LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Sewal û xwezayê jî qetil dikin!

Sewal û xwezayê jî qetil dikin!

EFRÎN – Endamê Komîteya Çandiniyê ya girêdayê Meclîsa Aborî ya Kantona Efrînê Eyup Muhemed ku eslê xwe Ereb e, diyar kir ku di êrîşa dewleta tirk a dagirker a li ser Efrînê jibilî şûnwarên dîrokî û cihên pîroz, ji 145 hezar sewalan sedî 50’ê wê ji aliyê komên çeteyan ve hatine talankirin û sedî 40 darên zeytunan jî ji ber bombebarana balafir û topbaranan hatine wêrankirin û gelek jî ji qurmê ve hatine rakirin.

Êrîşa dewleta tirk a dagirker û komên çete yên girêdayên wê ya li ser Efrînê di roja xwe ya 38’emîn de berdewam dike. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku pêşengtiya wan YPG/YPJ dikin bi “Berxwedaniya Serdemê” re, rê nadin dagirkeriyê. Leşkerên Artêşa Tirk (TSK) û komên çete yên di bin navê Artêşa Azad (ASA), jibilî şûnên jiyanî, şûnwarên dîrokî, çand û xweza jî armanc digirin.

Li Efrînê di 7 cebheyan de di navbêra hêzên QSD û TSK û ASA’yan de şer û pêvçûnên dijwar diqewimin. Leşkerên tirk û komên çete ku nikarin berxwedaniyê bişkênin serî hemû rê û rêbazan didin. Leşkerên dewleta tirk û komên girêdayên wî di êrîşên ku gelek çekên giran tên şixûlandin de di gundên sînor ên dagir kirine de talaniyê dikin, di van êrîşên heta niha de sewal û darên zeytunan jî nesîbê xwe girtin e. Hat diyarkirin ku ji 140 hezar pez û 5 hezar jî dewar sedî 50’î hatine telefkirin û dizîn, ji 20 milyon zeytunan jî sedî 40’ê wê hatine talankirin.

Ji darên zeytunan sedî 40’î…

Endamê Komîteya Çandiniyê ya girêdayê Meclîsa Aborî ya Kantona Efrînê Eyup Mihemed ku eslê xwe ereb a ji Efrînê ye, wek Komîteya Çandiniyê lêkolîna xwe ya derbarê mijarê de ji me re parve kir. Mihemed, diyar kir ku ji ber van êrîşan yek ji wan kesan ê herî zêde zirarê ditiye gelê Ereb e. Mihemed, da zanîn ku di van êrîşan de bi sedan hatin qetilkirin û ewqas jî hatin birîndar kirin û wiha got: “Ne tenê mirovan dikujin di heman demî de zirarek mezin didin xwezayê jî. Sewalan, dar û şûnwarên dîrokî û pîroz bombe dikin. Me pir zirar dît. Di kantona me de nêzî 20 milyon darên zeytunan heye. Ji van daran sedî 40 bi bombebarana asîman û topbaranan hatin talankirin. Dar hatin şewitandin û ji qurm (kok) hatin rakirin. Li Cindirisê, Reco, Bilbilê, Şiyê, Mabeta û Şera xweza jî tê qetilkirin. Li Efrînê ne tenê darên zeytunan ew darên fêkiyê yên din jî tên tunekirin.”

Sewalan û xwezayê tehdît dikin

Mihemed, destnîşan kir ku jibilî wê sewal jî tên qetilkirin û ev agahî dan: “Li Efrînê nêzî 140 hezar pez û 5 hezar jî dewar hene. Ji van sewalan sedî 50’î jî hatin qetilkirin û talankirin. Ji van sedî 25 di encama êrîşan de telef bûne, sedî 25 jî ji aliyê çeteyan ve dest danîne ser wan. Sewalan dibin li Ezaz û Kilîsê difroşin. Yên qaşo dibêjin ‘em tên gel rizgar dikin’ tiştê dikin ev e, qetilkirin, dizî û talanî ye. Bila vê hemû gelên me û cîhan zanibin. Em wan di axa xwe de naxwazin. Ew ji bilî mirinê tiştekî ji me re nayinin. Feraseta wan xwezayê tehdît dike.”

26.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً