NAVENDA NÛÇEYAN – Li Amedê bi pêşengtiya Platforma Jinan a Dîcle Amedê çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bi pêşengeha bi navê “Ji objektîfkên jinan” bi astengiyan destpêkir.
Li Amedê bi pêşengtiya Platforma Jinan a Dîcle Amedê çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê destpêkir. Walitîya Amedê ragihandibû ku çalakiyên 8ê Adarê yên li derve hatine qedexekirin. Piştî hevdîtnan destûra hinek çalakiyan hat dayîn. Çalakiyên jinan bi pêşengeha ku ji wêneyên 13 rojnamevanên jin pêk hat, dest pê kir û bi navê “Ji objektîfkên jinan” hat pêşandan. Di pêşengehê de wêneyên jinan ên li bajarê kurdan û rojavayê Tirkiyeyê hatin pêşandan.
Piştî vekirina pêşengehê Parlamantera HDPê ya Amedê Feleknas Uca jî di nav de komek jin xwestin li navçeya Sûrê qenefîlan belav bikin. Lê polîsan destûra belavkirina qernefîlan nedan. Lê jinan li cihê ku sekinîbûn qernafîlên xwe belav kirin.
Walitiya Amedê ragihandibû ku di navbera 1û 10ê Adarê de hemû çalakiyên ku wê li derve bên kirin hatin qedexekirin.
01.03.2018
Rojev24