NAVENDA NÛÇEYAN – Bi armanckirina dewleta Tirk herêma Efrînê taybetî û terzê wêran û komkujiya impratoriya Osmanî diherike. Erdogan ku îro temsîliyeta wê yekê bi projeya osmaniya nû dike li ser gelê kurd cardî hewil dide qirkirinê pêk bîne.
Qirkirina nijadî li seranserî cîhan ê: Ew in ê ku ew bi kuştin û veguhartina wan hatin kuştin
Paqijkirina nijadî ango qirkirina nijadî ewe hewldana avakirina valahiyeke erdnîgarî hevgirtî nîjadî ye bi valakirina herêmê ji grupên nijadên taybet û ew bi rêya bikaranîna hêza leşkerî pêk tê an jî tirsandin , derxistina bizorê ji herêmê , dagirkerî an perçiqandina taybetiya çandî , ziman û ol e da ku armanca tinekirina wê an asîmlekirina wê were kirin.
Qirkirina nîjadî ne tenê civakan hedef digire, lê hemû bawerî û girêdanên koma ku koçber kiriye ji ol û pîroziyên wê digre dest ku wê mecbûr dike ku ji cewherê xwe wekî ziman , çand , ol , kevneşop û baweriyên îdeolojî jî derkeve.
Tevî ku Mislman yek ji mezintirîn qurbaniya komkojiyên nijadî ye, lê di minhacên perwerdehiya ereban de ku piraniya xwe misilman in qirkirina nîjadî şêlo û veşartî maye. Di vê derbarê de giringtirîn buyerên qirkirina nijadî di dîroka civakan de em ê li ber çavan raxînin û diyar bikin:
Tirkiyê welatekî ku bi komên ku t, de jiyan dikin dikin dibe welatê herî zengî di aliyê netewan de, ku ev curbecuriya wê ne tenê di cureyên netewên ku t, de jiyan dikin lê belê vedgere kombûna hejmarek ji kêmnetewên olî û baweriyên ku li ser xaka wê jiyan dikin û ev cdabûna nîjadî dibe sedema ku pêşbirk, yekîtî û şepirzeya wê û carinan jî dibe yek ji sedemên balkêşî û cudabûna wê di mile zengîniya civakî.
Madeya 66 an di destûra Tirkî de, Tirk bi vî awayî pênase dike “Her kesê ku bi hikûmeta tirkiyê ve di rêya girêdana hemwelatiyê de ye” , lewra bikaranîna gotina “tirk” têgîneke ji welatiên tirkiyê re ye di pênaseya nijadê xwe bi rengekî din . Nîjad grûpek ji mirovan di milê reng û bingeha civakî de ku wekî hev in tê pênase kirin ku zimanekî wan taybet heye, dibe ku ol, çand û dîroka wan ne wekî hev be, lê di destûra tirkiyê de bi hemwelatiyên komara Tirkiyê ji milê siyasî û zagonî ve têne hesibandin.
Di rêya hevpeymana lozan a duyemîn de, Kemal Atatork li ser yekîtiya nijadên welat xebitî ku di hevpeymanê de ti nîşaneya hebûna nijadî li Tirkiyê tine bû, ku di civaka tirkî de ferzkirina têgîna nijadekî netewî û ew tenê nijada tirkî be pêk hat . Ku gelemperiya gelê Tirkan ji nijada tirkî ne ku rêjeya wan ji sedî 70 heta 75 e û ev li gorî îstixbara navendî ye.
Atatork silogan ” bijî jê re yê ku bêje ez Tirk im ” hilda û di rêya vê siloganê de hemû komên netewên din ji Şerkes , Kurd , Laz û Ereb xiste nava hev ku bi vê hemû tirk didîtin . Tê naskirin ku ev komên nijadî qedexe ye ku saziyên zanistî û medyayên weşanê bi zimanê xwe yê dayîkê ava bikin , û pênaseya netewa xwe bikin , li ser vî bingehî hin pêkhateyên nijadî li ser metirsîn û aloziyên bi dewleta Tirkiyê re jiyan kirin e.
Ji van komên nijadî
Kurd _ Ermen _ Suryan _ Şerkes
Kurd: Dîroka Osmanî bi komkujî û komployên der heqê kurdan de tijî ye. Imperatoriya Osmanî bi dehan komkujî li ser kurdan pêk aniye û bi taybet kurdên ne misilman . Gelek komkujî li ser kurdên Êzîdî li deşta Nînewa û Şengal de pêk aniye. Her wiha gelek komkujiyên din li ser memleketên Kurd ên ku dagirkeriya osmaniyan red kirine pêk anîye. Komkujiyên Osmaniyan heta ketina Impratoriya Osmanî û avakirina dewleta Tirk berdewam kir . Dewleta Tirk qirkirin û asîmîlasyon li ser hemû gelê ku li ber ava derya Reş û Spî jiyan dikirin kiriye. Piştî ku Tirkiyê hevpeymana Lozan erê kir dest bi rêze filmên komkujiyan li ser kurdan kir , li Geliyê Zîlan ,Dêrsim , Amed û Agirî komkouî pêk anî. Tenê li Geliyê Zîlan 30,000 sivîl li ser destê leşkerên tirk hatin kuştin. Komkujî ne tenê di milê laş de bû, lê di milê qirkirina çandî û îdeolojî de jî bû , qedexekirina zimanê kurdî û guhartina demografiya herêmên kurdî bû.
Ermen: Serjêkirinên tirkeyê der heqê netewên Ermen, Suryan û Aşuriyan di sala 1915 an de di şerê yekemîn yê cîhanê de û piştî wê nîşaneya kuştina bi zanebûn û meqsûdî a Impratoriya Osmanî ye. Ew serjêkirinên komî bi rêya komkujî û operasyonên koçkirinê her wiha derxistina bi zorê a ku di şert û mercên zehmet de ku hatine eyar kirin ku dibe sedema mirina rêwiyan pêk dihat. Lîkolînvan hejmara kuştiyên Ermen di navbera 1 heta 1,5 milyon nifûs destnîêan kirin. Di vê demê de hin komên nîjada Xirstiyan wekî Suryan, kildan, Aşur, Yunan û hwd rastî êrîş û destdirêjiya imperatoriya osmanî hatin. Lîkolînvan dibînin ku ev buyer wek beşekî ji siyaseta qirkirinê ye ya ku imperatoriya osmanî li dijî pêkhateyên xirstiyan pêk aniye.
Di roja me ya îro de gelek avahiyên bîranîna qurbaniyên van komkujiyan ku di hundirê xwe de dihewîne hene. Her sal di 24ê Nîsanê de roja bîranîna komkojiyên Ermeniya ye û ev roj eynî roja bîranînên serjêkirina Aşuriya ne, di heman demê de girtina 250 malbatên Ermen li Stenbolê ye. Piştî wê jî leşkerên Osmanî gelê Ermen ji malên wan derxistin û koç kirin û ew îcbar kirin ku bi dirêjahiya sed metreyan ber bi çolê ve bimeşin ku hin ji wan gihiştin Sûriyê ku xwarin û av li ser wan qut kirin. Komkujiyên Ermen bê serûber bûn ku gelek mirov hatin kuştin bê ferq û cdatiya temen û zayenda wan, di heman demê de destdirêjî li ser li ser jin an hate kirin .
Qirkirina netewan li Tirkiyê
Erdogan ji silsîleya “Rûya El Mele” ye ku milîşiyên îslamî yê ku piştgirî didan cîhadîstên li Rusya di salên 90 de an go di sedsala borî de û ya ku derbeya sala1999 an de pêk anî.
Di sala 2003 an de Receb Tayyîb Erdogan bû serokwezîrê dewleta Tirkiyê û endamê Hevpeymana NATO yê.
Di sala 2011 an de Erdogan hevpeymanek veşartî bi Ferensa re îmze dike ku tevlî şerên Lîbya û Sûriyê bibe û ev beramberî mafê wê ê ku gelê kurd koç bike û dewletekê bi vê mşnasebeyê avabike.
Di sala 2012 an de Erdogan peywira tensîqa şebekeyên cîhadîst piştî Emîr kurê Sultan girt.
Di sala 2013 an de Erdogan cihê Hemed Emîrê Qeter girt û ew bi piştgiriya grupa ” Îxwan El-Muslmîn” pêk hat. Piştî wê jî li bajarê Izmîrê biryargeha hêzên bejahî ya NATO (Land Kom) avakir a ku şerê li Sûriyê tensîq dike.
Di sala 2014 an de hikûmeta Erdogan beşdarî guhertina dewleta Îslamî li Îraqê bû ku wê bi 8 hezar leşkerên Neqşebendî ên (Ruya El Mela) li Iraqê kir, ku li tirkiyê ew avakirbû.
Bi vê yekê piştî ku Erdogan muxalifên xwe tune û binpêkir êdî rehet bê astengî serweriya xwe li ser welat berdewam kir û bi fikirê Sultan EbdElhemîd ElSanî û komelaya qirkirina netewan a “Turkiyê ElFetat ” welat birêvebir.
Operasyona dagirkirina Efrînê …. Û şandina ala impratoriya osmaniyan re ji aliyê silsîleya El-Melaya Osmanî Erdogan ji çekdarên xwe ên li hermê re
Hikûmeta Tirkiyê ala Lîwaya ElMûşat ê 57 an ber bi bajarê Kilîs ê sînor ê ve şand ku silogana osmaniyan hildide û teslîmî leşkerên ku di êrîşa li ser Efrîn de beşdar bibûn kir. Ev yek bi ermanca ku moralê leşkerên tirk piştî binkeftina wan di pêşveçuna li ser Efrîn a di roja 14 an de bû.
