LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Li paş perdeya êrîşên li ser Efrîn ê çi heye?

Li paş perdeya êrîşên li ser Efrîn ê çi heye?

NAVENDA NÛÇEYAN – Di hesabê her dewleteke ku niha beranberî êrîşên Tirkiyê de bê deng maye bercewendî û fikrandina paşeroja welatê xwe li ser hesabê welatekî din heye. Êrîşên ku li ser Efrînê di roja xwe ya 39an didome palanên her aliyekî di mûadeleya şerê Sûriyê de diyar dike lewra di pêvajoyeke wekî Efrîn de ihtîmala xerakirina projeyan li beranberî berxwedaniya ku tê nîşandan heye.

Ji 20 çielyê ve Herêma Efrîn ê rastî êrîş û destdirêjiya dewleta Tirk û komên girêdayî wê yên di bin banê komên Islamiya radîkal ji Heyet Tehrîr ElŞam de tê, her wiha di nava vê êrîşê de hejmarek mezin ji endamên DAIŞ ê yên ku bi navên curbecur xwe vedişêrin, Ketîbeya Sultan Murad û El Zinkî hene, ku ev hemû komên Islamî radikal in di asta cîhanî de teror têne naskirin ku hemû jî girêdayî Rêxistina terror ya El Qaydê ne.

Xewna Tirkiyê li Sûriyê piştî Efrîn, Heleb ê ye?

Di riya êrîşên Tirkiyê de û itîfaqa dewleta Tirk bê guman bi her yek ji Rûsya û Îran ê re ku dewleta Tirk nikare vê êrîşê bêyî erêkirina van dewletên ku li ser dikeya Sûriyê rolên sereke dilîzin pêk bîne. Di 20 sibatê de piştî daxuyaniya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê a ku ji dewleta Sûriyê re diyar kiribû ku bi peywira xwe a parastina sînorê Sûriyê rabe ku dewleta Tirk dixwaze guhertineke Demografî di herêmê de pêkbîne û vê di riya valakirina herêmê ji niştecihên wê û bicihkirina penaberên heremên Sûriyê ku bi vê dixwaze xewna xwe ya kirina herêma Efrînê wîlayeteke Tirkiyê bikr, her wiha ji bo ku rê ji desthiladariya xwe a li ser bajarê Helebê yê Sûriyê veke ku eşkere ye û nayê veşartin xewna Tirkiyê û bercewendiyên wê yên îdaîya Tirkiyê ku Helebê wîlayeteke Tirkî ye ku gora yek ji sultanên Osmanî de tê de heye ku bi vê dibêje ayidî Tirkiyê ye, ev hemû nîşaneyên plana Tirkiyê a serweriya xwe li sernaserî sînorê Sûriyê Cerablus, Ezaz, ElBab, Efrîn û Idlib e.

Tirkiyê li Efrîn ê kete babelîskê!

Piştî banga ku ji aliyê QSD’ê ji Rêjîma Sûriyê re ya şandina yekîneyên leşkerî ser sînor hate kirin, ev bû gava ku hemû kaxez û itîfaq têkevin nava hev ku bi vê yekê Tirkiyê derbasî babelîska Sûriyê dibe di heman demê de Tirkiyê dixe çiravekê ku nikare jê xelas bibe ne ku bi revê be, her wiha wê demê wê Tirkiyê bi binketina xwe a ne ji Efrînê bi tena xwe, lê Sûriyê bi giştî ye. Ev yek jî vedgere roleke Tirkiyê a xwe xistina kirîza Sûriyê di riya nûnertiya wê a mezhebê Sunî li dijî mezhebê Sîa yê dewleta Sûriyê ku li paş wê rêjîma Îran ê li herêmê ye. Dewleta Tirk ji kirîza Sûriyê sûdeke mezin wergirt û ew jî bi taybet di riya bikaranîna kaxeza penaberên Sûriyê li ser xaka wê ku bi vê karîbû alîkariyên mezin ji Netewên Yekbûyî û û ji mûnezemeyên Navdewletî werbigre ku bi vê yekê dewleta Tirk diyar kir ku ew penaberan hembêz dike ku herî dawî li gorî hate zanîn Tirkiyê mezintirîn welat bû ku di kirîza Sûriyê de penaber hewandiye.

Rûsya bi kevirekî li du çûkan dide?

Ji aliyekî din ve derbasbûna Tirkiyê ji Efrîn ê re û piştevaniya berdewamiya derbeyan li ser Efrîn ê wekî xefka ku hemû dewletên garantor ên kirîza Sûriyê bû bi taybet Rûsya yê ku xwest aliyê dewleta Tirk qezenc bike û aliyê wê yê lewaz istixlal bike ku ew jî derbeya li ser Hêzên Sûrya Demokratîk QSD ê bû ku li Bakurê Sûriyê xurt nebe û Kurd heremên xwe bi awayekî xweser birêvenebin di heman mijarê de hate eşkere kirin ku armanca Rûsya ewe ku rakêşe û nakokiyên di navbera Tirkiyê û Emerîka de zêde bike û di vir de tişta ku Rûsya qezenc dike ger ku mirov rast bi nav bike Bi kevirkî li du çûkan bide” yanî Rûsya bi vê yekê du hevalbendên NATOyê berde hev û di wateya xwe ya giştî de Rûsya daxwaza wê derbeya li NATOyê ye ku hevsengî û baweriya di nav wan de xerab bike ku bi vê jî Tirkiyê di hevpeymana xwe ya li Rojhilata Navîn a Tirkî, Îran û Rêjîma Sûriyê de bicihbike.

Nêzîkatî û têkiliyên Rûsya bi Mesir re di projê de ye

Her wiha niha Rûsya hewil dide xwe nêzî Mesir bike û bi vê yekê nakokiyên di navbera wê û Tirkiyê de ji holê rake û nêrînên wan nêzî hev bike da ku nakokiyên wan ên tevlîbûna Yekîtiya Ewropa de pêk bîne. Armanca Rûsya ewe ku itîfaqan bi Mesir re di warê ênêrjî, rêbiwarî û hwd din de deyne da ku rewşa kirîza aborî ya Mesirê istixlal bike û wê muhtacî xwe bike ku bi vê yekê Mesir jî tevlî Hevpeymana xwe bike û wiha Tirkiyê nêzî Erebistana Sûadî bike ku Mesir û Erebistana Sûadî hevalbendên hev in bi taybet piştî têkilyên ku dinavbera Mesir û Tirkiyê de hatin birîn dema hilweşandina sîstema Birayên Muslman (Ixwan El Muslmîn a ku Tirkiyê piştgiriya wê dikir) e.

“Şerê du Qutib an” Armnca tola Sovyêt ji Kaptalîzm rakirin e

Hemû rol û sînaryoyên Rûsya ên qeznckirina hevalbend û itîfaqên li Rojhilata Navîn bi taybet di nav dewletên Ereban de armanc ewe ku hebûna xwe li Rojhilata Navîn xurt bike û bibe navgîna hemû hêzan li Rojhilata Navîn ku bi vê yekê derbeya aborî li Emerîka dixe ku bi vê armanca xwe ya sereke a vegerandin hevpeymana Sovyêt a tunebûyî di sedsala 19 mîn de ye. Rûsya tekeziya wê ewe ku sîstema Kaptalîst a ku Emerîka temsîla wê dike sebeba hilweşandina sîstema Sosyalîst ango Sovyêt bû.

Gelo em bêjin dê Tirkiyê di NATOyê de bifetise?

Di vê demê de vekşandina Tirkiyê ji NATO yê ji her demeke din rasteqîntir e, ji ber ku desteka xwe a şerê li Sûriyê ji hêzên di nava hevpeymanê de digre, lê ger ku mirov niha rewşa Hêzên di nava NATOyê de binirxîne bi taybet nêzîkatiyên wan hemberî Tirkiyê û şerê wê li Efrîn ê, hêza ku pêşberî me tê hêza sereke ya NATO Emerîka ye ku niha têkiliya wê û ya Tirkiyê di lûtkeyeke xerab de ye ku gihiştiye rêyeke girtî. Tirkiyê li beranberî hevalbendiya Emerîka a bi Hêzên QSD ê li ser xaka Sûriyê ye, lê belê Emerîka jî xwediya bercewendî di Bakurê Sûriyê de ye ku hêzên QSD ê li Sûriyê hevalbenda Emerîka ya li dijî Rûsya û Îran e ku ev mijara ku Tirkiyê qebûl nake ji ber ku ev yek projeya kurdan a serxwebûnê misoger dike, ji ber ku Bakurê Sûriyê parçeyê Kurdan temsîl dike. Reda Tirkiyê a sexwebûna Kurdan li Bakurê Sûriyê vedgere tirsa dewleta Tirk a pêketina çirûskê li Bakurê Tirkiyê ye.

Serweriya Tirkiyê a Behra Sor berfireh dibe!

Tirkiyê niha ber bi Behra Sor ve diçe û ev di riya istixlalkirina dewletên Efrîka tê ku bi vê Tiriyê aboriya xwe di riya berhênanên aborî û avakirina bargehên leşkerî de xurt bike, ku Tirkiyê herî dawî peymana veguhertina grava Siwakin ji bo navendeke çandî û bîrwarî li bakur rojhilatî Siwdanê îmze kir, ku bi vê niha Tirkiyê serweriya xwe li ser grave ango heremê kiriye. Li gorî pêşdîtinên derdikevin holê Tirkiyê dê serweriya xwe li ser behra sor berfireh bike heta ku bighêje rêyên petrol ên tevahiya cîhanê ji kendavê heta kenala Siwês ê. Bi vê gihiştina Tirkiyê a wê heremê dibe sedema acizî û nakokiyên di navbera Erebistana Sûadî û Qeter ê de ku wê Tirkiyê kesîn bi Qeter re bisekine û bersiva Eerebistana Sûadî a desteka Mesirê bi serokatoya Mûrsî Mûbarek re û hilweşandina sîstema Birayên Muslamn re bide. Tirkiyê piştî nakokî û dijberiya Erebistana Sûadî ji Qeter re bargehek xwe ya leşkerî bi behaneya alîkariya Qeter ku rastî derbeyê were û desteka Qeter ê a mezin ji sîstema Tirkiyê a Ixwanî bi taybet , lewra Tirkiyê piştî berteka her yek ji Erebistana Sûadî, dewletên Kendavê û Mesirê li dijî Qeter ku bi vê tirsa Tirkiyê a mertaleke kendavê derkeve hebû lewra dest bi operasyona xwe ya leşkerî kir.

(ŞEVGER HEMO)

27.02.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Lavrov: Me li gel Amerîkayê rêyên beşdarkirina Kurdan di proseya siyasî ya Sûriyê de kir

NAVENDA NÛÇEYAN- Wezîrê derve yê Rûsiyayê Lavrov ragihand, wî li gel alîyê Amerîkî behsa rêyên …

اترك تعليقاً