NAVENDA NÛÇEYAN-Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şervan Derwîş îdîayên ku dibêjin rêjîma Sûriyê derbasî Minbicê bûye red kir.
Ajansa nûçeyan a Sputink duh nûçeyeke belav kiribû, tê de got ku rêjîma Sûriyê û QSD‘ê li hev kirine ku hêzên rêjîmê derbasî Minbicê bibin.
Berdevkê Fermî yê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Şerwan Derwîş di daxuyaniyeke xwe de li gel Ajansa Nûçeyan a Hawarê diyar kir ku di navbera wan û rêjîmê de lihevkirin tuneye û hêzên rêjîmê derbasî Minbicê nebûne.
Hêjayî bi bîrxistinê ye ku ji dema operasyona dijî Efrînê pêk hatî ku piştî 32 rojan hêzên gelêrî ên girêdayî artêşa Sûriyê derbasî Efrîn bûn ku erka xwe ya parastina sînorî pêk tînin, ji aliyê ragihandina dijber ve propxebdeyên guhertin û radestkirina herêman di navbera Hêzên YPG û Rêjîma Sûriyê de derdikevin holê. Lê ev yek ji aliyê Derwîş ve hate derwandin.
25.02.2018
Rojev24