LEZGÎN
الرئيسية / Dosya - Analîz / Ji merceka Jineoloji Efrîn (2)

Ji merceka Jineoloji Efrîn (2)

Bajarê ku cewher wêneyê rûyê wê ye: Efrîn

EFRÎN – Bajarê Efrînê ku navê wê li ser hemû qadên xweza, dîrok, jiyan û civakê xuya dibe, cewherê wê di wêneyê ruyê wê de ye. Yekane bajarê ku rû di cewher de û cewher di rûde xuya dibe ye. Efrîn, li gorî pergala salnameya 9 ziyaretên bi navê jinê tên nasîn a ji 90 gir, 7 gelî, 7 bajarok û her bajarokek jî 52 gund girêdayi wê pêk tê hatiye avakirin.

Efrîn, yekane bajarê ku cewherê wê di wêneyê ruyê wê de xuya dibe ye… Li Rojhilatê xwe zexmiya kevirê reş û bereketa axa wê balê dikişîne ser xwe. Ji ber vê yekê li her malekê kevirê reş ê bi qul ku remza pîrozî û oxirê ye daliqandiye balê dikişîne ser xwe. Kevirê reş, di serdema civaka neolitik de ruh û can dide civakê. Di dîroka wê de tevî xwezaya wê remza berxwedanê heye. Jin jî, ji înada hemû hişmendiya bedenê re xweşikbûna çanda neolitik vedibêje. Zarokên wê şahî û xweşikbûnê dineqişîne. Di mêrên wê de jî rastî şopa mêrê naif, “camêr” tê xuyakirin. Axa wê jî naza hemû giha û nebatan di xwe de vedihewîne… Di ax, dar, ber û hemû mirovên wê de şopa damara berxwedêr ya Xwedavendan xuya dibe.  

HEMÛ WATEYÊN NAVÊ WÊ DI AVESTA RE DERBAS DIBE

Di hemû wateyên navê peyva Efrînê de şopa xweza, dîrok, jiyan û civakbûnê heye. Peya Efrîn bi zimanê Aryenî “nimet, tevazu; di beşa Pazand a pirtûka pîroz a Avestayê de jî di duayên eleqeyî nahmet de wateya bereketê ye. Dîsa di Avesta de di duayên taybet de tê gotin ku di merasimên ku agirê pîroz bejna xwe tewandiye de navê wê derbas dibe. Bi awayekî etimolojik peyva Efrînê di heman demê de koka xwe ji peyva xelat û beraketê ye. Tê gotin ku koka peyvê ji olê Zerduştiyê tê. Li gorî gote gotan, di serdema Tufana Mezin de Pêxemberê Nuh, dema ava tufanê kêm dibe, ji ser guverteyê kevokek sipî difirîne. Piştre kevok bi çiqilê dara zeytûnê ku xistine nava nikilê xwe paşve vedigere. Li ser vê yekê Peygamber Nûh fam dike ku ava tufanê daketiye. Ji ber vê yekê kevoka sipî û çiqila zeytûnê wekî remza aştiyê tê zanîn. Bajarê Efrînê wekî yekem wargehê Zeytûnê tê zanîn. Ji ber vê yekê çiqilê dara zeytûnê pîroz e. Ji bo xwedavend û xwedayên Yunan çiqila dara Zeytûnê wekî taç li ser vê hişmendiyê dihat diyarîkirin. 

EFRÎN, AFIRANDIN, AFRAT, AFRODÎT…

Jineolojî, di rêbaza lêkolîna xwe de hem daneyên civakî û hem jî belgeyên dirokî ji bo xwe çavkaniyên bi qîmet digire dest. Der barê peyva Efrînê de dayikek pîr pênaseya “afirandin, ji peyva afrandin, afratê pêk tê” dike. Ji ber vê yekê bi qîmet û pîroz e. Dayik dîsa ji bo peyva Afrat jî diyar dike ku bi zimanê Soranî jin afrat e. Ji Afirandinê tê. Diyar dike ku demek ji demekê Xwedavend Afrodit di vê axê re derbas bûye û navê xwe ji “Efrîn dît” tê. Ev jî şînad dide ku çanda Afrodit bi çanda Îştar û Înanna re bûye yek û bi riya Fenikeyan derbasî Şaristaniya Yunanan bûye. Afrodit di heman demê de xwedavenda ku Troyaliyan diparêze. Her navekî ku li Xwedavendan tê kirin, taybetmendiyên gerdûn, civak û xwezayê di nava xwe de diparêze. Pênaseya nav di nava xwe de têkiliya jiyan, civak û jinê bi hevve girê dide. 

Herêma Efrînê wekî herêm jî bi navê Çiyayê Kurmanç, Cumê, Efrîn û Avrin bi gelek navên cuta tê nasîn. Herêma Efrînê di dîrokê de her dem wekî qada berxwedana kurdan hatiye nasîn. Bûye qada berxwedanê. Kurdên ku li vê herêmê dijîn, ji bo vê herêmê Çiyayê Kurmanç an go Çiyayê Kurmênc pênase dikin. Osamî wekî Kurddag, Ereb wekî Cebel-ul Ekrad (Çiyayê Kurdan) pênase kirine. Rewşenbirên li Efirên jî diyar dikin ku Efrînê navê xwe ji ava Avrînê girtiye. 

 Pêşî li erdnîgariya xwe estetîka berxwedanê çê dike… Kodên asîmanan diguhezîne Efrîn… Îlhamê ji stêran yanî ji çanda Îştarê distîne. Mînak, 90 girên wê yên hêleke wan li Keleha Jinan hêleke wan jî li Keleha Semanê dinihêre hene… Di biniya wan girên ku li hember hev, Efrîn hem dîroka xwe diparêze hem jî li hemberî talûkeyan hevdu hişyar dike… 9 ziyaretên ku 90 girên girêdayî wan in, bi navê jinan e. Ji van ziyaretan hin jê li Geliyê Jinan hin jê jî li Şikefta Jinan dinihêrin…

Ji ber li her gundeke wê ziyaretek heye, şopên anîmîzmê ku zanista civaka xwezayî ye di xwe de dihebîne. Ev ziyatre jî girêdayî van 9 ziyaretan e û ji ber vê ziyaretmn din jî bi navê jinan tên bilêvkirin û ev yek jî nîşan dide ku demarên berxwedêr ên civatê hatine parastin. Mesela li Qastella Cindoyê Ziyareta Porsa Xatûn û li Mabada Xilnirê jî Ziyareta Keçika Kej mînak in.  

Ji ber Efrîn li gor salnameyê ava dibe… mînak 7 geliyên wê hene. Gelî Tito, Gelî Heştir, Gelî Xezal, Gelî Çil Kanî, Gelî Zete, Gelî Haydo û Gelî Tiyro. Her geliyek xwedî çîrokek e.  

7 navçeyên Efrînê hene. Girêdayî her navçeyê 52 gund hene. Bi giştî 365 gundê wê hene. Paşê ev hejmar geh zêde dibe geh kêm dibe. Yanî carinan heta 366’an jî diçe; yanî dema du gund bibin gundeke an jî gundek bide du gund… Li Efrînê estetîka berxwedanê di wateyên ku hatine parastin de veşarî ne… Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, her çi qas hejmara navçe û gundên girêdayî polîtîkayên nifûsê biguherin jî navçeyên Efrînê ev in: Cindiresê, Reco, Bilbilê, Şêra, Mabeta û Şîyeyê ne. Şêrawa qada Çiyayê Lelûnê ye. Cihekî nêzî Efrînê ye. Paşê daxilî navçeyan bûye. 

 Li Efrîna ku hema bêje her tiştek xwedî wateyek e, li her deverên wê cihwarên pîroz hene, darên pîroz, kevirên pîroz hene. Ziyaretên wekî Nebî Hûrrî (Keleha Hûrrî), Ziyareta Henên, Ziyareta Evdirehmên, Ziyareta Şêx Berekat, Ziyareta Çîlxanê, ziyaretên Mena û Deyanê. Kaniya Turindê û Ava Golbehîrê jî avên wên pîroz in. Li Ziyareta Henênê goa-ra Nûrî Dêrsimî û hevjîna wî Ferîde hene. Li Qibalê sê ziyaret hene; Ziyaretên Şêx Berekat, Gundî Dereza Qastella Porse Xatûnê; li gundê Hecî Xelîl ê navçeya Recoyê Ziyareta Mihemmed Elî û li Şerayê jî Ziyareta Karecoranê heye. 

DI NAV ÇAR ÇIYAYAN DE YE 

Efrîn wek Dêrsimê di nav çar çiyayan de ye. Pişta xwe daye çiyayan û li serê stran hatine vegotin. Bajarekî hunerî ye. Li vir Çiyayê Çil, Çiyayê Lelûn, Çiyayê Xastiyan û Çiyayê Hawarê hene. Çiyayê herî bilind Çiyayê Hawarê ye. Ev çiya li bakûrê bajêr e. Di heman demê de cîranê Bakurê Kurdistanê ye. Li rojhilat ve eşîra Şikakan û li rojava jî eşîra Amka  ku lê dimînin digîhîje Çiyayê Xastiyan. Li hemberî van her sê çiyayan jî çiyayê Lelûn heye. Li ser çiyayê Lelûn şîfreyên baweriya Rojê veşartî ne û çiyayek ji baweriyên xûrt re malovaniyê kiriye. 

Dîsa 7 eşîrên Efrînê hene. Eşîra Amkan ji Bilbilê heta Recoyê, eşîra Biyan li Bilbilê, eşîra Şêxiyan li Reco, eşîra Xastiyan jî li Mabetê, eşîra Cumiyan li Cindiresê, eşîra Şikakan li Şêranê û eşîra Robaran jî li Şêrawan e.

LI HER DEVERÊ MÎRATEYA ÇÎROKA ÎŞTAR HEYE  

Her bihostê li ser vê axa mîrateya Îştar lê heye. Li ber deriyan ji bo xêr û hêviyan nal, kevirên kunkirî, destar û bermahiyên dişibin van tiştan balê dikişîne ser xwe û taybetmendiyên Efrînê ne. Dîroka Girê Eyn Darê navê berxwedana Girê Cindirêse ye. Şêrewa Çiyayê Lelûn. Bilbilê Nebî Hurrî, Şêra Eyn Darê mîrateya çîroka Îştar diparêze. Host bi host li her deverê vê axê şopên berxwedanê di nav xwe de vedişêre. 

LI RECO KEVIRÊ BÛKÊ

Ji Reco re Rajû û Rajûû jî tê gotin. Wateya wê bi kurdî ye ji raçandin û çêkirinê tê. Reco li ser herî cihê bilnd ê Çiyayê Hawarê cih digire û li her gundê Reco bandora çanda Îştar û Zerdeştî heye. Reco bi çanda xwe ya balkêş çavê her kesî dide ser xwe. Riya trênê ya Berlîn û Bexdayê jî di Reco de derbas dibe. Xwedî çandek dewlemend e. Gundên li herêma Reco yên Hec Xelîl, Etmana, Maseka, Mûskê, Hopka û Banîkê li benda lêkolînê ne.

ÇÎROKA KEVIRÊ REŞ BALKÊŞ E

Di heman demê de Reco wek Çiyayê Bîlalê Hebeş jî tê nasîn. Çîroka Bîlalê Hebeş dişibe çîroka pêxemberê îslamê Hz. Muhammed ya Çiyayê Hîra. Tê gotin ku Bîlalê Hebeş 40 roj û 40 şev li vir hûr û kûr dibe û di encamê de xwe bi Hz. Muhammed re dike yek. Ziyareta Mihemed a li gundê Hec Xelîl vê çîrokê di nav xwe de vedişêre. Her wiha li Recoyê Çeqmaqê Mezin ku jê re tê gotin, li pişt Reco ye û dibêjin ku cihê kevirê reş li wir e. Dibêjin ku di hundirê wî kevirê reş de berhemek (sir) heye û pê tê bawerkirin. Tê bawerkirin ku marê reş wir diparêze û ji bo mirov xwe bigîhînin wî kevirê reş ewil mirîşkek reş berdidin. Li gorî rîwayetê dibêjin ku ew mirîşk heke ku nemire xwe digîhinin wî kevirê reş.

Disa Kevirê Bûkê jî heye û li Geliyê Tiyro ye. Gelî girêdayî Reco ye. Çîroka vê deverê heta Hz. Alî û Fatma Nebî diçe. Li gorî rîwayetan Fatma Nebî dibîhîze ku dê Hz. Alî hêwî bîne ser û li dijî vê yekê derdikeve. Dema nikare ji vê re bibe asteng ji bo savar bêjin bike bêjingê dide destê xwe û ber bi jor ve derdikeve. Bavê Fatma Nebî wê dibîne û dibêje “Tu diçî ku?” ew jî bersiv dide û dibêje “Min dît, bila dijminê min nebîne” û pişt re dibe kevir. Her wiha li gorî rîwateyek din jî tê gotin ku jinek li dijî zewaca bi darê zorê derdikeve û dibêje “Li şûna ez ê bibim ya wî zilamî, ez bibim kevirek baştir e” û pişt re dibe kevir. Li gundê Bililko jî mozaîkek heye. Li ser mozaîkê wêneyên hesp, werdek û fatfatokê hatiye neqş kirin. Li gundê Hecî Xelîl ê bi ser Reco jî balkêş e ku tenê malbatek ermenî dijî.  