Gav û tevgera bi vî awayî berjewendiyên Tirkiyê li Bakurê Suriyê eşkere dikin û ew jî vegerandina “Neviyên Impratoriya Osmanî ” ye wekî ku Erdogan pênase dike.
Gelek ji berpirsiyarên Amerîkî metrisîna xwe dane xuya kirin. şêwermendê Berê yê Wezareta Parastina Amerîka Mayîkl Robin û (Pentagon) ê analîzvanê peymangeha projeyên Amerêkî gotin ku ermancên Tirkiyê li Efrînê diyar in. Di analîzeke peymangeha projeyên Amerîkî de hate gotin ku çûyîna Tirkiya ya Efrînê ne ji bo şerê dijî terorê ye, ji ber ku Efrîn ne navenda terorê ye, lê beşek ji hemleya Tirkiyê a bê hincet e li dijî kurda ye. Tiştê ku Tirkiyê li Efrînê dike ne ji bo ku terorê tine bike, lê ji bo paqijkirina nijadî ango qirkirinê pêk bîne. Tiştê ku Erdogan pêş dixe û bi coş dike daxwaza wî a cilbabekî egîdî leşkerî ye, û ew yek muhtacî û pêwîstiya Erdogan e. Her wiha armanca wî a bê dengkirina muxalefeta herêmî ye.
Kerdax / Efrîn:
Herêma çiyayê Kurmênc ango Kerdax ê ku bi gelemperiya xwe kurd in, li bakurê berava rojhilatê derya Spî dikeve û li bakurê rojavayê Sûriyê dikeve. Bilindahiyên wê li dawiya başûrê rojavayê çiyayên Torosê dikeve.
Bilindahiyên keredax ji kaniyên bilind ên çemê Efrîn ê yê Reş li rojhilatê bajarê Dîlok ” Întab” ku di sînorê tirkiyê de ye destpêdike, ku ji bakur rojhilat heta başûr rojava bi dir,jahiya 100 km heta navçeya Cindurêsê li Efrînê diçe û ew jî bi ferehbûna 25-45 km ye.
Herêma Keredax xwediyê rêveberiyeke xweser bû. Li gorî belgeyên dabeşkirinên îdarî ên Osmanî Efrîn herêmeke kurdî serbixwe bû ku di sedsalên cuda de avabûye, navendeke îdarî ya eşîreyên kurdî bû, navenda wê Kilîs e wekî peytext ku wek Sinceq dihate naskirin û girêdayî eyaleta Helebê bû.
Di heman demê de belgeyên osmanî diyar dikin ku gelek ji malbatên kurdî bi nave impratoriya Osmanî herêma Efrîn birêvebirine wekî malbata navdar a Can Pûlat a ku di gelek nifşan de Kilîs birêvedibir beriya ku Alî Can Pûlat bibe hakimê Helebê û di sala 1607 B.Z li dijî dewleta osmanî şoreş kir.
Komkujiyên Osmanî li ser netewan …. Xiyanet di fikirê Erdaogan de
Hemleya Tirkiyê ne li dijî qezenckirina derveyê terzê dîrokî yl Osmanî bû ku Erdogan xwe mîratxwar, w, sîlsilê di sedema nû de dibîne ku bide neviyên xwe û bi vê jî serbilinde, ku di hilbijrtinên herî dawî de Erdogan ji alîgirê xwe xwest ku derbeyekê Osmanî lê bidin û dijminê xwe bi xayîn bi nav kir.
Alîgir û cemawerê Erdogan naveroka nameya derbeya Osmanî fêm dike ku tê wateya berdewamiya zihniyeta Osmanî ya ku li ser tevlîheviya olan û lîstika li ser nîjada olî avabûye. Komkujiyên li ser qezenckirina berdewamiya dîroka osmanî a qirkirina netewan di zihnî de li ser mafê Kurd , Ermen û Suryan xwe daye avakirin û ji bo ku beriya her kesî vî şerî li pêşiya gelê xwe bi hincet bike tuhmeta wî ya xiyanetê hazir e û ev parçeyek ji siyaseta qirkirinê ya ku împeratoriya osmanî ji dema avakirina wê ye.
Erdogan mîratxwar, silsîleya Osmanî bi fikir û terzê xwe nikare ber bi bi projeya Osmaniya nû ve biçe û nikare êşên kolana Tirkiyê ji alîgirên xwe rake, tenê di rêya hemeleyên xiyanetê li dijî her kesekî nerîn û fikira wî dijî wî Erdogan be wekî Kurd, Suryan, Ermen û heta Tirkên di nav partiyên muxalefetê de, bi vê yekê Erdogan nikare têkiliyan bi wan re ji dervey navê xiyanetê deyne ku wan hêjayî derbeya osmanî dibîne wekî çawa xîtabê alîgirê xwe kir.
(Deniz Ased)
25.02.2018
Rojev24