LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Duh li Uruk, Kartaca; îro li Kobanê û Efrinê

Duh li Uruk, Kartaca; îro li Kobanê û Efrinê

EFRÎN – Şerê ku 3 sal berê li Kobanê û îro li Efrînê rû da, 6 hezar sal berê li bajarên Sumer û 2 hezar û 500 sal berê jî li bajarên Yunanan ê ku demokrasî lê hatibû heyvankirin rû dabû. Bi vê yekê xuya dibe ku ev şerê îro li Kobanê û Efrînê berdewama şerê hezaran salan berê ye.

Şerê di salên dawî de li Kobanê, Reqqa, Efrîn, Mûsil, Kerkuk… xwe da der, di cîhanê de bi hezaran salan berê jî dîsa li heman qadê şer xwe pêş ketibû. Bi salan e dîsa li ser van bajar û vê herêmê niqaşên şer tên meşandin. Bi salan de li van bajaran li aliyekî êrîş pêş dikevin û li aliyê din li dijî van êrîşan berxwedan pêş dikeve. Êdî em li ser şerê nava bajaran di axivin. Êdî tenê em li ser şerê bajaran na axivin. Di heman demê de bajar jî di axivin. Êdî ewlehî, çand û nasnameya van bajaran heye. Keyasetî û karaktera van bajaran heye…Piştî mirovahî derbasî jiyana niştecîh û şûnwaran bûn, nasname li ser bajaran hatin avakirin. Civakan bi şekl û teşeyê jiyana xwe reng û rû dan bajaran. Bajar jî bûn nasnameya civak û kesayetiyê. Bajar û civakê hev xurt kirin û bûn nasnameyên hev. Hev bi teşe kirin.

Nasnameya bajaran

Di dîroka mirovahiyê de ji bo xwe bigînin xwedayan û kesên nayên zanîn kuleyên Babilan ber bi ezman ve bilind kiribûn. Ji bo pênaseya bihiştê Bax û rezên tirî yên Babilan ava kiribûn. Li Sumeran qadên civakî û baweriyê perestgeh ava kirin. Hasan Sabah jî bihişta xwe cuda kir û tevî êla xwe Keleha Alamutê ava kir. Li Ninovayê zilm têk çû. Li Îskenderiyê jiyanek nû ava kirin. Li Misirê remza hêza xwedayan piramît ava kirin. Nasnameya Împaratoran bajarê Konstantin û Romayan ava kirin bi vê yekê ji civakîbûnê ber bi kral û hêzê ve hilkişiyan.

Bajarên navenda ramanê dîrok nivîsandin

Ne bajarên ku bûn navenda pêşandana hêzê, bajarên ku bûn navenda zanist, huner, zanînê dîrok nivîsandin. Mezopotamya di vê wateyê de bû bingeha heyvanê civakîbûn, çand û kesayetiyê. Yekem bingeha çand, zanistê li vir hat avetin. Yekem car nivîs li vir ji ailyê Sumeran ve hat dîtin. Dîsa felsefe, zanist û raman li vir kok û reha xwe berda. Mitoloji, xwedavend, xweda, teoloji û mirov yekem car li vir pêş ket û belav bû. Dîroka Mezopotamya û Sumeran di destpêka pêşketina mirovahiyê de bû bingehek.

Dewletên bajar ên Sûmeran

Berya Zayinê 4 hezar sal berê li dewleta bajar a Sumeran ku li ser axa Mezopotamya hat avakirin, Zigurat û perestgeh bilind kirin. Piştre li van perestgehan xwedayên ku bibin çavkaniyên mîtolojiyên Grek û Romayan derketin holê. Rêveberiya civakê hat guhertin û ji nûve hat bi teşekekirin. Bi avakirina peretgeh û dewletên bajaran modela rêveberiyê hat guhertin û xwedeyan li gorî şert û mercên xwe bajar bi teşe kir. Wê serdemê li Mezopotamya Xwedavand jî wekî Îştar derdiket pêş. Îştar ku koka xwe ji Star-Stêrkdê digire, Nûnertiya erka rêveberiya navenda jinê ya civakê da ser xwe. bajarên Uruk, Şîppar, Larsa ku di destanên Eridu, Nippur, Kiş, Ur, Gilgameş de derbas dibe, qala 30 dewletên bajar ên Sumeran tên kirin. Bi pêşketinên dewletên bajar re şeklê civakê û rêveberiya bajar dibin dijberî hev.

Nirx û Çanda Sumer ber bi Rojava ve koç kir

Civakê ku çanda gîzin, teker, pêş xist û dest bi çandinî û rêwîtiyên dirêj kirin, di heman demê de di milê bîrkarî û astromoniyê de jî hesabên roj, heyv, demsal û salan kirin. Li vir lingehên zanistiyên bîrkarî, astronomi û geometriyê hat avêtin. Çanda dewletên bajar rastî êrîşên Elamliyan û Akadiyan hatin. Şer bi hezaran salan berdewam kir. Di encama êrîşên salan de gelek nirşên çand, zanist, teknolojî û hunerê jî desteser kirin û birin welatên rojava.

Dewletên bajar ên antîk ên Yunan

Piştî dewletên bajar ên li Mezopotamya bajarên dewlet li Yunan (Grek) û Roma pêş ket. Li ser nirxên ku ji Mezopotamya hatin desteserkirin li vir pêş xistin û mezin kirin. Nirxên çand, zanist û teknolojiya Mezopotamya ji bo ku li ser dewleta Sumeran bingeha wê hat avêtin li Roma Grekan hat belav kirin û pêşxistin. Li Rojava bajar-dewletên wekî Spanya, Sparta, Atina, Kronit, Milet ku civak xwe bi xwe bi rêve dibe hatin avakirin. Destpêka rêveberiya demokratîk li vir hat avakirin. Dibistanên Felsefe û zanistê hatin avakirin. Zanyarên wekî Sokrates, Platon, Aristotales, Epikur, Pisagor, Zenon, Thales derketin pêş. Ramanên fikrên cuda pêş xistin. Zanist, çand û jiyana ku li Mezopotamya û Sûmeran pêş ket li gorî xwe ji nuve bi teşe kirin û pêş xistin.

Êrîşên Persan ên li dijî demokrasiyê

Li van bajarên ku zanist, felsefe, teolojî ji nûve bi teşe bûn, dîsa rastî êrîşên dijwar hatin. Homeros û Heredot bi zimanekî wêşeyî qala van êrîşan dike. Êrîşên li ser van bajaran wekî şerê Persan bi teşe dibe. Wekî êrîşên li dijî bajarên Sumeran li vir jî dîsa rastî êrîş û şerê talankirin, wêrankirin û desteserkirinê tên. Êrîş û şerên Persan ên 6 hezar sal B.Z., dest pê kir, 50 salan berdewam kir. Persan tevî hêjmara zêde ku 50 salan berdewam kir jî dîsa bi ser neketin û têk çûn.

Gefa pergalên bi dewlet

Bi van êrişan xuya dibe ku mînakên demokrasiyê rastî êrîşê hişmendiya dewletê tên. Hişmendiya serdest û dewetê her dem qad û navendên ku civak û demokrasî lê pêş dikeve her dem dike hedef û êrîş dike. Ramana ku li Sumeran pêş ket, li ser şaristaniya Yunan û Grekan asta ku îro pêş dikeve diyar kir.

Pêşketinên ku dîsa li çavkanî û hêlîna xwe vedigere

Niha mirov dîsa li cih û warê ku mirovahî lê pêş dikev li Mezopotamya vedikegere. Gelên ku di nava aşê dewlet netewê de tê hêrandin, li modela nû ya rêveberiyê digerin. Li ser paradîgmaya modernîteya demokratîk pergala jiyanek nû ava dikin. Gelên Rojhilata Navîn di pêşengiya kurdan de li ser perspektifa Modernîteya demokratik jiyanek nû û modelek nû ava dike. Di şexsê hişmendiya dewletan de DAIŞ’ê êrîşî Kobanê kir. Di êrişên li ser Efrinê jî şopa şerê Akadan ê li ser Sumeran û şerê Persan ê li ser Yûnanan xwe nîşan dide. Wekî berdewama şerê Pers û Akadan xwe nîşan dide. Wekî ku Roma bajare Akdenîzê Kartaca bê parastin hiştin û kirin dorpêçê, îro jî feraseta lêgerîn û hewldana xerakirina Kobanê û Efrinê berdewam dike.

Êrişên cihanê yên li ser Kobanê û Efrinê xwe wekî êrîşên dewletan ên li ser modela jiyana nû didin der. Dewlet vê modela jiyana nû ji bo xwe gef dibînin û êrîş dikin. Tevî hemû êrîşan Sumer û Yunanan rola xwe lîst. Ev jî nîşan dide ku Kobanê û Efrinê jî dê rola xwe ya jiyana komun bilîzin û bi ser bikevin.

01.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً