LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Li Îranê di nava salekê de 482 kes hatin darvekirin

Li Îranê di nava salekê de 482 kes hatin darvekirin

NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî rapora Rêxistina Mafê Mirovan a Netewên Yekbûyî hate eşkere kirin ku di nav sala 2017 an de li Îranê 482 kes di nav de 112 kurd hatin e darvekirin.

Rêxistina Mafê Mirov a Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniyekê de ragihandi ku di sala 2017an de 482 hemwelatî di nav de 112 kurd kes li Îranê hatin îdamkirin.

Saziya Mafê Mirov a Hengawê derbarê îdamên Îranê de raporek parve kir. Li gor rapora Hengawê, ji 482 welatiyên ku li Îranê hatin îdamkirin 112 hemwelatiyên kurd bûn. Li gor hejmara Neteweyên Yekbûyî derdikeve holê rêjeya kurdên ku li Îranê hatine îdamkirin ji sedî 19 e.

Her wiha Îranê duh jî li bajarê Îlamê girtiyê 28 salî yê bi navê Mehîd Kazimniya îdam kir.

02.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً