EFRÎN – Efrîniyên ku li dijî dagirkeriya dewleta tirk a li ser Efrînê berxwedaniyek mezin didin, her roja xwe bi rihekî zindî derbas dike. Efrinî hêviyên xwe yên serkeftinê dê rojekê bi cebheya sivîl a “Berxwedana Serdemê” pêk bîne li ser piyan digire.
Êrîşa dewleta tirk û komên çete yên girêdayên wê ya bi balafir, tang û topan a bi navê “Operasyona Şaxa Zeytûnê” da destpêkirin kete roja 38’emîn. Li dijî van êrîşan bersiv û berxwedana gelê Efrîn, hêzên YPG/YPJ û QSD’ê jî wek e “Berxwedana Serdemê” cihê xwe girtiye. Di Efrîn a ku dewleta tirk a dagirker ku plan dikir dê di 3 rojan de tevahî dagir bike rengê berxwedanê hişt ku tiştê plan dikir asteng bibe. “Operasyona Şaxa Zeytunê” di Efrînê de gotin di cih de be “Li erdê ket”.
Jibilî hêzên leşkerî yê Efrînî ku di 7 cebheyan de şer dikin, Efrîn a nêzî 800 hezar nifusî ye axa xwe terknekirin jî di “Berxwedaniya Serdemê” de bal dikşîne ku “Cebheyek sivîl” jî vekiriye. Di encama bombebarana balafir û topbaranan de hin gund vala dikin û derbasî gundên derdor û navenda Efrînê dikin, ligel zahmetiya şer jî di nava têkoşîneke mezin de ne.
Me di roja 38’emîn “Berxwedana Serdemê” jiyana li Efrînê çewa ye me kişand. Dem dem navenda bajêr bi balafirên şer, SÎHA , tang û topan tê bombebarankirin jî di jiyana Efriniyan de her tim di halê berxwedaniyê de ne.
Sibêya Efrîniyan ji şev tê programkirin
Roja gelê Efrînê di esasê xwe de bi anonsên (bangkirin) şevê bihorî re tê amadekirin. Erebeyên anonsê di 7 taxên Efrînê de digerin û bang dikin ji bo bernameyên roja pêşî wek e çalakî, meş û hin carina jî merasîma ji bo şervanên ku di cebheyan de jiyana xwe ji dest dane. Wesayîtên anonsan 38 roj ser hev bi vê awayî bi stranên li ser berxwedana Efrînê lê didin û her wiha ji bo gelên Bakûrê Sûriyê û gelên Efrînê meşên mezin bê kirin tê kirin.
Ji bo Efrîniyan roj zû dest pê dike
Roj ji bo Efriniyan zû dest pê dike, hê serê sibehê dikan û kargeh tên vekirin, dîsa ji bo tevlî meş û bernameyên şermezarkirina êrîşên li dijî Efrînê bibin, lez tev digerin. Efrînî hemû esnaf, gel û hêzên leşkerî di bajarekî de herikîna jiyanek çewa be di nava wê pergalî de dest bi roja xwe dike û heta şevê didom e. Ji ber bombebaran û topbarana li ser gundên navçeyên Efrînê zêde dibin gelek kes berê xwe didin navenda Efrînê ji ber vê yekî jî ew zindîbûna nav bajêr tê dîtin. Di rawestgehên texsiyan de texsî dîsa disekinin, bufeyên li ser riyan û hin noqteyan de jî ji bo danûstandinê tên amadekirin. Bi taybetî firûnên nanê yê herî zêde Efrînî li ber wan disekinin. Ji ber ku heta niha 23 firûnên nanê yên navçe û navenda Efrînê rastî bombebarana balafir û topbaranan hatine û nayên bikaranîn.
Ji Efrîn û Efrîniyan re piştgiriyek mezin heye
Di seat 11.00’an de gelên ji bajarên Bakurê Sûriye û Efrînî li ser kolana herî mezin a Efrînê Kolana Vilya dicivin. Gel û baweriyên wekî kurd, ereb, tirkmen, Suryanî, Êzidî, Elewî, Sunî yên ji Reqqa, Dêra Zor, Qamişlo, Tebqa, Til Hemis, Dêrik, Kobanê û Şengalê herikîn Efrînê bi mirovên heman rengî re digihijin hev û bi girseyek mezin dimeşin.
Kalê 85 salî yê axa Efrînê maçê dike: Xalê Ebdo
Di qada Efrînê de ji ber temenê xwe yê mezin nikaribû bimeşe di nîvê rê de li benda girseyê mabû Mihemed Elî Ebdo yê temenê 85 salî ji gundê Kefersefrê ye, di destê wî de gopal bi zorê rabû ser xwe tiliyên xwe nîşana serkeftinê çêkir û gotina “Ez vê axî maçê dikim, ma me mala kê xira kiriye ku Tayîp Erdogan mala me xira dike û dişewitîn e. Heta Erdogan cesedên me hemûyan neperçixîne dê nikaribe bikeve Efrînê” bertekên nîşanê êrîşên ser Efrînê da.
Leyla ya Kobanêyî: Erdogan zarokan dikûje!
Xalê Ebdo ku tevlî meşa nêzî wî bû, di herî pêş a meşê de keçekê 8 salî ya bi nave Leyla Mihemede di destê wê de wêneyekê sivîl a tedawî dibîne ku li ser bi zimanê ingilîzî “Erdogan Is The Killer Of Civilians- Erdogan qatilê sivîlan e” rakiribû û dimeşiya, yê li ser herî difikiriya jî zarokên di temenê wê de ji ber dibistanên wan ji ber bombeyan hatine hilweşandin nikarin bixwînin e. Leyla bi dengekê herî bilind wiha qêriya “Erdogan zarokan dikuje, dibistanên wan hildiweşîne, Erdogan însanek pir xirab e, em dibistanên xwe dixwazin.”
Êrîşa ser Efrînê yekîtiya netewî xurt kir
Êrîşa dagirkirinê ya li ser Efrînê di kurdan de hêstên yekitiya netewî jî bi hêz kiriye. Ji bo piştgiriyê bidin gelê Efrînê ji Til Temirê 50 kes ji Partiya Çep a Kurdî ya Li Sûriyê, ji bo berxwedaniya Efrînê cihê xwe girtin. Rêveberê partiyê Îsmaîl Hecî Ferhan wiha got: “Ji bo em piştgiriyê bidin xûşk û birayên xwe yên Efrînê hatin. Efrîn axa kurdan e. Êrîşa Tirkiye ya li ser Efrînê neheqiyek pir mezin e, ev dagirkirina axa gel û neteweyekî ye. Em kurd netewek aştîxwazin. Divê hemû gelê me yên 4 perçeyên Kurdistanê ji bo Efrînê rabin ser piyan, roj roja yekbûna netewî ye.”
Rihê berxwedanê zindî ye
Meşa mezin bi daxuyaniyan sînor namîne. Gel û bawerî li ber stranên berxwedanê li gor folklore xwe govendê digirin û rihê berxwedanê di qadan de zindî digirin. Piştî hemû çalakî, merasîm, meş û xwepêşandanan xebatkarên sazî û tezgehan û gel dîsa vedigerin ser karê xwe.
Zarokên wî di eniya şer de ew jî li bajêr parastina gel dike
Li Efrînê destpêkê yê dikeve ber çavan felsefeya parastina cewherî ye. Endamên Hêzên Parastina Cewherî (HPC) ku şev û bi roj serê her kolan û kuçeyî disekinin, parastina gel dikin. Dîsa Hêzên Parastina Jin jî di heman noqteyan de cihê xwe digirin. Endamê HPC’yî ya 60 salî Hesen Ehmed yek ji wan e. Hesen Ehmed, du zarokên wî hene, keça wî şervana YPJ’ê ye, kurê wî jî di YPG’ê de şervan e. Bi destpêkirina êrîşa ser Efrînê re Hesen Ehmed di HPC’ê de cihê xwe digire. Dîsa Kudret Mihemed ê 21 salî ku di Hêzên Parastina Jin de cihê xwe digire dibêje “Ez ji bo parastina gelê xwe li vi rim. Ma em ne parêzin dê kê biparêze?”.
Meydana Azadî ya ku dilê Efrînê li vir lê dide
Ber êvarê jî li Efrînê nabzê gel a ku lê tê avêtin rawestgeha herî zindî û girîng a sembola cîhanê li vir dihewîne Meydana Azadiyê, em rastî girseyek qelabalix tên. Li vê qada ku weşanên zindî pir li vir tên kirin û Efrîniyên hewil didin dengê xwe bigihijînin cîhanê, kom bi kom rewşa şer û paşeroja Efrîn tê nîqaşkirin. Di koşeşekî Qada Azadiyê de komek ji ciwan û îxtiyaran pêk tê muhabetek kur tê kirin, dagirkirina dewleta tirk bi tundî tê şermezarkirin.
‘Kî kurdan xilas kir ku Erdogan karibe xilas bike?’
Endamê vê komî ya herî temenê wî mezin Huseyîn Karaguna ya 70 salî ye. Xalê Huseyîn berî 20 roj di encama bombebarana balafir û topbarana dewleta tirk û komên çete gundê wan a bi nave Axçelê kir û xira kir, bi malbata xwe ya 14 kesî pêk tê hatine li Efrînê cih bûne. Xalê Huseyîn ku bi 3 malbatan re bi alîkariya komînê re di malek de hatine bicih kirin wiha dibêje: “Tayîp Erdogan dixwaze bi temamî me kurdan ji holê rabike. Ma kî kurdan karibû xilas bike ku Erdogan karibe xilas bike. Dê Erdogan bixwe di Efrîn de xilas bibe.”
Di seatên êvarê de êrîş zêde dibin
Efrînî piştî tarîtî ket hin dikandaran dikanên xwe girtin, lê zarokan hêj jî di parqan de lîstikên xwe dewam dikin. Li Efrîn a duxanên sobeyan bilind dibe di seatên êvarê de jî dengên top û obusan tê. Di asîmana ku balafirên keşfê digerin de deng zêde heye, gelek top jî davêjin hin noqteyên nêzî navenda Efrînê. Efrîniyên ku ev 38 rojin heman dengan dibihîsin ji bo ewlehiya zarokên xwe derbasî kabo û avahiyên berê de hatibûn çêkirin dibin.
Li Efrînê dê sibê çi bê kirin dîsa bi wesayîtên anonsê agahdar dibin. Ji wesayîtên anonsê gel ji bo tevlî merasîma şervanên di cebheyê de jiyana xwe ji dest dane bibin, dawetê ber Nexweşxaneya Avrînê dikin.
26.02.2018
Rojev24