbaran û astengkirina dewleta Tirk piştgiriya ji bo Efrînê bi hezaran welatiyên Efrînê û herêmên Cizîr û Kobanê li qada Newroz daketina çalakiyan.

Rojane ji aliyê gelê Efrînê û şandeyên ku berê xwe didin warê Berxwedana Serdemê çalakiyên şermezarkirna êrîşên Tirkiyê û komên girêdayî wê têne lidarxistin, her wiha mesaca em dev ji Efrînê bernadin tê dayîn.

Di 23 sibatê de gelê Kantonên Bakurê Sûriyê ji Cizîr û Kobanê cara duyemîn berê xwe dane Efrînê da ku piştgiriya xwe ji bo Efrînê careke din nû bikin, dema gelê Bakurê Sûriyê derbasî Efrînê dibe rastî topbarana belafirên artêşa Tirk tê ku di encamê de yek ji sivîlan bi navê Salim Xelef jiyana xwe ji dest da her wiha 12 sivîl jî birîndar bûn.

Îro di 24 sibatê de zarokê 5 salî ê bi navê Ibrahîm Reşîd Reşîd di encama topbarana belafirên artêşa Tirk li ser gundê Qenterê ê navçeya Mabata a herêma Efrnê de şehîd bû.

Tevî vê êrîşa pêk hatî, hate destnîşan kirin ku dewleta Tirk dixwest israr û piştgiriya ji bo gelê Efrînê rawestîne lê niha li qada Efrînê li çarxereya Newroz gelê herêmên Cizîr û Kobanê li kêleka gelê Efrînê li meydana Efrînê daketine meşê. Ji aliyê xwepêşandaran ve wê meş heta nexweşxaneya Afrîn bidome, bi hezaran ji kesên ku kom bûne silogana em hemû bi Efrînê re ne tê avêtin.

  

24.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً