LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Êrîşên Dewleta Tirk li ser Herêma Efrînê

Êrîşên Dewleta Tirk li ser Herêma Efrînê

NAVENDA NÛÇEYAN- Dewleta Tirkiyê û komên çekdar yên girêdayê wê êrîşên xwe li ser herêma Efrîn didomîne. Herî zêde sivîl di nav de dibin qurbanî.

Di 22.2.2018 an de

Artêşa Tirk û çekdarên girêdayê wê navenda herêma Cindirêsê topbaran kir.Di encamê de welatiyekî sivîl şehîd bû, 3 sivîl jî birîndar bûn.

Dema ku bi hezaran gelên herêma Cizîrê û Firatê gihîştin ser benda kontrolê ya destpêka kantona Efrînê, ji aliyê artêşa Tirk û çekdarên girêdayê wê ve hatin topbarankirin. Di encamê de welatiyekî sivîl ê Ereb bi navê Salim Xilêf şehîd bû û 12 sivîlên din jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk û komên çekdarên girêdayê wê taxa Eşrefiyê ya bajarê Efrînê topbaran kir.

Artêşa Tirk bi top û balafiran êrîşî gundên Şêxorzê ya navîn, Eka, Çexara û Besatîn ên navçeya Bilbilê, derdora navenda navçeya Meydankê û gundê Qerteqlaq ê navçeya Şera kir.

Artêşa Tirk a dagirker û komên çekdar yên girêdayê wê welatiyekî sivîl ê Efrînê bi awayekî hovane qetil kir dema terektora xwe ji wan dixwest.

Balafirên şer ên artêşa Tirk herêma Cebel Ehlam, gundê Basûtê û gundê Mêremînê yê Şera bombebaran kirin.

Balafirên şer ên Artêşa Tirk gundên Şeytana û Kurka yên navçeya Mabata bombebaran kirin. Her wiha li van gundan şerekî giran di navbera şervanên QSD′ê û Artêşa Tirkiyê de de rû da.

Şervanên YPG û YPJ`ê li eniya Şera çalakiyek lidar xistin û di encamê de gelek leşkerên artêşa Tirk û çekdarên wê hatin kuştin. Her wiha li gundên Mabata jî şerên giran rû da.

Şervanên YPG û YPJ`ê 2 erebeyên leşkerî ya artêşa Tirk û çekdarên wê li derdora gundê Elîbiska yê girêdayî herêma Raco û li gundê Elaqînê yê navçeya Şera rûxandin.

Kesekî ne nas dema erebeya Asayîşê û terafîkê li ber çerxreya şerîa ya taxa Neşwa ya bajarê Hesekê derbasî bû, bombeyek avête erebeyê. Di encamê de, endamekî Asayîşê û endamekî terafîkê birîndar bûn.

Di 23.2.2018 an de

Di encama êrîşên artêşa Tirkiyê li ser navenda herêma Cindirêsê welatiyeke sivîl yê Ereb Ebdulrezaq Îbrahîm (34) şehîd bû.

Artêşa Tirkiyê gundê Kotana yê navçeya Bilbilê topbaran kirin. Di encamê de du ciwanên bi navên Elî Hesen û Reşîd bi giranî birîndar bûn.

Helîkopterên Kobra yên artêşa Tirkiyê gundê Kefersefrê yê girêdayî herêma Cindirêsê û navenda Cindirêsê bombebaran kir.

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar yên girêdayê wê gundên Baflonê, çemê Omera bi balafir û çekên giran topbaran kir. Her wiha gundên Dimîlya, Behdîna, Kopê, Berbenê yên navçeya Mabata topbaran kir.

Li gundê Baflorê yê girêdayî herêma Cindrêsê û li gundê Mûska yê girêdayî Raco di navbera şervanên QSD‘ê ji aliyekê û artêşa Tirk û çeteyên wê şer bi dijwar qewimî.

Di 24.2.2018 an de

Artêşa Tirkiyê û komên çekdar yên girêdayê wê gundê Kaniya Gawirka yê herêma Cindirêsê topbaran kir.

Helîkopterên Kobra yên artêşa Tirk derdora gundê Tatara û navenda herêma Cindirêsê bi dijwarî bombebaran kir.

Li derdora gundê Omera yê navçeya Şera şerên giran rû da , di encamê de 35 leşkerên artêşa Tirk û komên çekdar yên girêdayê wê hatin kuştin. Her wiha gelek leşker û çekdarên din jî birîndar bûn û erebeyeke leşkerî jî hate rûxandin.

Balafirên şer ên artêşa Tirkiyê gundên Dêrsewan û Omara yên navçeya Şera bombebaran kirin. Di heman demê de li her du gundan şerên giran rû dan.

Balafirên şer ên Artêşa Tirk navenda herêma Cindirêsê û gundê Erebwêran ê navçeya Şerayê bombebaran kirin û sivîl dikin hedef. Her wiha li derdora gundê Hacîlka şerekî dijwar di navbera şervanên QSD û artêşa Tirkiyê de rû da.

Balafirên şer ên artêşa Tirk depoya ava vexwarinê (Avzeya) a navenad herêma Cindirêsê bombebaran kir.

Balafirên şer ên artêşa Tirk Hêzên Gelêrî yên girêdayî Artêşa Sûriyê li navçeya Raco bombebaran kir . Di encamê de endamên Hêzên Gelêrî jiyana xwe ji dest dan û hinek endamên din jî birîndar ketin.

