EFRÎN – Ev 44 rojin ji Berxwedana Serdemê bi topbarana hovîtiya artêşa Tirk û komên girêdayî wê didome. Li gorî zaniyariyan di encama zirara duh li Efrînê 4 sivîl birîndar bûne her wiha zirar gihiştiye mal, kolan û cihên sivîlan.
Sivîlên Efrînê bê navber têne armac kirin
Li gorî çavkaniyên ji Efrînê duh Artêşa dewleta Tirk a dagirker bi hemû çekên giran û balafiran (Helekopter) êrîşî deverên Efrînê kir. Çavkaniyan destnîşan kirin ku armanca Tirkiyê ji vê yekê qirkirina gel û pêkhateyên di Efrînê de jiyan dikin de ye û bi vê wesîleyê bi êrîşên hewayî û topbarana bejahî jî bê navber li ser sivîlên Efrînê dibarîne. Çavkaniyan tekez kirin ku rojane ji ber topbarana Titkiyê û armackirina sivîlan birîndar û kesên ku jiyana xwe ji dest didin hene.
Kesên ku di encama êrîşan de birîndar dibin ji aliyê Heyva Sor a Efrînê ve ji boi xesteyê têne veguhestin.
Yek ji Navçeyên Efrînê ku para xwe ji êrîşan girt navçeya Mabeta ye:
Êavkaniyan dane zanîn ku duh di saet 12:00 an de artêşa Tirk a dagirker navçeya Mabeta bombebarankir û di encamê de 3 sivîl li kolanên Mabeta birîndar bûn. Li gorî hate eşkere kirin Navên birîndaran wiha ye:
-Mustefa Ehmed Îbirahîm ji navçeya Mabeta ye temenê wî 60 salîye di lingên xwe yê çepê de birîndar bû.
-Şîraz El-Dîn Xelîl ji navçeya Mabeta Temenê wî 48 salîye di serê xwe de bi giranî birîndar bû.
-Reşîd Hemîd Mûse ji navçeya Mabeta temenê wî 29 salîye di lingên xwe de birîndar bû.
Li gundê Çobana ya girêdayî navçeya Reco:
Artêşa Tirk a dagirker duh di saet 01:30 an de gundê Çobana yê girêdayî navçeya Recoyê bombebarankir û di encamê de sivîlê bi navê Seydo Şukirî Ebdo yê 65 salî bi perçeyên obîsan di destê xwe de birîndar bû.
Li gundê Meydankê ya girêdayî navçeya Şera:
Artêşa Tirk a dagirker duh gundê Meydankê ya girêdayî navçeya Şera topbarankir û di encamê de malên sivîlan gelek zirar dîtin, piştî wê jî sivîla bi navê Emîna Ehmed a 50 salî ji gundê Meydankê ku mala wî rûxandî bibû û di encamê de ji bîrve çûbû û rakirinbûn xestexanê.
Li gorî zaniyariyên dawî ji Efrînê hate eşkere kirin ku ji ber çalakiyên Hêzên YPG/YPJ navçeya Racoyê ji çeteyan hate paqij kirin ku hejmarek mezin ji çeteyên artêşa Tirk hatin kuştin.
04.03.2018
Rojev24