LEZGÎN
الرئيسية / Nûçe / Economist: Ragihandinên Tirk şerê li Sûriyê bi wêrekî rastiya şer nake nûçe

Economist: Ragihandinên Tirk şerê li Sûriyê bi wêrekî rastiya şer nake nûçe

NAVENDA NÛÇEYAN – Kovara Economîst a Brîtanî di hejmara xwe ya vê hefteyê de li ser rewşa ragihandin û êrîşa dewleta Tirkiye li ser Efrînê nivisand û got: “Li Tirkiyê ragihandina giştî şerê li Efrînê tenê di aliyê ku hikumeta Tirkiye û artêş nîşan dide dikin nûçe.

Kovara Economîst a Brîtanî di hejmara xwe ya vê hefteyê de, cih da nivîsekê ya derbarê êrîşa dewleta Tirk a li ser Efrînê di ragihandina Tirk de çewa cih digire.

Meqale bi sernavê “Devê ragihandinê girêdan: Li Tirkiyê kes cesaret nake ku şerê li Sûriyê diqewime rast bike nûçe” û şîroveya “100’î zêdetir rojnamevan di zindanê de bin, nûçe çênekirin helwestek baştir e” dike.

Kovara Economîst nivîsa xwe bi, di destpêka êrîşa li ser Efrînê de, Serokwezîr Bînalî Yildirim sibehekê hemû nûnerên ragihandinên yên derketine pêş re civîn çêkiriye, ji wan re hatiye gotin dê çewa operasyonê bikin nûçe talîmatan daye wan, bibîrxist û dest pê kir.

Hin mijarên sereke ya nivîsa Economîst wiha ye:

“Li gor kesekê beşdarê civîna Bînalî Yildirim bûye ji nûçegihanan re gotiye ‘Divê hûn berjewendiyên neteweyî ya Tirkiyeyê ji aqilê xwe dernexin’. Nûçeyên dê di ragihandina navneteweyî de bên weşandin, îhtîmalek mezin fikirîne ku dê ji ‘Propagandaya terorê’ re platformek bide avakirin, xwestine bi baldarî nêzîk bibin.

Her wiha ji nûçegihan û berpirsiyarên wan re hatiye bibîrxistin ku ji xwendevan û temaşekaran re bidin nîşandan ku artêş ji bo zirar negihije sivîlan pir baldarî nêzîk dibin. Dîsa hatiye gotin ku divê hûn di nûçeyên xwe de leşkerên Tirk ji bilî DAIŞ’ê bi hêzên kurd re jî şer dikin, bidin nîşandan-lê di Efrînê de endamên DAIŞ’ê tune ne.

Kes hejmarên tên dayîn lêpirsîn nake’

Economîst, diyar dike ku ji bilî çend saziyên ragihandinê ragihandinên tirk hemû ji vê gotin û tavsiyeya hikumetê re sadiq mane û nivîs wiha dom dike: “Qenalên TV yên giştî ji bo gundên ji aliyê artêşa tirk ve hatine girtin û YPG’yiyên (Yekîneyên Parastina Gel) hatine kuştin pêşî ew bidin bi hev re dikevin pêşbirkê. Nûçe, ji komkirina notên agahdariyê ya artêşê û daxuyaniyên hikumetê wirdetir derbas nabe. Her wiha rojek piştî gotina Serok Komarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan a ji Amerîka re got ‘Diyare qet şimaqa Osmanî nexwarine’ di 16 rojnameyan de heman manşet (sernûçe) dan.

Ragihandinên tirk, daxuyaniyên meqamên fermî ji çavkaniyên başqe qontrol nakin. Artêşa Tirk xwe li Efrînê bê ku zirarê bidin yek sivîlekî jî ji 2 hezarî zêdetir YPG’yî bê bandor kiriye, diparêze. Lê yek ji van saziyên ragihandinê jî van hejmaran lêpirsîn nake.

Ji nexweşxaneyên Efrînê wêneyên sivîlên ku di encama bombabarana balafirên şer ên Tirkiyê hatine kuştin û birîndarkirin derbas dibe. Lê ragihandina wan vê yekî nabînin. Patronên ragihandinan, karsazên mezin ên ku berjewendiyên xwe yên aborî dikin in.”

Economîst, bibîr dixe ku li Tirkiyeyê ji 100’î zêdetir rojnamevan di zindanan de ne û dibêje “Erdogan bi biryare ku van rojnamevanan di zindanan de bigire. Yanî girtin çeka wan a dawî ye.”

Di meqaleyê de bal dikşîne ku sazûmaniya aborî ya ragihandina tirk, çêkirina nûçeyên ku hikumet dixwaze de rolek mezin dilîze:

“Tiştê ku hikumeta tirk nûçeyên dixwaze bê weşandin pêk tîne di esasê xwe de teşwîqek ziravtir û pergala cezakirinê ye. Xwediyên saziyên nûçeyên ên herî mezin di heman demî de karsazên mezin ên di sektorên madengerî, avahîsaz û birin û anîna keştiyan (sefîne) de berjewendiyên wan hene ne. Yanî naxwazin îhaleyên dewletê yên bi wan dide qezanckirin winda bikin.”

“Pisporên ku ya hikumetê rexne dikin dernaxin tv û rojnameyên mezin. Nûçegihanên ku bi zexta hikumetê ji kar hatine derxistin îş nabînin. Yên din jî doz ser dozê li wan tê vekirin û ji ber deriyê dadgehan dernakevin. Nûçegihanek dibêje ‘Êdî pêwîstî bi qetexeyî an jî sansurê re tune. Rojnamevan dizanin çi ji wan dixwazin, ji bo vê jî tu nuçeyekê wan rexne bikin çênakin.”

Îklîma tirsê”

Kovara Economîst, vê şîroveyê jî dike: “îklîma tirsê ya di Tirkiyê de, piştî hewildana derbeyê û piştre jî îlankirina rewşa awarte (OHAL) ku hêj jî berdewam dike, fanatîzma netewperestî (faşistan) ku benê xwe qût kirine, nahêle ku şerê li Efrînê bi awayek objektîf bibe nûçe.”

Nûnerê Tirkiyeyê ya Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) Erol Onderoglu ku daxuyaniyekê daye kovara Economîst dibêje: “Rojnamevan ên ku nûçeyên rexneyê çêdikin rastî sûcdariya xayînê welat tên. “

Her wiha Economîst, diyar dike ku 800 kesên ku li ser tora civakê li dijî şer parvekirinê kirine hatine binçavkirin.

“Rojname, dema nûçeyên êrîşên rejîma Sûriyê ya li ser Guta û Idlibê jî çêdikin weke çavkanî Çavderên Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) digirin, lê ev rojname raporên derbarê Efrînê de ku ji aliyê SOHR ve hatiye amadekirin qet nabînin. SOHR, destnîşan dike ku ji destpêka operasyonê heta niha sînorê aliyê Sûriyê herî kêm 112 sivîl hatine kuştin, ji Tirkiyeyê jî bi avêtina roketan jî 7 sivîl jiyana xwe ji dest daye.”

Nivîsa Economîst bi gotinên rojnamevan Kadrî Gursel re dawî dibe: “Hemû nûçeyên derbarê kuştina sivîlan wek e nûçeyên derew an jî wek e propagandaya terorê dike tê qebûl kirin.”

04.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Ji bo piştgiriya jinên malbatên xwe di şer de winda kirine, komeleyek hate vekirin

Komîteya Jinê ya Meclisa Malbatên Şehîdan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca piştgiriya jinên …

اترك تعليقاً