Artêşa Tirk bi top û balafiran êrîşî cihên cûda yên Kantona Efrînê kirin. Di encamê de zarokek bi navê Ibrahîm Reşîd Reşo şehîd bû û 4 sivîlên bi nave Reşîd Reşo Mihemed Seydo, Fayiq Cefer û Dorşta Mihemed″ birîndar bûn.

YPG û YPJ‘ê li derdora Cindirêsê li dijî artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayê wê çalakiyeke li dar xist. Di encamê de 6 leşkerên Tirk û çeteyên wê hatin kuştin û hejmarek birîndar bûn.

Balafirên şer ên artêşa Tirk di navbera gundê Hesna û Sinara yên navçeya Şiyê ya herêma Cindirêsê bombebaran kir, welatiyekî sivîl şehîd bû.

Hejmara sivîlên ku di encama topbaran û bombebarana artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayê wê li ser Efrînê de birîdnar bûne, derketa 7`an. Her wiha zarokek jî şehîd bû.

Şervanên YPG û YPJ`ê li derdora gundê Merîn ê girêdayî Ezazê ku di destê komên çekdar yên girêdayê dewleta Tirkiyê de ne li derdora gundê Celemê yê herêma Cindirêsê de, du çalakiyên cûda lidar xistin. Di encamê de, gelek leşker û çekdar hatin kuştin.

Li derdora gundê Omera yê navçeya Şera di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk û çekdarên wê de şerên giran rû dan.

Di 25.2.2018 an de

Balafirên şer ên artêşa Tirk gundê Hesen Dêra ya navçeya Meydankê bombebaran kir. Di encamê de, zerareke mezin gihîşt mal û milkên sivîlan.

Di encama bombebarana balafirên Tirkiyê li ser herêma Racoyê de, du şervanên Qiwat Şebiye yên girêdayî Artêşa Sûriyê jiyana xwe ji dest dan, 3 jî birîndar bûn.

Artêşa Tirk û çekdarên girêdayê wê navenda herêma Cidirêsê û gundewarên wê topbaran kir. Di heman demê de, li Meydan Ekbes a girêdayî navçeya Raco di navbera şervanên QSD û artêşa Tirk û çekdarên girêdayê wê de şerên giran rû dan.

Helîkoptera Kobra a artesa Tirk gundê Anqelê û Senarê yên girêdayî navçeya Şiyê bombebaran kir.

Di encama topbarana Artêşa Tirk li ser gundê Hec Xelîl ê herêma Racoyê de, welatiyekî temen mezin bi navê Şukrî Cehîka yê 60 salî birîndar bû.

Şervanên YPG/YPJ′ê li gundê Hecîlerê yê girêdayî herêma Cindirêsê li dijî artêşa Tirkiyê û komên çekdar çalakî li dar xistin. Di encamê de 8 çekdar û leşkerên Tirk hatin kuştin.

Di 26.2.2018 an de

Balafirên artêşa Tirkiyê li gundê Yelanqoz ê girêdayî herêma Cindirêsê komkujiyeke pêk anîn. Di encamê de 5 sivîl şehîd bûn.

Li gundên Qermîliq û Senarê yên naçeya Şiyê di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk û çekdaran de şerên giran rû dan.

Artêşa Tirk û çekdarên girêdayê wê navçeyên Şera û Meydankê topbaran kirin.

Li derdora gundê Gewenda yê herêma Raco şerên giran di navbera şervanên YPG/YPJ û artêşa Tirk û çekdaran de rû dan.

Êrîşa Artêşa Tirk û çekdaran de ya li ser gundên Sinarê û Anqelê yên navçeya Şiyê ji alî şervanên YPG/YPJê ve hate şikandin. Li gorî ku hate zelalkirin herî kêm 7 kuştî û gelek brîndarên dijmin hene.

Li gundê Hekiçê yê girêdayî herêma Cindirêsê şervanên YPG/YPJ′ê bagir û barageheke Artêşa Tirk hedef girtin û îmha kirin.

Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) li gundê Miskê yê girêdayî navçeya Raco li hember çalakiyek li dar xistin du erebeyên leşkerî hatin rûxandin.

Şervanên YPG/YPJ‘ê di encama çalakiyê de gundê Omera û tepê wê yên girêdayî navçeya Şera ji leşkerên artêşa Tirk û çekdaran de rizgar kirin.

Şervanên YPG/YPJ`ê li gundê Kurka yê girêdayî navçeya Mabata çalakiyek li dijî artêşa Tirk û çekdarên girêdayê wê lidar xist. Di encamê de 4 çekdar hatin kuştin.

Di 27.2.2018 an de

Artêşa Tirk navenda herêma Cindirêsê bi çekên giran topbaran kir û tevgera balafirên keşfê bênavber domand. Di encamê de herî kêm 3 welatiyên sivîl birîndar bûn û 2 sivîlên din jî şehîd bûn.

Li gundên Anqelê û Sinarê yên girêdayî navçeya Şiyê di navbera Artêşa Tirk û çekdarên wê û şervanên YPG/YPJ′ê de şerekî giran qewimî . Li aliyekî din jî bombebarana balafirên Tirk a li ser herêmê jî berdewam bû.

Hevseroka Meclîsa Tenduristiyê ya Efrînê Encela Reşo ragihand ku heya niha di encama êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê de 192 sivîl (di nav de jin û zarok) şehîd bûne û ji 20′ê çileyê û 25′ê Sibatê de 574 sivîl di nav de 69 zarok, 79 jin û 426 mêr birîndar bûn.

Şervanên YPG/YPJ’ê li navçeya Bilbilê erebeyeke leşkerî ya Artêşa Tirk û çekdarên wê rûxandin.

03.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً