LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Ji duh ve topbaran li ser navçeyên Efrînê ne rawestiya ye

Ji duh ve topbaran li ser navçeyên Efrînê ne rawestiya ye

NAVENDA NÛÇEYAN- Êrîş û topbarana artêşa Tirk û komên girêdayî wê di roja xwe ya 36 an de didome. Hate ragihandin ku artêşa Tirk bi tundî navçeyên Efrînê daye ber topan û di encamê de zirar gihştiye mal û milkên sivîlan her wiha hejmarek ji sivîlan birîndar û şehîd bûne.

Ev 36 rojin artêşeke NATO’yê sivîlên kantona Efrînê topbaran dike, li gorî çavkanî û agahiyên ku ji wê hremên têne girtin hate eşker kirin ku rojane topbaran Tirkiyê bi hovîtî zêdetir dibe. Herî dawî hemwelatiyên Bakurê Sûriyê ku berê xwe didin Efrîn ê jî bûne armanca topbarana Tirkiyê.

Netewyên Yekbûyî di 22 sibatê de bi daxuyaniyekê eşkere kir ku Tirkiyê sivîlên Efrînê qetil dike û bang kir ku êrşîşên xwe rawestîne.

Li gorî çavkaniyên ji nava Efrîn ê hate ragihandin ku ji duh ve êrîşên bejahî û hewayî yên artêşa Tirk û komên wê didomin.

Li navçeya Cindirêsê

Li gundê Baflorê yê girêdayî navçeya Cindrêsê di navbera şervanên QSD‘ê ji aliyekê û artêşa Tirk û çeteyên wê ji aliyekî din ve şer bi dijwarî qewmî. Her wiha Helîkopterên Kobra yên artêşa Tirk gundê Kefersefrê û navenda Cindirêsê bombebaran dike.

Li navçeya Racoyê

Li gundê Mûska û gundê Hacîlka yên girêdayî navçeya Racoyê di navbera şervanên QSD‘ê ji aliyekê û artêşa Tirk û çeteyên wê ji aliyekî din ve şer bi dijwarî diqewime.

Li navçeya Mabata

Artêşa Tirk gundên Dimîlya, Behdîna, Kopê û Berbenê yên navçeya Mabata topbaran dike.

Li navçeya Şera

Balafirên şer ên Artêşa Tirk gundê Erebwêran, Baflonê û çemê Omera yên navçeya Şerayê bi balafir û çekên giran bombebaran dike û sivîl dike hedef.

24.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً