NAVENDA NÛÇEYAN: Biryardarê taybet yê işkenceyê di Neteweyên Yekbûyî Nils Melzer ragihand ku raporên ku li Tirkiyeyê rêbazên işkenceyê ku bikar tîne têne ber destê me. Di raporê de hate tekez kirin ku li Tirkiyê işkenceya ku tê kirin nayê lêkolîn û eşkere kirin.
Li gor nûçeya ajansa Alman a DPA, Biryardarê taybet yê işkenceyê di Neteweyên Yekbûyî Nils Melzer duh di 26 sibatê de li Cenevrê di axagtina xwe ya çapemenî de got: “Îdîayên ku li Tirkiyê di dema lêpirsînê de, lêdan, eletroşok, xistina ava sar, mahrum hiştina ji xwe, heqaret û destdirêjiya cinsî tê bikar anîn hene.
Li gorî raporan ev şêwazên işkenceyê li endamên PKK û FETO’yê têne kirin û armanc bi van rêbazan îftîrayan (sucê bi zorê kirina para wan) têxin stuyê kesên din”.
Nils Melzer di berdewamiya axaftina xwe de destnîşar kir û got: “Ji ber rewşa awarte ya Tirkiyê dozger îdîayên işkenceyê venakolînin. Di rewşa awarte de jî nabe kesek rastî işkencç û danûstandina xirab were”.
HDPê rapora gundê Şapatanê eşkere kiribû, lê bê dengî heye
Li gundê Şapatanê yê navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê di serdegirtina malan de polîs û leşkerên tirk li gundiyan işkence kiribûn. Heyeta HDPê têkildarî vê işkenceyê lêkolîn dabû destpêkirin û rapora xwe ji raya giştî re eşkere kiribû.
Heyata Partiya Demokratşk a Gelan (HDP) rapora xwe ya Şapatayê di 8 Sibatê de li qada Nobeta Wijdan û Edaletê ya li Wanê bi daxuyaniyek ji rayagiştî re ragihandibû. HDPê di daxyaniya xwe de diyar kir ku hemû nirxên mirovatiyê hatine binpêkirin û wehşeteke mezin hatiye kirin û rapora berfireh a li ser işkenceyê wê piştî demeke kurt ji raya giştî re dîsa eşkere bikin.
Her wiha şandeya HDPê destnîşan kir ku “li minareyên mizgefta gund, kamîra hatine bicihkirin, tê astengkirin ku gundî biçin bax û baxçeyên xwe yên derveyî gund, daristanên li gund hatine şewitandin. Heqaret, işkence û şidet li gundiyan hatiye kirin. Li Midûryeta Ewlekarî ya Şemzînanê bi jop, çek, doxa paspasê, xortim û hesinan işkence li 36 kesan hatiye kirin. Bêyî rapora bijîşkan ev kes serbest hatine berdan.
Herwiha şandeya HDPê di rapora xwe de eşkere kir ku li jinan jî işkence hatine kirin û hemû peymanên navneteweyî yên li dijî îşkenceyê hatiye binpêkirin.
Hate eşkere kirin ku Tirkiyê ji ber sedemên bi behane kesan digre, bi ser malan de digre û li ber dayik û gundiyan de işkenceyê dike, lewra hate eşkere kirin ku li Tirkiyê hejmarek zêde ji dezgehên Ragihandin û rojnamevanan hatine girtin ji ber tirsa derxistina rastiya tişta ku li Tirkiyê dibe ye.
Di 12 Sibatê de ji aliyê Wezareta Hundirên ya Tirkkyê ve hate eşkere kirin ku ji ber dijberiya hejmarek zêde ji operasyona Tirkiyê a dagirkirina Efrînê re 474 kes ji ber parvekirinên tora civakî her wiha 192 kes ji ber tevlîbûna çalakiyên şermezarkirina êrîlên li ser Efrînê hatine girtin.
27.02.2018
Rojev24