LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Cîranê malbata ku dest û lingên wan hatibûn girêdan axivî: Derew dikin!

Cîranê malbata ku dest û lingên wan hatibûn girêdan axivî: Derew dikin!

EFRÎN – Şahidê bûyera ku ragihandina dewleta tirk 4 niştecihên ku dest û lingên wan girêdayî û vê yekî wek e YPG/YPJ kiribe nîşan didan, derew derket. Fatma Mihemed ê ji gundê Mûskê ya Raco diyar kir ku ragihandina dewleta tirk derewan dike, madem wisa ye çima gund hemû talan kirin, xira kirin wan jî nakişînin?

Êrîşên dagirkeriyê ya dewleta tirk a li ser Efrînê di roja 41’emîn de berdewam dike. Gelên Efrînê ku hem ji asîmanî û hem jî bejahiyê de rastî êrîşên giran tên, di pêşengtiya QSD’ê de berxwedaniyek dîrokî tê nîşandan.

Artêşa Dewleta Tirk (TSK) û komên radîkal ên îslamî yên di bin navê Artêşa Azad (OSO) de civiyane ku vê berxwedanî nikarin bişkênin serî li hemû rêbazan didin û diceribînin. Komên çete yên OSO di rojên bihorî de li gundê Mûskê ya girêdayê navçeya Raco dest û lingên 4 sivîlan girêdabûn û di cihê girtibûn de jî dora wan mayînan çandibûn. Piştî ev bûyer belav bibû ajansa fermî ya dewleta tirk Ajansa Anadolu (AA) ji bo 4 welatiyan dîmenên xapandinê kişandibû. Şahidê bûyerê ku ji gundê Mûskê hate rizgarkirin Fatma Mihemed (40) derbarê mijarê de agahî da me.

Eslê bûyerê derket

Fatma Mihemed, diyar kir ku navê 4 kesên dîl hatibûn girtin Hesen Osman, Nazliye Osman, Mizgîn Şikrî Sîno û Şikrî Sîno Mislim e û da zanîn ku piştî gundê wan ji aliyê leşkerên TSK û OSO ve hate dagirkirin û talankirin ew neçar man hatin bajaroka Meydankê. Fatma Mihemed, da zanîn ku ev bûyer hefteyek berê qewimiye û destnîşan kir ku ew roj êrîşek giran li ser gundê wan hebû, hem bi balafiran û hem jî obusan dihat bombebarankirin. Mihemed, anî ziman ku ew gundiyên navê wan daye nexweşbûne nikaribûn ji gund derketibûna û ev agahî da: “Em ji ber êrîşên pir zêde neçar man ji gund derketin. Lê ew ji ber nexweş û şert, mercên giran de nikaribûn derketibûna. Em baş dizanin ku ew mirovan ji aliyê komên çete yên OSO ve dest û lingên wan hatiye girêdan. Lê wisa nîşandan ku YPG’ê dest û lingên wan girêdaye. Em di gund de bûn pêvçûn berdewam dikir, lê heta wê demî jî em dizanin ew ji ber nexweşîna xwe nikaribûn derkevin, şervanên YPG’ê jixwe ne nêzîkê wir bûn jî. Ev ne rast e jixwe yê gundê me diparast YPG/YPJ bû. “

Dê werin derewê…

Mihemed, diyar kir ku piştî bûyerê dagirkeran wêneyên 4 mirovên ixtiyar kişandine û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Piştî rojek du roj wan bixwe wêneyên wan parve kirin. Piştî bûyer belav bû evcar nûçeya ‘YPG însanan dîl digire’ nivisandin. YPG bi salane li van dera ne dê çima dest û lingên wan girê bide û dora wan mayîn bike? Ez wan kesên ev bûyer hatiye serê wan baş nas dikim, hem xizmên me ne û hem jî cîranê me ne. Piştre min wan di ragihandina tirkan de jî dît. Birine wekê ku bi wan re alîkarî dikin dîmenên wan jî kişandine. Yek ji wan jî rastiya xwe tune ye.”

Baş e ew kadraja AA yê li ku ye?

Mihemed, diyar kir ku madem wisa ye çima talankirina mal û cihên jiyanê ya gund jî nekişandine? Di gund de çi hebû dest danîn serî û birin. Fatma Mihemed bi hêrs pirsa “Madem wisa ye çima wê talankeriya xwe nekişandin”. Mihemed, axaftina xwe bi van pirsan berdewam kir: “Çima wan însanên qetil dikin nakişênin, talanî û îşkenceya li mirovan dikin çima nakişênin. Niha dixwazin me ji axa me derxin. Em li ser vê axî çêbûne, li vir mezin bûne û mezin kiriye. Ma wisa hêsane em dev jê berdin û herin? Belkî dibe em di mercên zahmet de jiyan bikin lê her kes dizane em çewa girêdayê axa xwe ne. Ji ber vê yekê bila wisa dilê xwe xweş nekin, dawiya dawî em ê bi ser bikevin û gundên me paşde bên rizgarkirin û em jî dê vegerin gundên xwe.”

01.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً