NAVENDA NÛÊÇEYAN-Rêveberiya Erebîstan Siûdî ji bo cara yekem destûr da ku maratoneke jinan were lidarxistin.
Li gorî nûçeya Qûds El-Ereb ku li Riyadê weşanê dike hemû jinên ji 18 salî mezintir bo maratona jinan hatine vexwendin.
Hate diyarkirin ku maraton di meha nîsana bê dê li nadiyeke sergirtî ya li Mekkeyê were lidarxistin û sala bê dê cara yekem maraton li devre bê lidarxistin. Hêjayî gotinê ye ku li Erebîstana Siûdî jinan mafê temaşekirine pêşbirkan bidest xistibûnû ji bo wan li sehayeke futbolê beşeke taybet a seyrkirinê hatibû eyarkirin.
Ne xerîbe ku li Erebistana Sûdî jin her dem rastî bê mafiyê dihatin, ji qedexeya ajotina erebeyan û heta tevlîbûna nava artêşî jî jinan bidest xistiye.
04.03.2018
Rojev24