LI MABETA ZIMANÊ TENÊ JIN PÊ DI AXIVIN 

Li navçeya Mabeta herî zêde Elewî lê dijîn. Du malbatên ji komkujiyan direvin vê navçeyê ava dikin. Li vê derê ji bo kes ne zane Elewîne, perestgehekê ava dikin û tê îdîakirin ku navê Mabeta ji vê perestgehê tê. Ji gundê Şeytana heya gundê Zehra, ji gundê Sarya heya gundê Amara yên Mabeta wateya her gundekê heye. Mînak li gundê Zehra, her roja çarşemê hemû welatiyên gund li hev kom dibin, xarinan çêdikin û wê rojê bi hevre derbas dikin.Gundê Dumîlya ya girêdayî Mabeta jî gundê gundên Kirmancane. Li vî gundê bi zaravayên Kurdî û Kirmanckî diaxivin. Li gundê Şeytana jî mirov rastî vegotinên xeta berxedana jinan tê. Li Şeytana jî, ji tevnkariyê bikirin heya çêkirina qûndireyan, ji çandiniya wê birin heya perwerdê, jiyanek komînal hatiye avakirin. Li gundê Sterkê jî şopên çanda Îştar tên dîtin. Balkêşe ku di her malekê de çîroka Şahmaran û wêneyê teyrê Tawus heye. Gundê navê Sarya ku tê wateya jinên li hespan siwar dibin, lê hatî kirin jî pir balkêşe. Navê jineke ku ji bo azadiyê canê xwe feda kiriye li gundê Sarya hatiye kirin. Em yek di gotegotan de jî tê gotin. Gundê Behdînî jî, ji aliyê sê malbatên ji Colemêrgê hatin ve hatiye avakirin. 

Jinên gundê Ruta yê Mabeta, zimanekê ku tenê jin fam dikin, diaxivin. Yek ji mînakên zimanên jinan ên li herêma Hewreman a Rojhilatê Kurdistanê û Çînê ku tê axatin, li Gundê Ruta ya navçeya Efrînê tê axivîn. Ev ziman mîna zimanê çûkan jî tê pênase kirin. Lê tê gotin ev ziman ne zimanê çûkane zimanê jinan e. Gava em pirs dikin “Çima pêdivî bi zimanekê wiha dibîn in” bersiva “Ji bo em li dijî zilamtiyê xwe biparêzin” didin. Pêdivî heye ku ev ziman jî bê lêkolînkirin. 

GELIYÊ QÎZIKA, QELÊYA QÎZIKA Û ŞEKEFTA QÎZIKA YÊN LI BÎLBÎLÊ 

Şikefta Qîzikan, Newala Qîzikan, Qelêya Qîzikan û Şikfta Bûkê yên li gundê Hasandêra navçeya Bîlbîlê pêwîste ku bên lêkolînkirin. 

Tê gotin ku çîroka wê ya berî 5 hezar sal heye. Tê îdîakirin ku ev çîrok ji serdama Şemsun tê. Tê gotin ku Şemsun an Yahudî yan jî Romane. Tê îdîakirin ku Melek Şemsun mesiye. Gotegotinên cûda ji ser Şemsun hene. Di serdema Fransiyan, di ketina Şikefta Qîzikan de, wêneyê heyî tê şkandin. Cardin Qelêya Qîzikan li vê derê ye. Gelek şikeftên baregehan li vir hene. Diyare ku mekanê berxwedanê ye. Derbare şikeftan de zêde agahî tune ne. Tê diyar kirin ku di Şikefta Bukan de jî cin hene, lê ji bo parastina vê derê ev yek tê gotin. 

Sibe: Gundê kevnare 40 û Çiyayê Lelûn ê Şêrawa, gundê Êzidî yê 85’an, Dêra Dayîka Meryem, Perestgeha Dermişmişê û gundên weteya awaza bi “B” dest pê dikin.

04.03.2018

Rojev24

شاهد أيضاً

Di navbera Dewleta Tirk û Terora DAIŞ de asta hevkarî û alîkariyê (1)

Têkiliyên ewlehî yên di navbera rêxistina DAIŞ`ê û dewleta Tirkiyê de. Li gorî belgeyên ku …

اترك تعليقاً