LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li Cindirêsê komkujiyek din, 5 sivîl şehîd bûn

Li Cindirêsê komkujiyek din, 5 sivîl şehîd bûn

NAVENDA NÛÇEYAN – Balafirên artêşa Tirk a dagirker li gundê Yelanqoz ê girêdayî herêma Cindirêsê komkujiyeke din pêk anîn. Di encamê de 5 sivîl şehîd bûn.

Li gorî agahiyên ku ji Efrîn ê hatin girtin de serê seharê di saet 03:30 an de, di encama tobarana belafirên artêşa Tirk li ser malên sivîlan li gundê Yelanqoz 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.

Jinek ku ji komkujî filitî ragihandin ku balafirên artêşa Tirk a dagirker di saetên serê sibehê de bombe li gundê Yelanqoz barandin, di encamê de 5 sivîl şehîd bûn.

Ekîpa Heyva Sor a Kurd termên her 5 şehîdan ji bin enqazan derxistin.

Nasnameya şehîdan hêjî nehatin e naskirin.

26.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً